EM RÊHEVAL AMED RÊDÛR BI RÊZDARÎ BIBÎRTÎNIN

Rêheval Amed Rêdûr li navçeya Mîdyat a Mêrdînê di nava malbateke welatparêz û berdêl dayî de tê dinyayê. Malbata Ari ji ber zexta dewlêta Tirk bi neçarî sala 1996’an de koçberî Evropayê dibin û di sala 2002’an da vedigerin Tirkiyê.  Malbat di vê vegerê de êdî li Stanbolê dimînin. Rêheval Amed tevî ku li Ewropayê û metropolên Tirkan mezin dibe, lê ew bi azadiya şexsî ya ku qaşo sîstema kapîtalîst bi rengekî bêsînor pêşkêş dike pê bandor nabe û rixmê  li navenda lîberalîzmê ye jî, ew weke civanek Kurd ê berxwedêr ti carî ji rastiya Kurd û Kurdistanê qut nabe.

Rêheval Amed tevlî nava karên ciwanan ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dibe. Rêheval Amed berovajî gelek mirovan, jiyana li navenda kapîtalîzmê, derfetên sîstemê weke şoreşgerekî red dike û tercîha xwe li aliyê têkoşîna mirovahiyê ya Rêber Apo de datîne. Rêheval Amed berê xwe ji Modernîteya Kapîtalîst dizivirîne û ber bi welatê xwe, gelê xwe û ber bi çiyayên Kurdistanê bi rêdikeve. Sala 2008'an tevlî nava refên gerîla dibe. Gerîla Amed perwerdeya bingehîn a şervanê nû li qada Qendîlê dibîne. Gerîla Amed her ku pirtûkên Rêber Apo dixwîne, dibe xwedî hişmendiyeke dîrokî û felsefeya Rêber Apo baştir fêm dike.

Rêheval Amed di perwerdê da tim bi kelecaneke mezin ya çûyina qadên pratîkê jiyan dike. Ew gavên xwe yên yekem li qada Qendîlê davêje û li vêderê 3 salan pratîk dide meşandin. Rêheval Amed bi germahî û coşeke mezin beşdarî jiyanê dibe û ji ber vê yekê jî, di gelek alîyan de zû pêşdikeve. Ew ji bo ku bikaribe misyona ku dikeve li ser milên wî baş pêk bîne xwe him di warê bîrdozî de him jî di warê jiyanê de pêş dixîne.

Li çiyayên Kurdistanê ku hesreta wî bû, her kêlîya wê bi wateyeke mezin derbas dike. Bi vî rengî pratîkekî serkeftî nîşan dide û bi kedeke mezin hewl dide li ser xeta têkoşînê ya şehîdên nemir xwe kûr bike û di demeke kurt de gelekî bi pêş dikeve. Li qada leşkerî xwe bi pêşve dibe û ji bo bibe bersiv ji pêwîstiyên demê re, bêrawestan kar dike. Bi têkiliyeke xurt, bi xeta hevaltî ya PKK'ê re tê girêdan û dibe parêzvanê rasteqîn a jiyanê û xeta hevaltiya pîroz.

Piştî demekê pêşniyarên heval Amed ji bo çûndina qadên Bakûrê Kurdistanê çê dibin. Rêheval Amed vê rêwîtiyê mîna şansekê mezin digre dest. Çûndina qadên Bakûrê Kurdistanê ji bo her gerîlayekî  hedefeke mezin e. Ji bo Amed jî ev yek xwedî wate ye. Ew dixwaze li Bakûr xeyalên Şehîdan pêk bîne, li ser şopa wan bimeşe û xwedî li têkoşîna azadiyê derbikeve.

Amed di sala 2012’an de, li ser vê bingehê bi coşeke mezin berê xwe dide herêma Amanosan. Êdî Amed ne tenê mîna şervanekî, mîna fermandarekî tevlî pratîkê dibe û pêşengtiya şer û jiyanê dike. Ew di nava jiyanê de jîr e, ji cihekî dibeze ber bi cihekê ve. Ew di her aliyê de ked dide. Ked ji bo jiyanê dide, ked ji bo rêhevalên xwe dide. Ew bi her rêhevalekî xwe re xwedî danûstandinên germ e û ji her aliyê ve bi qasî ku xwe pêşdixîne, rêhevalên xwe jî pêşdixîne.

Rêheval Amed di diroka 20’ê Mijdara 2017’an de girêdayî bajarê Hatay navçeya Hassa tevî hevrêyê xwe Baran Amanos bi dijmin re dikevin pevçûnê. Li vê derê bi qeheremantiyekî mezin li hember dijminê dagirker heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer dikin û derbên giran li dijmin didin. Di encama wan pevçûnan de digihîjin şehadetê.

 

Rêhevalên wî yên têkoşînê

Kod Adı: Amed Rêdur
Adı Soyadı: Mehmet Emin Arı
Doğum Yeri: Mardin
Anne - Baba Adı: Emine - Emin
Şehadet Tarihi ve Yeri: 20 Kasım 2017 / Hatay