Milîtanê Fedaî yê Nûrhakan

          

 

Firat Berkpinar bi navê xwe ya şoreşgerî Nurhak Elbîstan li Mereşê ji dayîk dibe. Ew di nava malbatekê welathez ku nirxên xwe yên manewî diparêzê de mezin dibe. Firat di zarokatiya xwe de zû bi rastiya dijmin re rû bir û tê û bi lorînên dayîkan ya di derbarê qirkirinên welat de mezin dibe. Ew dizane ku xwedî lê derketina bi ax û welat wêrekî dixwaze, hezkirin û cewher dixwaze.

Di salên xwe yên ciwantiyê de Firat Berkpinar di nava lêgerînên azadiyê de ye. Ew dibîne ku pergal qirkirinên fîzîkî ya li ser gelê Kurd bi rêyên qirkirina çandî didomîne û dixwaze gelê herêmê bihelîne. Bi taybet li herêma Mereş, Elbistanê dewleta Tirk serî li polîtîkayên bişaftinê yên dijwar dide, dixwaze gelê herêmê ji têkoşîna neteweyî dûr bixîne, keda heyî ji rûpelên dîrokê derxîne û teslîm bigre.

Di encamên lêgerînên xwe de Firat di ciwantiya xwe de biryar dide û dixwaze xebatên ragihandin û çapemeniya azad bimeşîne. Ew demekê weke xebatkarê DIHA’yê ked dide. Di heman demê de Firat bi xebatên xwe re rastiya gelê Kurd jî hêj baştir nasdike, herêmên Kurdistanê yên din dibîne û dibîne ku êş û azara gelê Kurd li kî derê jî be, hevpar e.

Bi deme re Firat Berkpinar zextên dewletê yên li ser qada ragihandinê jî dibîne û êdî baş dizane ku di nava pergalê de têkoşîn bi tenê heya cihekê tê meşandin. Firat Berkpinar biryara xwe dide û êdî dixwaze beşdarî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bibe. Ew dixwaze têkoşîna li beramberê pergala kapîtalîst, ji bo welatekê azad bi awayekê herî radîkal bimeşîne û di 25’ê Cotmeha sala 2009’an de li Amedê beşdar dibe.

Êdî Firat Berkpinar şoreşger e. Ew bi navê Nurhak Elbîstan tê naskirin. Nurhak çiyayê welat bû. Nurhak cihê berxwedaniya şoreşgerên destpêkê bû, axa bav û kalan bû. Gerîla Nurhak jî bi rakirina navê çiyayê welat dixwaze xwedî li nirxên gelê xwe derbikeve û ristekê bi vî rengî bilêze.

Nurhak Elbîstan di bihara sala 2010’an de derbasî herêma Qendîlê dibe. Ew li wir perwerdehiya şervanên nû dibîne û jiyana gerîla roj bi roj baştir nas dike. Di destpêk de rêhevaltiya PKK’ê bala wî dikşîne. Di nava pergalê de her însan bi tenê bû, her kesek dijminê hev bû. Lê belê di nava refên PKK’ê de rêhevaltî bingeh bû. Ya herî girîng rêhevaltî, manewiyat û xwedî lê derketina bi hevdû re ye. Nurhak gelek ji vê yekê bandor dibe û dixwaze hemu rêhevalên xwe nas bike, alîkar be. Bi qasî ku ji rêhevalên xwe fêrdibe, tiştên ku bi xwe jî dizane fêrî rêhevalan bike.

Gerîla Nurhak heye sala 2012’an li Qendîlê fêrî gerîlatiyê dibe û gavên xwe yên yekem mîna şervanekê azadiyê diavêje. Ew gelek zû di nava jiyanê de adapte dibe û tevlî hemu pratîkan dibe. Ji ber jîrbûna xwe, ew xwe zû pêşdixîne û di nava salekê de mîna ku bi dehan salaye gerîlatiyê kiriye lê tê.

