ŞEHÎD RONAHÎ CÎLO

Sûzan Agrali bi navê xwe yê şoreşgerî Ronahî Cîlo di nava malbateke welathez de li Geverê çavên xwe li dinyayê vedike. Malbata Agrali li hemberî asimîlasyona ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd ferz dike, ne rê daye dagirkeran, ne jî serî li ber zaliman tewandiye. Her çiqas ji ber welatparêziya xwe gelek rastî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker bûne jî, lê dest ji doza ku pê bawer bûn bernedane û her tim têkoşiya ne.

Sûzan jî mîna gelek zarokên Kurd tenê 2 sal dibistana dewletê dixwîne û hêj di temenekê biçûk de dest ji dibistanê berdide. Ew di serî de li wir tûjbûyîna pergala dewleta Tirk nas dike û kîna wê ya li beramberê vê yekê roj bi roj mezintir dibe. Sûzan dibîne ku jin ji rastîya xwe û dîroka xwe bêpar dimîne û di her kelîya jîyanê de gefên mirinê lê tê xwarin. Edî nema dikare van neheqîyan hezm bike û dest bi lêgerînên derketina ji vê rewşê dike. Heya cihekî legerînên xwe di bersivîne lê tê digihije ku ev yek ji bo xelasiyek bingehîn ne têrkere. Komploya Navneteweyî ku li hemberî Rêber APO çêbû, bandorek mezin li ser Sûzan çêkir û biryara tevlîbûna nav refên şoreşê da.

Sûzan di sala 2003’an bi navê Ronahî Cîlo li herêma Xakûrkê dest bi gerîlatiyê dike û êdî li ser şopên lehengan li navserên çiyayan dimeşe. Ew li warê Bêrîtanan çek hildigre destên xwe, gavên destpêkê davêje, guleyên xwe yên yekem diteqîne û rastiya kesayeta xwe di nava rastiya vê jiyanê de nas dike.

Heval Ronahî bi taybet ji rêhevaltiyê bandor dibe û hewldide her û daîm bi dilnizim nêzî rêhevalên xwe bibe.

Rêheval Ronahî piştî ku ezmûnên girîng li qada Xakûrkê digre, derbasî herêma Zagrosan dibe. Heval Ronahî bi taybetmendiyên xwe yên dilnizm û kedkar bala tevahî rêhevalên xwe dikşîne. Ew li gelek herêmên Zagrosê gerîlatiyê dike, ezmûnên xwe yên şer û jiyanê li wir mezintir dike. Heval Ronahî êdî pêşeng e. Ew xwe di hêla rêxistinî û bîrdozî de pêşdixîne û dibe şopdara Bêrîtanan. Ew hêvî di jiyanê de dibîne û bi moralekê mezin beşdarê jiyanê dibe. Di heman demê de ew di nava şer û pevçûnên giran de jî bi heman moralê pêşengtiyê ji rêhevalên xwe re dike, kêlî bi kêlî xwe zêdetir nêzî rastiya Rêber APO dike.

Heval Ronahî li ser esasê gihiştina hedef û armancên xwe sala 2008’an de bere xwe dide qadên perwerdeyê û derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz a Leşkerî dibe. Da ku pratîkek rast bike, pêşî xwe di warê bîrdozî de kûr dike. Di perwerdê de xwe pêş dixe û digihêje asta ku di hemû qadên jîyanê de têkoşîn bike. Heval Ronahî pêşniyar û lêhûrbûnên xwe ji bo qadên Bakûrê Kurdistanê bi rêxistinê re parve dike û pêşniyara wê tê qebûl kirin.  

Rêheval Ronahî di sala 2009’an berê xwe dide çiyayên Dêrsîmê.  Bi coş û kelecaneke mezin li herêma Dêrsîmê dest pê gerîlatî dike. Di gelek qadên cuda yên Dêrsîmê pratîk dike. Jina têkoşer Ronahî di warê leşkerî de jî dipije û digihije asta ku di artêşbûna jin de pêşengtî bike. Di xeta milîtaniyê ya PKK'ê de her tim bi israr e. Weke milîtaneke mînak li her derê, her wezîfê bê dudilî bi cih tînê. Bi vê taybetmendiya xwe di nava her şert û mercî de barê têkoşînê da ser milê xwe. Bi cidiyeteke mezin nêzî her karî bû, ji bilî serketinê pîvaneke din qebûl nekir û armanca serketinê her tim mezin kir.

 Bi dest pe kirina pêvajoya paşvekişandinê de derbasî Herêmên Parastinê yên Medya dibe. Heval Ronahî pêşniyara xwe ji bo perwerdê dike û derbasî perwerdeya PAjK ê dibe. Ew li wê derê pratîkên derbasbûyî li ser esasê felsefeya Rêber APO lêpirsîn dike, kesayeta xwe dahûrandin dike. Bi taybet jî rastîya jina azad de xwedî zanist dibe. Gelek taybetmendiyên jina azad di xwe de pêş dixe. Ango dibe jinek têkoşer, xwedî vîn û sekneke xurt û ji bo pêşerojan xwe amade dike.

Heval Ronahî piştî perwerdê demekê li qada şervanê nû wezîfe digrê ser milên xwe. Li vê derê hevrêyên xwe perwerde dike û ji bo bibin Gerîlayên Modernîteya Demokratîk kedeke mezin dide. Di vî karê perwerdeyê de kir ku hevrêyên ciwan Rêber Apo baştir nas bikin.

Heval Ronahî piştî demekê pêşniyar dike ku dîsa biçe Bakûrê Kurdistanê. Li ser esasê pêşniyarên xwe di sala 2015’an de dîsa berê xwe dide warê Dêrsîmê. Hevrê Ronahî dema berê xwe da Bakurê Kurdistanê ji xwe re kir armanca sereke ku şerê gerîla mezin bike, destê Rêber Apo xurt bike û di encamê de jî azadiya Rêber Apo misoger bike. Vegera li ser axa Dêrsîmê vê carê ji bo fermandar Ronahî hê cûdatir e. Dêrsîm ji bo Ronahî warê tolgirtinê ye, di gelek pevçûnan de di nava çeperên herî pêş de cih digre. Ew di şer de xwînsar û wêrek e. Lewra ew bi taybet ji hêla rêhevalên xwe mînak tê girtin û çawa ku di aliyê gerîlatiyê de pêşengtiyê dike di hêla jiyanê de jî ji her kesî re dibe mînak.

Di dîroka 22 ê Cotmeha 2016 an de li herêma Dêrsîmê gerîla çalakiyek berfireh li hember dijmin li dardixin. Gerîla Ronahî jî cihê xwe di nava vê çalakiyê de digre û di vê çalakiyê de derbên giran li dijminê dagirker dixe.  Di vê çalakiyêde gelek kuştî û birîndarên dijmin çêdibin û dijmin li vê herêmê dikeve nava bêçaretiyê de. Di vê çalakiya mezin de Heval Ronahî tevî 5 hevrêyên xwe tevlî karvanê nemiran dibe.

Rêhevalên Wê yên Têkoşînê

Kod Adı: Ronahi Cilo
Adı Soyadı: Suzan Ağralı
Doğum Yeri: Hakkari
Anne - Baba Adı: Zahide - Şemsettin
Şehadet Tarihi ve Yeri: 22 Ekim 2016 / Dersim