JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD RÛBAR HEBÛN

          

Bajarê Rihayê ku xwedî çandeke kevnar e û malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye, di heman demê de hebûna xwe ya civakî û çanda kevnar heta vê serdemê parastiye. Gelê Rihayê yê welatparêz, ku bi kedkarî û dilsoziya bi xaka xwe tê naskirin, ji berê ve xwedî li gelek berxwedanan derketiye û kesayetên pêşeng afirandiye. Ji ber vê yekê gelê Rihayê bi taybetî bûye hedef ji dewleta Tirk a qirker re û kiryarên asîmîlasyonê û polîtîkaya şerê taybet li ser hatiye meşandin. Li gel nokerî, paşverûtî, komên kontra û her cûre kiryarên li derveyî mirovahiyê jî gelê Rihayê dest ji berxwedanê bernedaye. Tevî hebûna hin hêz û derdorên noker hevkar ên hewl didin têkoşîna azadiyê û berxwedana bi rûmet a gelê Rihayê gemarî bike jî, gelê Rihayê timî daye ser şopa lehengên xwe yên pêşeng û berxwedan mezin kiriye.

Ferhat Tûnç bi nasnav Rûbar Hebûn jî di sala 1990’î de li wî bajarê kevnare çavên xwe ji jiyanê vedike. Di temenê xwe yê biçûk de polîtîkayên Dewleta Tirk a qirker qebûl nake û dikeve nava lêgerînan. Ferhat her roja ku derbas dibe Rêber Apo û tevgera azadiya Kurdistanê zêdetir nas dike. Li dijî polîtîkayên bêesîlkirina Kurdan ên dewleta Tirk a qirker, hîn di ciwantiya xwe de dest bi têkoşînê dike. Daxwaza xwe ya têkoşînê roj bi roj mezintir dike û li dijî zîhniyeta qirker hesta tolhildanê li gel xwe zêde dike. Digihîje wê baweriyê ku li dijî dewleta Tirk a qirker, yekane rêya serxistina şerê azadî û hebûnê yê Kurdan, bi berxwedana gerîla dibe. Li xaka ku tê xwestin mehkûmî lenetkirinê bê kirin, xwedîderketina li welatparêziyê, dîroka civakî û çandê tenê bi têkoşîneke xurt dibû. Ferhat ji bo barê giran ê mîrateya dîrokê hilde ser milê xwe, dizane ku divê xwe bi her awayî feda bike û bêyî bikeve dudiliyê dibe rêwiyekî vê rêya azadiyê. Ji bo xwe bigihîne asta rûmetê ya bûyîna fedayiyê gelê Kurd ê mezlûm, di sala 2010’an de berê xwe dide çiyayên azad û navê xwe dike Rûbar Hebûn.

Gerîla Rûbar Hebûn piştî ku perwerdeya xwe ya bingehîn bi awayekî serkeftî diqedîne bi her awayî tevlî jiyana gerîla dibe û di kedkarî, pêşengî û dilsoziya bi hevrêtiyê re sekneke bi mînak nîşan dide. Bi vê sekna xwe li her qadê cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de digre. Pêwîstiyên milîtaniya fedayî ya pêşeng, hewl dide di kesayetiya xwe de şênber bike û mîsyona pêşengiyê bi fedakariyeke mezin pêk bîne. Ji Xakurkê heta Zagrosan li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi erk û berpirsyarî radibe û bi rengekî serketî wezîfeyên xwe bi cih tîne. Di her şîverêyên ku tê de dimeşe rêhevalên xwe yên şehîd hîs dike. Ji bo ku tola rêhevalên xwe yên şehîd hilîne timî xwe perwerde dike û xwe di îdeolojî û felsefeya Rêber APO de xwe kûr dike.

Gerîla Rûbar Li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk a qirker, ji xwe re dike esas ku di têkoşîna xwe de xwe şareza bike û hevrêyên xwe perwerde bike. Wezîfeyên xwe bi biryardariyeke mezin, bi îradeyeke xurt bi cih tîne. Gerîla Rûbar bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan dibe ku derbên giran li dewleta Tirk a dagirker tê xistin. Di asta pêşengiyê de gelek çalakiyan jî koordîne dike.

Faşîzma DAÎŞ'ê sala 2014'an dema ku êriş bir ser xaka Başûrê Kurdistanê û hewl da gelê Kurd qir bike, Gerîla Rûbar rahişt çeka xwe û bû yek ji fedayiyên ku ber bi eniya herî pêş ve beziya. Li Mexmûr û Kerkûkê li dijî paşverûtiya DAÎŞ'ê bi lehengî şer dike, di vî şerî de birîndar dibe û ji bo ji eniya berxwedanê qut nebe bi her awayî hewl dide. Li eniya Mexmûr-Kerkûkê heta dawiyê dimîne û piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê têk dibe, ji nû ve vedigere Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji bo Gerîla Rûbat kijan beşê Kurdistanê têkoşîn bikira ferq nedikir. Li kur pêwîstî hebaya berê xwe dida wir û bi awayekî serkeftî erkên xwe bi cih dianî.

Bi biryardarî hewl dide ku tecrûbeyên wergirtî li ser bingeha rê û rêbazên serdema nû ya gerîla de li Bakurê Kurdistanê bixe meriyetê. Li ser vê bingehê berê xwe dide warê ku jê dayîk bûyî û derbasî herêma Rihayê dibe. li vê herêmê li hember qirkeriya Dewleta Tirk têkoşîn kirin di Gerîla Rûbar de hestek pir cuda ava dike. Demeke dirêj li vê derê dimîne û xwe ji dijmin diparêze. Bi tena serê xwe gelek kar û xebatan dike. Her erka ku dimeşîne encamên gelekî girîng û hêja bi dest dixe.

Gerîla Rûbar di 7’ê Kanûna sala 2021’an de wexta ku bi erka xwe radibe di encama êrîşekî dijmin de digihije şehadetê.

Tolgerê gelê xwe gerîla Rûbar heya kêliya ku şehîd dibe jî ji bo tola gelê xwe û rêhevalên xwe yên şehîd bigre têkoşîn dike. Li kuderê dibe bila bibe  bi tena serê xwe be jî milîtantiya Apoyî çawa dibe nîşanê herkesi dide. Jiyana wî ya 12 salên tije bi têkoşîna destanî ji bo hevrêyên wî dibe çavkaniya îlhamê, ew dibe meşaleyek ku rêya hevrêyên xwe ronî dike û di têkoşîna azadiyê de wê timî jiyan bike.

Kod Adı: Rûbar Hebûn
Adı Soyadı: Ferhat Tunç
Doğum Yeri: Riha
Anne – Baba Adı: Remziye – Kemal
Şehadet Tarihi ve Yeri: 7 Aralık 2021 / Riha

 

 

Rêhevalên wî yê têkoşînê

 

Kategori: Şehit Anıları