Di sala 2012’an de Nurhak derbasî Akademiya Şehîd Kahraman dibe. Ew li wir ezmûnên heyî xurttir dike û lêhûrbûnan di derbarê gerîlatiyê, tektîk û şer kûr dike. Gerîla Nurhak gelek tiştên nû fêr dibe û xwe ji bo pratîkên hêj girantir amade dike. Lêhûrbûnên Nurhak Elbîstan her daîm ji bo cîh û warên herî zehmet hene. Ew dem bi dem lêhûrbûnên xwe parve dike û di piştî akademiyê berê xwe dide çiyayên Amanosê.

Amanos bi bedewiya xwe hemêza xwe ji Nurhak re vedike. Li vê qadê gerîlatî hinekî din jî cûda bû. Ev der ji navenda Partiyê dûr bû. Nurhak li vir cardin fêmdike ku rêhevaltî jiyan e. Rêhevaltî Partî ye, rêhevaltî şer e. Rêhevaltî armanc e û bi tenê rêhevaltî riya rast a xwe gihandina azadiya Rêber APO ye. Ew li vê qadê hêj zêdetir bi rêhevalên xwe ve tê girêdan, bi girêdan û hezkirina xwe ya xûrt şerekê bêeman li beramberê xwînxwaran dimeşîne. Ew li vir vîna xwe ya ji pola nas dike û dibe gerîlayekê wêrek.

Piştî demekê Nuhrak Elbîstan derbasî herêma Tolhildanê dibe. Ew li çiyayên Meletî û Semsûrê gerîlatî dike. Jixwe Nurhak van deveran nas dikir. Nurhak li van deveran çavên xwe li dinyayê vekiribû, li van deveran behna axê girtîbû, li van deveran dijminê xwe naskiribû, dîsa li van deveran şîveriyên ku ber bi azadiyê ve diçûn dîtibû.

Ew dixwaze li vê herêmê encamên mezin bigre û bendewariyên Partiyê pêk bîne. Barê li ser milên Nurhak giran e. Barê wî çi qasî giran jî be, vîna wî ya ji pola û baweriya wî ya bi şoreşê re hêza têkoşînê didin wî. Bi hêza ku ew ji Rêber APO û Şehîdên şoreşê digre, Nurhak Elbîstan beşdarî pratîkê dibe. Nurhak mîna gerîlayekê bi ezmûn û tecrûbeyên mezin beşdarî şer dibe. Ew pir wêrek e û her daîm di çeperên herî pêş de cih digre, derbên giran li neyar dide.

Di Avrêla sala 2017’an de gerîla Nurhak Elbîstan bi sê rêhevalên xwe re derbasî herêma Semsûrê dibe. Di navbera du gundan de tevgerîna leşkerên Tirk zêde dibe û her çar gerîlayên azadiya Kurdistanê bi lêşkerên arêtşa Tirk re dikevin nava pevçûnên giran. Nurhak jî mîna rêhevalên xwe bi wêrekiyekê mezin şer dike û tirs û xofeke mezin di dilê neyar de avadike. Di encama pevçûnên giran û êrîşên hewayî Nurhak Elbîstan bi rêhevalên xwe Koçero Meletî, Rênas Avaşîn û Zerdeşt Çarçella re di 29’ê Avrêlê de tevlî karwanên Şehîdan dibe.

Wê Şehîdên herêma Tolhildanê her daîm di dilê rêhevalên xwe de bijîn û xeyalên wan yên nîv de mayî wê bi zaferê re bên tacîdar kirin.

Rêhevalê wî yê Têkoşînê

Kod Adı: Nurhak Elbistan
Adı Soyadı: Fırat Berkpınar
Doğum Yeri: Maraş
Anne - Baba Adı: Zeynep - İsmail
Şehadet Tarihi ve Yeri: 29 Nisan 2017 / Adıyaman