Di vê kêliya ku ezê bîranîna xwe ya bi Rêber Apo re bi we re parve bikim, hestên cûr be cûr konên xwe di dil û mejiyê min de vedikin. Dibe ku ez nikaribim her kêliyê bînim ziman, lê bi qasî ku ji destê min were ezê van kêliyên ku min bi Rêbertî re jiyan kirî bi şêweyê herî xwezayî pênase bikim...
Sal 1996 bû dema ku ez derbasî saheya Rêbertî bûm. Dema min nû Rêbertî dît, ez pir matmayî mam. Ji ber ku pergala desthilatdar her tim di mejiyê me de wêneyê Serokek an jî Rêvebiriyek zorbaz xêz kiribû, min jî Serokatî pir cûda xeyal dikir. Ango di pergala desthilatdariyê de mirov serokan bi çi awayî xiyal dike, min jî Serokatî wiha xeyal dikir. Ji ber wê bû dema min cara yekê Serokatî dît, ez pir matmayî mam. Birastî jî Serokatî mirovek pir dilnizim bû. Dema Serokatî em pêşwazî kirin, wê demê min ferq kir Rêber Apo ne weke serokên despot yên ku bi salan di xeyalê min xêz bûbû. Gava Serokatî got; “Heval ka rabin em biçin xwarinê bixwin.” Wê demê min ji xwe re digo gelo ma ez xewn dibînim. Ji çavên Serokatî hezkirinek wisa dibarî ku ez xistibûm nava heyecan û coşek cûda de. Dema Serokatî ji bo hevalên ku biçin çiyê civîn û nîqaş dida meşnadin, di çavên wî de xûya dikir ku çiqasî bandor bûye. Dema ku Rêbertî ji her yekê ji me pirsên cûda dikir, ket ferqa hest û matmayîbûnên me, li ser wê esasê şîrove û tehlîlên xwe di derbarê me de kir. Ez wê demê pir hizirîm û min ji xwe re got; “Serokatî çawa ewqasî zû nêrîn û hestên me fêm kir.” Ez ji van nêzikatî, dilnizmî û hişyarbûna Serokatî pir bandor bûm. Dema ku roja destpêkê ya perwerdê, Serokatî dahûrandin pêşxistin, birastî jî şêwazê Serokatî yê destgirtina mirovan pir bala min kişandibû. Wê demê min nakokî jiyan kir. Dema ku hinek şexs ji cem Serokatî dihatin çiyê, xwe di bin navê Serokatî didan jiyankirin û nêzîkatiyên wan ji kadroyan re pir cûda bû. Lê ez niha dibînim ku nêzikatiyên Serokatî ji kadroyan re ne wiha ye. Wê demê min ji xwe re got bi rastî jî em çiqasî mirovên safin, hema em ji herkesî bawer dikin. Di wê kêliyê de Serokatî ji min pirsî; “Heval tu çi difikirî?” Min jî nakokiyên di mejiyê xwe de bi Serokatî re parve kir. Serokatî ji min re got; “Birastî bravo ji te re, di demek ewqas kin de, van rastiyan dîtin pir başe.”
Dema min bi Serokatî re top leyîst, min ferq kir ku divê mirov pir ser xwe serwer be û xwe terbiye bike. ji ber ku dema me top dileyîst, Serokatî ne wek leyîstok, weke şer digirt dest. Bi vî awayî jî kesayetê me tehlîl dikir û didît ka em çiqasî atîk, bi însiyatîf û hişyarin. Wiha jî şêwazê me yê fermandariyê tehlîl dikir. Min jî di vê leyîstokê de dît ku xetayek pir biçûk jî hesanî nîne. Serokatî her tim ji me re digot; “Di her karî de ji xwe bawer bin.”
