Rûken Çayan bi navê xwe ya rast Nuran Bellier di sala 1991’an de li Geverê ji dayîk dibe. Ew di malbatekê welathez de bi çanda Kurdî ve mezin dibe. Di hawirdora wê de têkilî û girêdana ya bi malbatê gelek girîng e û pîvaneke bingehîn e. Ango ew xwedî lêderketina ziman, çand û sadiqbûnê li wir fêr dibe.
Ew di ciwantiya xwe de bi rastiya dijmin re zû rû bi rû tê û hewldide xwe ji polîtîkayên bişaftinê dûr bihêle, cewhera xwe biparêze. Lê belê Nuran dişopîne û dibîne ku dewlet di her beşeke jiyanê de dixwaze ciwanan pûç bike û ji rihê ciwantiyê qut bike. Rihê ciwantiyê ya ku lêpirsîn dike, li ser esasê lêpirsînên xwe lêgerînên azadiyê pêşdixîne û bi têkoşînê re rêyên çareseriyê digere. Mîna ku çirûskeke agir di dilê Nuran de her pêketiye.
Her ku Nuran mezin dibe ew çirûska di dil û mêjiyê wê de geştir dibe û ew rastiya gelê Kurd baştir fêm dike. Ew Tevgera Azadiyê nas dike û gelek pê bandor dibe. Ew di fikir û ramanên Rêber Apo de azadiya tevahî gelan dibîne û di şexsê gerîlayên jin de mînaka jinên berxwedêr ên wêrek nas dike. Nuran roj bi roj zêdetir lêkolîn dike û ji hawirdora xwe jî gelek destanên lêhengiyê yên gerîlayên azadiya Kurdistanê dibihîse.
Piştî demekê xwîşka Nuran, bi navê xwe ya şoreşgerî Rûken Penaber beşdarî nava refên gerîlayan dibe. Ev yek bandorek gelek mezin li ser Nuran dike. Nuran ji kesayeta gerîla Rûken Penaber cesareteke mezin werdigre û êdî di nava xebatên çand û hunerê de cih digre.
Dema ku Rûken Penaber di encama têkoşîneke bêhempa tevlî karwanên nemiran dibe, Nuran gelek pê bandor dibe. Ev yek dibe wesîle ku Nuran di biryara xwe ya têkoşînê de êdî zelal bibe. Nuran mîna jineke ciwan, berê xwe dide çiyayên asê yên welatê xwe û dizane ku rakirina tola şehîdan wê ne hêsan be.
Nuran navê xwişka xwe ya şehîd radike û êdî dibe gerîla Rûken Çayan. Gerîla Rûken Çayan mîna jineke ciwan ya dînamîk bi azweriyeke mezin beşdarî jiyanê dibe û perwerdeya Şervanên Nû li qada Garê dibîne. Ew li wir esasên jiyana gerîlatiyê fêr dibe û xwe ji bo pratîkên zor û zehmet amade dike.
Piştî demekê gerîla Rûken derbasî herêma Xakûrkê dibe. Ew li vir bi wêrekiyeke mezin beşdarî jiyanê dibe û hewil dide xwe di gerîlatiyê de pêş bixîne. Ji ber wê dizanîbû ku barê wê ya rakirina tola şehîdan du qet giran bû, her erkeke ku diket li ser milên wê bi serkeftî pêk dianî. Wê di heman demê de dixwest wekê jineke têkoşer daîmî xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr bike û mîna ku ti caran jê têr nebe, her dem xwe perwerde dike.
Rûken Çayan di sala 2011’an de derbasî qada Qendîlê dibe. Ew li vir hewldide rêxistinê hêj baştir nas bike. Êdî ew gerîlayeke xwedî ezmûne û hewldide ezmûnên xwe bi rêhevalên xwe re parve bike. Rûken di pratîkê de wêrek e û her daîm di hemû erkan de li herî pêş cih digire. Di heman demê de ew bi rêhevaltiya xwe ya germ ve tê nasîn. Rûken bi hemû rêhevalên xwe re xwedî danûstendineke xûrt e û zanebûn û tecrûbeyên xwe çawa ku bi rêhevalên xwe re parve dike, ji bo fêrbûnê û ji bo pêşketinê jî gelek vekiriyê.
Şert û zûrûfên xwezayê yên li çiyayan gelek caran dijwar e. Bi taybet zivistanên qada Qendîlê bi dijwariya xwe ve tên nasîn. Dema ku di 4’ê Adara sala 2012’an de li herêmê aşût dikeve, gerîla Rûken Çayan bi 7 rêhevalên xwe re tevlî karwanên nemiran dibe. Wê xeyalên şehîdan mîna meşaleyeke heqîqetê ber bi serkeftinê ve werin birin.
Rêhevalên wê yên têkoşînê