JI BO BÎRANÎNA WAN ŞEHÎDÊN KU CANÊ XWE JI BO WELATEK AZAD BEXŞKİRİNE

          

Yek ji bajarên ku di Kurdistanê de, bi welatparêzî û çanda egîdiyê tê zanîn herêma Botanê ye. Ew yek ji herêmên ku bi dilsoziya xwe ya welat, vîna xwe ya azadiyê tê nas kirin. Di bin şertên herî dijwar, di bin zextên dijmin yên herî hov de, weke gel rûmeta xwe ya mirovî parastiye û xwedî lê derketiye. Li gel vê xwedî gelek ewladên xwe yên egîd bûne ku di oxira têkoşîna azadiya Kurdistanê de dane. Li ser mîrasên xwe yên dîrokî, bi mayîndekirina çanda berxwedanê, çanda têkoşînê heta roja îro bi awayekî serbilind dane domandin. Gerîla Delîla Botan jî, yek ji keça botî, şervaneke azadiyê bi serfîraziyeke mezin dide ser şopa egîdiyê û bi serbilindiyeke mezin di têkoşîna azadiyê de cih digre.

Gerîla Delîla Botan bi navê xwe yê rast Narîn Algûn li Bajarê Şirnexê di nav malbat û hawîrdoreke welathez de ji dayîk dibe û tê mezin kirin. Malbata wê yek ji malbatên ku her tim nirxên xwe yên Kurdbûnê, çanda xwe ya welatparêziyê parastine û xwedî lê derketine. Ango hestên welatparêziyê ji kûr de jiyan dikin. Heman demê ji malbatê gelek tevlîbûnên di nava tevgera azadiyê de hene. Bêguman ev yekser li ser teşegirtina zarokatiya Delîla jî xwedî bandoriyeke mezin ava dike. Li gel hemû êrîşên dijmin yên qirkirin, asîmîlasyonê jî, weke malbat û Delîla bi xwe jî, girêdayî nirxên xwe mane. Ji lewra bi qasî welatheziya malbat ji tevgera azadiyê re, Delîla jî weke keçeke Kurd bi hemû hucreyên xwe heskirina welat û azadiyê ji dil hîs dike. Ruxmî temenê xwe yê biçûk, rastiya dijmin, rastiya pergalê ku xwe li ser civakê ferz dike ferq dike. Bi taybetî bi têgihîştineke bi zanist ne be jî, rewşa jin û êrîşên ku raste rast li ser wê têne meşandin, wate nade û nakokiyan dijî. Piştî têgihîştinekî û şûnde, li ser daxwaza wê ya bûyîna gerîla, ew di dîroka 22’ê Tîrmeha sala 2015’an de li Cûdî beşdarî tevgera azadiya Kurdistanê dibe. Piştî wê ew yekser derbasî Besta dibe û gavên xwe yên gerîlatiyê li wir davêje û beşdarî perwerdê dibe. Ew bi coşa xwe ya jiyanê û bi meraqa xwe ya gerîlatiyê di perwerdê de cih digre û beşdar dibe. Jiyana gerîla û şêwazê têkiliyên rêhevaltiya PKK’ê li ser wê bandoriyeke mezin ava dike. Gerîla Delîla jî raste rast di gav avêtinên xwe yên destpêkê de, teybetmendiyên rêhevaltiya PKK’ê û kesayeta milîtaniya Apo yî di xwe de ava dike. Ew bi daxwaziyên xwe yên ji dil, bi têgihîştina xwe ya beşdariyê wate li xwe bar dike û tê hezkirin. Piştî perwerdeya xwe bi awayekî serketî diqedîne ew derbasî Kato dibe. Li wir piratîkên xwe yên destpêkê, gavên xwe yên gerîlatiyê davêje û fêr dibe. Êdî ew di gerîlatiyê de, pispor dibe û tecrûbeya qezenc dike. Gerîla Delîla Botan, xwedî wê şansê ye ku di her henase kişandineke xwe de hîn zêdetir li wir xwe nêzî Rêber Apo hîs dike. Piştî piratîkekî ew di bihara sala 2017’an de careke din tê Bestayê. Ji ber rewşa wê tendurustiyê, ew di heman salê de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Bi hatina xwe ya Başûr ew derbasî qada Heftanînê dibe û li wir piratîkeke dem kurt bi rê ve dibe. Piştî wê li ser daxwazên wê di sala 2018’na de derbasî akademiya Şehîd Îbrahîm ya bîrdozî dibe. Di çarçoveya paraznameyên Rêber APO de, careke din li ser şêwazên xwe yên têkoşînê lêhûrbûn û dahûrandin dike. Li gel vê bi taybetî weke milîtaneke jin, di çarçoveya şerê gerîla û pêşxistina taktîk de aliyên xwe yên lewaz tespît dike û dide derbas kirin. Gerîla Delîla Botan piştî tecrûbeyên ku ji perwerdê werdigre, ew careke din li ser esasê çûyîna qadên Bakûr derbasî qada Heftanînê dibe û pratîk dide meşandin. Li ser daxwaz û xwesteka xwe ya çûyînê, bi dildariyeke mezin xwe amade dike. Ew di pêvajoya mayîna xwe ya li Heftanînê de, di her liv û tevgera xwe de, di lêhûrbûn û armancên xwe de, xwesteka ku careke din di Bakûrê Kurdistanê de pratîk bimeşîne dide diyar kirin. Her bi îdiaya ku wê kar û piratîkên serkeftî li wir bide meşandin daxwaza çûyînê dike. Gerîla Delîla Botan, piştî pratîka xwe ya du salan li Qadên Parastina Medyayê derbas dike, ew bihara sala 2020’an de diçe qada Botanê. Bêguman careke din vegera li ser axa egîdiyê, ji bo gerîla Delîla xwedî wateyekî cuda ye. Wê gavên xwe yên gerîlatiyê, xeyalên xwe yên azadiyê li ser axa berxwedêr ya Botanê avêt û fêr bû. Ji lewra bi armancên ku wê gaveke din nêzî Rêber Apo bibe, diçe ber bi xeyalên xwe.