Di kêliya me top dileyîst, Serokatî ji nişkêve qîr kir û got; “Heval, hişyar be, kêmek maye tu pêlî moriyê bikî. Ka wê moriyê ji wir rake” Ez di wê kêliyê de ewqasî şaş mam ku, min ji xwe re got Serokatî çawa ew morî dît. Ango min di wir de hişyarbûna Serokatî ya zêde li hember devûdor û jiyanê dît. Ev hişyarbûna Serokatî ya li beramber ajalan, hişt ku ez ji nêzikatiyên me yên li hember tevahî ajalan aciz bibim.
Bêgûman, di kesayeta Rêbertî de, pir tiştên ku bala min kişand û ez jê bandor bûm hebûn. Mînak; uslûbê Serokatî yê perwerdê pir cûda bû. Di şêwazê jiyana Serokatî de, nêzikatiyek pir biçûk jî dibû mijara perwerdê. Di mirovan de hestên pêdiviya bi xwe perwerde kirinê bi kûrahî ava dikir. Ji ber wê jî, mirovan bi rengek xwezayî xwe perwerde kirin wek pêdiviyekê didîtin.
Wê demê ez pir ciwan bûm, ji ber wê pir feodal û girtîbûm. Ji bo ku ez vê feodalbûna xwe derbas bikim, Serokatî bi rêbazên pir cûda ez perwerde dikirim. Carna jî, ji bo wê girtîbûna min bişkine rêbazê cûda bikar dihanîn. Mînak rojekê Serokatî top dileyîst, min jî ji Serokatî re şeşalek av bir. Serokatî di nava ewqas hevalan de, ew şeşala avê vekir û ser serê min de rijand. Wê demê ewqas zora min çû ku hîngî ez sor bûbûm tu gotin ji devê min dernediket. Ez pir bandor bûm û gurûra min pir şkest. Piştî vê bûyerê, Serokatî gazî min kir û bi min re nîqaş kir. Ji min re got; “şaş fêm neke, ez ji bo pêşketina te ewqasî giran te rexne dikim û ser te de diçim. Tu ciwanî, şerkerî, xweşik û kedkarî. Lê belê, hinek taybetmendiyên te li pêşiya te dibin asteng. Bi taybet jî ev parêzgerî. Feodaltî heya cihekî ji bo te pêwîst bû, ji ber nezanbûna te, te xwe bi van tiştan parastiye. Lê ji îro pê de ev pêwîst nakin. Min zanebûn da, we pêş xist û vaye ez niha misyon didim we. Tu ji bo pêşketinê vekiriye, ezê nehêlim ku ev taybetmendî te bifetisînin. Di cîhanê de keçên herî xweşik hunin. Ez we bi perwerdê pêş dixim, xweşik dikim û azad dikim. Hûn dest jê ber din jî ez dest jê bernadim. Ji ber ku min hemû demên xwe ji bo azadiya jinê daye. Lê belê piraniya we vê rastiyê nizanin.”
Her wiha ji ber ku Serokatî her tim ji min re digot “Gênco”, yanî ya ciwan. Dema Serokatî ji min re digot Gulbahara ciwan, pir xweşiya min diçû.
Her wiha dema ez nû çûm cem Serokatî, xwendin û nivîsandina min nîn bû. Ji ber wê Serokatî ji min re got, ezê te fêrî xwendin û nivîsandinê bikim. Gava Serokatî dît ku kêmek nivîsandina min heye, nivîsek da min û got, ser vê bişixule, tu yê sibê bi dengek bilind ji me re bixûnî. Ez li ser xebitîbim, lê min digot ji ber ku karê Serokatî pir e, wê ji bîra bike. Dema em roja din çûn perwerdê, Serokatî banî min kir û ji min re got, de ka bixwîne. Herî kêm min deh cara ew nivîs xwend. Ez pir ketibûm heyecanê û di nava xwêdanê de mabûm. Serokatî li min nêrî û got; “Dema mirov nû fêrî tiştekî dibe, ger xwêdan nerjîne nirxê wê jî nizane. Te jî li ser xwendina vê nivîsê xwêdan da, ez hêvî dikim ku tu dest jê bernedî. Ji wê rojê û şûnve fêrbûna xwendin û nivîsandinê ji bo min bûbû xwesteka herî mezin. Ev bûyer jî pir bandor li ser min kiribû. Ji ber min dît ku di nava jiyana PKK’ê de tiştekî tu fêr nebî nîne, tenê ger xwestek û hewldanê te hebe.
