Gelê Rojhilatê Kurdistanê zarokên xwe yên hêja û welatparêziya kûr daye Têkoşîna Azadiyê û timî li dijî êrîşên dijmin cewhera xwe parastiye.

Hevrê Helo li bajarê Kamyaranê ya ku welatparêziya kûr lê hebû jidayik bû. Ji ber malbata wî welatparêz bû û ji derdora wî ya nêzîk beşdarî nava refên Tevgera me bûbûn hişt ku ew di temenê xwe yê ciwan de bibe dilsozê partiya me PKK’ê. Wekî ciwanekî Kurd li hember ferzkirin û polîtîkayên asîmîlasyonê yên di dibistanên rejîmê de dihatin meşadim hesas bû, her tim xwedî refleks bû. Hevrêyê me, ji temenê xwe yê ciwan ve nakokî dijiya û li hemberî sîstema ku jiyanek azad pêşkêşî ferdan nake kete nava lêgerîneke kûr û xeyala ku tevlî têkoşîna pîroz a gerîla bibe, kir. Her ku mezin dibû, lêgerîna ji bo bersivên nakokiyan kûrtir kir û bi lêpirsîna wijdanî re li hember şerê li Kurdistanê bêhest nema. Hevrêyê me ji polîtîkayên rejîmê yên xizankirin û muxtackirinê haydar bû û beşdarî gelek xebatan bû. Bi kolberiyê debara malbata xwe kir û li hember jiyana bêrûmet a ku rejîmê li ser gelê me ferz dikir, bi hêrs bû. Hevrêyê me di salên ku zanîngeh dixwend de derfet dît Tevgera me bêtir fam bike û bixwîne, her ku felsefeya Apoyî xwend ronî bû. Rêbertiya me  parêznameyên ji bo civaka azad a ku li ser tepsiyeke zêrîn pêşkêş kiriye xwend, bersivên pirsên ku lê digeriya dît û ji bo rojên ku wê tevlî refên gerîla bibe amadekarî kir. Hevrê yê me biryar da ku beşdarî xebarên ciwanên şoreşger ên welatparêz bibe û di gelek xebatan de serketî bû. Beşdariya bi moral û helwesta wî ya dilnizm bandorl li ser kesên li dora xwe kir. Her ku Partiya me nas kir, têgihîşt ku divê têkoşîna xwe berfirehtir bike û di pêvajoya şerê rû dide de roleke çalaktir bilîze. Hevrêyê me li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li hemberî destkeftiyên gelê me li Rojava, Başûr û Şengal ji sekna ruhê fedaî yê milîtanên Apoyî hêzek mezin girt û ev yek rê li ber biryardariya mezinkirina têkoşînê vekir. Firotina jinên Êzidî li bazaran û berxwedana destanî ya li Kobanê biryardariya wî xurtir kir.

Mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet, wî gelek derfetên ku sîstema kapîtalîst pêşkêş dikir red kirin û di sala 2014’an de tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Hevrê Helo perwerdehiya destpêkê ya gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê wergirt, bi kesayeta xwe ya bi coş û kelecan zû tevlî jiyana çiya û gerîla bû. Ji ber ku berê di nava xebatan de cih girtibû, tecrûbeya wî ya rêxistinî hebû û di gelek mijaran de alîkariya hevrêyên xwe kir. Tevî ku şervanekî nû bû jî, ew zû gihîşt astek berpirsiyariyê. Hevrê Helo bi awayekî çalak beşdar bû, hewl da ku bersiva êrîşên dewleta dagirker a Tirk yên ku bi taybetî di sala 2015’an de pêşketin, bide. Ji ber vê yekê ew derbasî qada ku şer lê dijwar bû û di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt. Hevrêyê me zanîna xwe ya îdeolojîk bi serkeftina leşkerî tacîdar kir, hewl da ku ji êrîşên dewleta dagirker a Tirk re bibe bersiv, fedakarî û kedeke mezin da.  Di pêvajoya amadekirina tunelên şer ên li herêma Zapê ku rê neda dijmin de hewldaneke bêhempa meşand. Hevrêyê me bi aliyên xwe yên fedakarî û kedkarî hezkirina hevalên xwe qezenc kir. Hevrêyê me ji bo layiqî bîranîna hevrêyên leheng ku di dîroka têkoşîna me de şopa xwe ya bêhempa hiştine bibe û ji bo tola şehîdan hilgire linser taktîkên serdema nû sekinî. Hemû xebatên ku hem di nava tîmên bi tevger û tunelan de girtibû ser xwe bi hêjayî pêkanî. Piştî pêvajoya pratîkî ya dijwar, ew tevlî dewreya perwerdehiya îdeolojîk bû. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdehiyê lêhûrbûnên kûr jiya û qet di şêwazê jiyana Apoyî de tewîz neda. Her çû ku di aliyê îdeolojiyîk de kûr bû, biryardarî û azweriya wî ya ji bo têkoşînê jî mezintir bû. Hevrêyê me yê ku xwe di felsefeya Apoyî de kûr kir û di şer de jî di zanebûna berpirsiyariyên xwe yên dîrokî de bû û bi awayekî serketî perwerdehiya xwe temam kir. Hevrêyê me dîsa vegeriya qadên berxwedanê û derfet dît ku tiştên ku di dema perwerdehiyê de fêr bûbû, bixe pratîkê.

Her çend bi şehadeta xwişka xwe, hevrêya me ya hêja Viyan Helo, ku di 21’ê Nîsana 2024’an de li Qendîlê şehîd bû, pir bandor bû jî, dîsa jî têkoşîna xwe xurttir kir û di nava lêgerîna derbekê li dijmin bixe de bû. Dizanîbû ku rêya layiqbûna şehîdan di xwedîderketina xeta jiyandina Apoyî de ye. Hevrê Helo di 9’ê Mijdara 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Bi helwesta xwe ya zelal a li ser xeta PKK’ê di dilê hemû hevalên xwe de cih girt. Hevrê Helo wê her tim bi durustî, karakterê xwe yê fedakar û azweriya xwe ya ji bo azadiyê were bîranîn û bîranîna wî bibe sedema mezinkirin têkoşînê. Wek hevrêyên  wî, em ê erk û berpirsiyariyên ku hevrêyê me dewrî me kiriye bi hişmendiya ku di şexsê wî de hêjayî hemû şehîdên xwe bin, bi cih bînin.

11’ê Îlona 2025’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me