Em Rêheval Siyabend Dijwar Bi Rêzdarî Bibîrtînin

Navê rast Mehmet Vural, navê tevgerê Siyabend Dijwar. Mehmet li Mêrdînê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Ji ber ku di nava malbata Vural de tevlîbûnên ji bo refên gerîlayan hebûn, zextên dewletê jî gelek bûn. Ji lewra malbat koçberî Edanayê dibe. Mehmet 11 salan dibistan dixwîne. Li kêleka vê yekê de jî di nava xebatên ciwanên welatparêz de jî cihê xwe digre.

Mehmet ji ber xebatên ciwanan tê dîlgirtin. Ew li zindanê rastiya dijmin zêdetir dibîne. Dema ku Mehmet ji zindanê derdikeve dev ji dibistanê berdide. Ew êdî dikeve ferqê ku dibistanên pergalê rastiyan destnîşan nakin. Ew ji bo ku alîkariya malbata xwe bike, dest bi kar dike. Dîsa jî lêgerînên Mehmet didomin û ew dixwaze mîna her ciwanekî erkên şoreşgerî hilbigre li ser milên xwe. Dayîka Mehmet gelek caran qala keça xwe ya ku di nava refên gerîlayan de têdikoşe dike. Mehmet gelek ji vê yekê bandor dibe. Di nava malbatê de bi taybetî nîqaş li ser çand û exlaqa PKK’ê tê kirin û ev yek lêgerînên Mehmet kûrtir dike. Êdî Mehmet jî dixwaze mîna xwişka xwe li ser rêya heqîqetê bimeşe.

Mehmet di sala 2013’an de biryara xwe dide û derdikeve rêwîtiya li ser rêya heqîqetê. Dema ku Mehmet digihêje çiyayan navê xwe dike Heval Siyabend û derbasî perwerdeya bingehîn ya şervantiyê dibe. Ew xwe di perwerdê de li ser esasê fikir û ramanên Rêber APO kûr dike. Armanca wî ya sereke ew e ku bikaribe Rêber APO baş nas bike û mîna şoreşgerekî gavên bi zanist bavêje. Herî zêde wekheviya di rêhevaltiyê de bala Heval Siyabend dikşîne. Bi taybet rêhevaltiya gerîlayên jin bandorekê mezin li ser wî dike.

Heval Siyabend piştî perwerdê derbasî herêma Zapê dibe. Ew li wir ji bo rakirina tola zarokên welatê xwe bi kînekê mezin li beramberê faşîzmê tevdigere. Rêheval Siyabend kêlî bi kêlî dixebite û rihetiyê ji bo xwe ti caran napejirîne. Ew xwe li hemberî jiyanê berpirsyar dibîne û xwe li gorî pêvajoyê amade dike da ku bikaribe ji bo her kêliyekê amade bibe.

Dema ku li Bakûrê Kurdistanê Xweseriya Demokratîk ji hêla gel ve tê îlan kirin, dewleta Tirk êrîşên hovane pêk tîne. Dewleta dagirker çi jin, çi zarok nas nake û bi hemû teknîka xwe re li ser gelê ku mafên xwe dixwaze êrîşan pêk tîne. Heval Siyabend li ser esasî têkoşîneke dijwar pêşniyarên xwe yên çûndina qadên Bakûrê Kurdistanê dike û berê xwe dide herêma Mêrdînê.

Heval Siyabend di sala 2016’an de bi kînekê mezin ya li beramberê dijmin berê xwe dide qada Mêrdînê. Êdî ew zarokê ku ji ber zextên dijmin warê xwe berdabû cardin berê xwe dide xaka bav û kalan. Vê carê ew mîna şoreşgerekî vedigere. Ew êdî tiştekî li pêşiya xwe nake asteng û ji bo ku gelê wî di nava aramî û azadiyê de bijî amadeye ku cane xwe bide. Heval Siyabend li Bakûrê Kurdistanê bi rol û misyona demê tevdigere. Ew heqaret û zextên ku li ser gel tên ferz kirin qebûl nake û ji bo ku bibe ewladekê rast yê axa xwe, bi şev û roj ked dide.

Rêhevalê wî yê têkoşînê

Kod Adı: Siyabend Dıjwar
Adı Soyadı: Mehmet Ural
Doğum Yeri: Mardin
Anne - Baba Adı: Rahime - Hüseyin
Şehadet Tarihi ve Yeri: Nisan 2017 / Mardin