Rojekê em dîsa çûn saha futbolê. Piştî vesazîkirina her dû grûban, me dest bi leyîstokê kir. Her tim hevalek diçû ber lingê Serokatî dixwast topê bigre. Min jî her carekê top ji wî digirt. Serokatî ferq kiribû ku ez pir ji wî hevalî aciz bûme. Ji ber wê Serokatî ber bi min ve hat û got; “Tu pir zû tê tahrîka û bi gurûr şer dikî. Raste divê mirov binkeftin û bêrêxistinbûnê nepejirîne, lê ne wek te bi çavkorî. Ez ewqasî çavkoriyê qebûl nakim. Ez şaş dimînim, tu çawa heya niha di şer de şehîd neketiye. Ev gotinên Serokatî moralê min xist û min nema dikarî bileyzim. Ji ber wê Serokatî ji min re got; “ka biçe topê bavêje.” Ez jî çûm û min gol avêt. Serokatî ji min re got; “Jixwe bawerbûyîn pir başe, vê taybetmendiya xwe birêxistin û pratîk bike. Ji bo jinekê ev taybetmendiyên xweşin.”
Ez pir bandor bûm. Min got di topekê de Serokatî çawa li ser min ewqasî lêhûrbûyîn da çêkirin. Piştî wê ez jî ketim nava lêbûrbûnek kûr de. Dema ezê bihatima welat, Serokatî ji min re got; “Tu tiştek ser te bandor nake ji ber ku tu pir serhişkî. Lê belê divê tu bi taybetmendiyên xwe yê feodal, gurûra zêde û çavkoriya xwe re pir şer bikî. Ger tu bi wan re şer nekî wê pir zehmetiyan bi te bidin kişandin. Zû şehîd nekeve. Ez qet nikarim qebûl bikim, hevalên ku li vir ewqas perwerde dibînin û diçin welat di demek kurt de şehîd dikevin. Dema ez agahiya şahadetê dibihîsim pir pê diêşim. Her carekê perçeyek ji canê min diçe. Ezezî nebin û bi min jî bifikirin. Ez we perwerde dikim ji bo hûn jiyan bikin û bidin jiyankirin.” Her ku saeta qutbûnê nêz dibû, ez hê zêdetir digiriyam. Min Serokatî hembêz kir û bê hemdê min hêsir dibariyan ji çavên min. Serokatî ji min re got; “Ma qey çi bûye? Tu dibê qey tûyê ji min qut bibî.” Min nêzî pênç deqeyan serê xwe danî ser milê Serokatî, Serokatî dikeniya û diaxivî. Lê ez heya ku em rêketin qet rondik ji çavên min qut nebûn.
Ger tu bê rastiyê, tiştên ku mirov bêje pirin. Lê ez niha dikarim van bînim ser ziman. Birastî jî dilê min dişewite. Ez niha difikirim ka ez çiqasî ji rastiya Serokatî re bûme bersiv. Ez bi qasî bendewariya ku ji min dihat kirin tevlî nebûm. Ji bo wê ez niha hewl didim, tiştên nîvco mayî pêk bînim û temam bikim.
Dema ez hatim welat, tevahî nirxandinên Serokatî yên erênî û neyînî, di çiya de bi wan re rû bi rû hatim. Ji ber wê, min şerek pir dijwar da ji bo ku ez bikaribim wan kêmasiyên xwe derbas bikim. Niha jî hêviya min ya herî mezin ewe ku ez carek din Serokatî bibînim û ji dil de hembêz bikim.
Kod adı: Gülbahar Gülhat
Adı soyadı: Selma Kaya
Doğum tarihi-yeri: 1978 / Batman
Anne-baba adı: Meryem - Ahmet
Katılım tarihi: 1991 / Batman
Şahadet tarihi: 4 Aralık Botan Gabar'da