Gerîla Delîla Botan, êdî ji berê zêdetir tecrûbeyên xwe yên gerîlatiyê li xwe bar dike û destketinan qezenc dike. Ew di qadê de weke pêşengeke fedaiyî, fermandareke wêrek beşdarî çalakiyan dibe û pêşengtî ji rêhevalên xwe re dike. Di her çalakiyekê de, bi armanca tolrakirinê bi ser sengerên dijmin de diçe û encaman bi dest dixe. Ruxmî bê derfetiyên di qadê de, ew bi rêhevalên xwe, bi zirûfên xwe yên herî kêm, di bin şertên zehmet yên demsalê, bê ku bisekînin li dijî dijmin têdikoşin. Bi fedakariyên xwe yên mezin her li dijî dijmin bûne sekneke ku tu car nayên şikandin. Gerîla Delîla jî raste rast ev ruh di xwe de ava kiribû û bibû nûnerê wê yê herî rast.

Di Gulana sala 2022’an de, li Bestayê dijminê dagirker li seranserî qadê dest bi operasyonekî berfireh dike. Di encama vê operasyonê de, gerîla Delîla tevî hevriyekî xwe yê têkoşînê Firat Şîrnex bi dijmin re dikevin pêvçûnê û heta guleyên xwe yên dawî bi dijmin re şerekî dîrokî didin meşandin. Di encama wê de gerîla Delîla Botan tevî Gerîla Firat Şîrnex digihîjin merteba şehadetê.

Wê di hemû kêliyên xwe yên gerîlatiyê de, bi fedakariyên xwe yên ji dil heta beriya şehadeta xwe bê navber têkoşiya û şer kir.

Kod Adı: Delîla Botan
Adı Soyadı: Narin Algun
Doğum Yeri: Şirnex
Anne – Baba Adı: Hüsna – Lokman
Şehadet Tarihi ve Yeri: 23 Mayıs 2022 / Besta

Rêhevalên wê yê têkoşînê

 

Kategori: Şehit Anıları