Hevrêyê me Bawer li navçeya Tatos a Erziromê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me li derdoreke xwedî zanebûna welatparêziyê ya kûr û girêdayî nirxên xwe yên civakî, mezin bû.
Di temenekî zû de li hemberî Tevgera me bû xwedî sempatî. Mîna her zarokek Kurd ê li Kurdistanê dijî, hevrêyê me jî di temenekî zû de rastiya dijmin fêm kir. Li dibistanên sîstemê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin her tim hişyar bû. Li dibistanên sîstemê yên ku kesan ji cewherê wan qut dikin û cudahiyan weke gef dibînin, ket nava fikarên kûr. Hevrêyê me di temenekî zû de ket nava fikarên kûr, jiyana gerîlayên ku ji ber şerê dijwar ê li Kurdistanê tevlî karwanê şehîdan bûne, mereq kir. Hevrêyê me xwest hem Partiya me hem jî gerîla ji nêz ve nas bike, di çarçoveya derfetên xwe de xwend û lêkolîn kir. Hingî ku temenê wî mezin bû polîtîkayên sîstem û dijmin ên ku ciwanan ji cewherê wan dûr dikin, hîn baştir fêm kir û muhasebeya wijdanî pêk anî. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, wezîfe û berpirsyariyên xwe dizanî û xwest di têkoşîna azadiyê ya gelê me de cih bigire. Di salên zanîngehê de di nava xebatên welatparêz û şoreşger de cih girt. Hevrêyê me şansê ku hîn baştir Tevgera me nas bike bi dest xist û her roja borî îdîa kir ku têkoşîna xwe mezin bike. Hingî ku xwend, ronî bû û ji bo pêşketina hevrêyên li derdora xwe jî tevkarî kir. Ji berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pir bandor bû ku ji bo li dijî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê gelê me biparêzin bi ruheke fedayî li ber xwe dan û lîstokên hêzên hegemon pûç kirin. Hevrêyê me di her warî de jiyan lêpirsîn dikir û xwest ji lêgerînên xwe re bersivê bibîne, Beşa Genetîk û Biyolojî ya Molekuler a Zanîngeha Teknîkê ya Erziromê berda û ji bo tevlîbûnê ket nava lêgerînan. Hevrêyê me ji bo mezinkirina mîrateya têkoşînê ya zarokên bi wêrek ên gelê me yên ku di pêvajoya dîrokî de cih girtine û tevlî karwanê şehîdan bûne, biryara tevlîbûnê da û berê xwe da warê gerîla.
Hevrêyê me di sala 2014’an de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn û li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me di nava demek kurt de adapteyî jiyana kolektîf a gerîla û şert û mercên zehmet ên çiya bû. Bi tevlîbûna xwe bû şervanekî mînak. Hevrêyê me bi dersên îdeolojîk û dîroka me ya têkoşînê hîn baştir fêm kir û hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran, zêde kir. Bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand. Di pêvajoyeke ku nava xebatên pratîk cih digirt de, çalakiyên fedayî û zêdebûna êrîşên li dijî gelê me bûn wesîle ku hevrêyê me li ser fedayîtiyê lêhûrbûnê bike. Hevrêyê me dizanî ku li dijî konsepta êrîşê ya li ser tevgera me û gelê me hatî destêkirin, encex bi têkoşîna mîna Zîlanê dikare bibe bersiv. Ji bo tevlîbûna Hêzên Taybet, pêşniyar kir. Hevrêyê me Bawer li ser xeta fedayîtiyê bi gavên jixwe bawer meşiya û kesayeta xwe ji bo jiyana azad a gelê me feda kir. Bi sekna xwe ya bi biryar û hevrêtiya xwe ya xurt, di perwerdeyên zehmet ên Hêzên Taybet re derbas bû. Hevrêyê me mayîna bi wan hevrêyan re yên ku bi çalakiyên fedayî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka têkoşîna me nivîsandine, weke şansekî mezin dît û bi lêhûrbûnên kûr ket nava lêgerînê ku ji pêvajoyê re bibe bersiv. Bi dersên îdeolojîk û leşkerî, hevrêyê me bi temamî xwe fedayê Partiya me kir û bi tevlîbûna xwe ya fedayî hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me ji bo derbasî qadên pratîk bibe û di warê leşkerî de tecrube bi dest bixe, israr kir û her wezîfe bi layiqî pêk anî. Di nava gelek xebatên ku ji bo Tevgera me stratejîk de, cih girt û di warê rêxistinî de tecrubeyên mezin bi dest xist. Bi tarzê xwe yê çareserkirina pirsgirêkan, tevlîbûna xwe ya bi moral a di jiyanê de û lêhûrbûnên xwe yên ji bo darbeyê li dijmin bixe, li her qadê şopên kûr bi hevrêyên xwe re hişt. Hevrêyê me xwest têkoşîna hevrêyên ku li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên Zap, Avaşîn û Metînayê bi fedayî li ber xwe dan û tevlî karwanê şehîdan bûne, mezin bike û ji bo biçe qadên ku şer lê dijwar pêşniyar kir. Hevrêyê me piştî pêşniyara wî hate qebûlkirin, derbasî qada Zapê bû û bû xwedî pratîkek serketinê. Di gelek çalakiyên serketî de cih girt û pêdiviyên berpirsyariyên ku girtine ser xwe, bê teredut bi cih anî. Bi kesayeta xwe ya girêdayî serketinê, sekna xwe ya bi biryar a di taktîkên demê de, tevlîbûna xwe ya bê navber a li ser xeta fedayî, bi karakterê xwe yê fedakar û kedkar bû mînakek şênber milîtaniya Apoyî ya fedayî.
Hevrêyê me 30’ê Gulana 2025’an di êrîşa dijmin de şehîd bû û heya nefesa xwe ya dawî weke endamekî xeta Apoyî di dîroka me ya têkoşînê de cih girt. Em dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrêyê me Bawer dewrî me kirî, bi serketinê bilind bikin û li ber bîranîna hemû şehîdên xwe em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
11’ê Pûşperê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





