FERMANDARA DIL WÊREK - ŞEHÎD AMED KÎM

          

Fatma Îsmaîl, bi navê xwe ya şoreşgerî Amed Kîm di 29’ê Îlona sala 1981’an de li bajarê Hesekê ji dayik dibe. Fatma çawa ku çavên xwe li cîhanê vedike, rastiya dijminê xwe nas dike. Ew di serî de zimanê dayikê fêrdibe, yekser pîvanên welatpareziyê dike bingehên jiyana xwe. Li vir xwedî lêderketina çanda xwe wekê şerefeke mezin tê dîtin û dibe mijara ku dayîk pê serbilind bin.

Ji ber malbata Îsmal welatparêzên kevnarbûn ew bi hatina Rêber Apo ya qadên Rojavayê Kurdistanê û Suriyê PKK naskiribûn û ji ber girêdana xwe ya bi xaka xwe ve, dîsa ji ber naskirina dijminê xwe, zû xwe nêzî Tevgera Azadiyê kirin. Di hawirdora malbatê de, gelek beşên civakê û mirovên nas ên xwedî firsenda dîtina Rêbertiya Partiyê jî hebûn. Li ser vê esasê Fatma jî hê di temena xwe ya gelek biçûk de bi xeyalên dîtina Rêber Apo ve mezin dibe.

Erê hê di zarokatiya xwe de Fatma Îsmaîl bi xeyala dîtina Rêber Apo û bûyîna gerîlayekê azadiya Kurdistanê mezin dibe. Navenda jiyana wê ev e. Di vê temena xwe de ew vê yekê jî dizane ku ji bo ku mirov bibe gerîlayek divê mirov nasbike û li gorî naskirina xwe dikare beşdarî têkoşînê bibe.

Li ser vê esasê dema ku temenê Fatma êdî têrker e, di heman demê de dema ku Komploya Navneteweyî li ser Rêber Apo tê meşandin, di tevahiyê cîhanê de serhildanên gel, dîsa fedayîtiya gerîlayan dertê holê. Ev yek hestên wê yên welatparêzî û yên tolhildanê geş dikin. Li ser vê esasê Fatma Îsmaîl di 29’ê Sibata sala 1999’an li Hesekê beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe. Fatma Îsmaîl êdî bi navê xwe ya şoreşgerî Amed Kîm tê naskirin.

Amed Kîm gerîlatiya xwe ya destpêkê li qada Maxmûrê dike. Li Maxmûrê ew cardin bi rastiya gelê Kurd ya welatparêz re rû bi rû dimîne û hewildide rêxistinê nêztir nas bike, xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr bike.

Piştî demeke kin gerîla Amed derbasî herêma Zapê dibe. Li Zapê ew kedê nas dike û di jiyanê de dibîne ku her mirovek bi keda xwe ya ji bo şoreşê hebûna xwe ava dike. Li vir keda ku ji bo rêhevalên xwe tê dayîn mijareke sereke ye. Ji ber ya ku di pêvajoyên zor û zehmet, dîsa di kêfxweşiyê û kêliyên serkeftinê li keleka wê ye rêhevalên wê ne. Ya ku jiyanê avadike jî ev e.

Dîsa piştî qada Zapê, li Garê jî gerîlaya jin Amed Kîm wan lêhûrbûnên xwe yên di derbarê kedê û girêdana vê ya bi jiyanê re didomîne. Ew li vir ji ber nêzbûnên xwe yên li beramberê jiyanê û rêhevaltiyê yên hişyar û hesas dibe fermandara tîmekê û ji aliyê rêhevalên xwe gelekî tê hezkirin.

Weke her gerilayeke azadiya Kurdistanê, Amed Kîm jî dixwaze di çeperên pêş ên şer de cîhê xwe bigre û aktîf têvlî şerê gerîla bibe û berê xwe dide çiyayên Zagrosan. Li Kelaşîn, Xakûrkê û Xinerê ew li  çiyayên asê yên Kurdistanê xwe nas dike, li vir ew rêhevaltiya xwe xurttir, vîna xwe qewîmtir dike û weke gerîlayekê jin, weke fermandarekê jin hewildide di her nêvenga ku lê ye bi jiyan û têkoşîna xwe rolekê diyarker bileyze.

Di 22’yê Tirmeha sala 2009’an de gerîlayan li beramberê leşkerên artêşa Tirk çalakiyeke bi serkeftî pêk tînin. Di vê çalakiyê de gerîla Amed jî rolekê giring dileyîze û pêşeng e. Ew di çeperên pêş de, li cîhên herî nêzî dijminê xwe ye û di vê çalakiyê de birîndar dibe. Di encama birîndariya xwe, Amed Kîm di 24’ê Tirmehê de tevlî karwanên nemiran dibe.

 

Rêhevalên wê yên têkoşînê

 

Kod adı: Amed Kim
Gerçek adı ve soyadı: Fatma İsmail
Doğum tarihi ve yeri: 29/09/1981/ Haseki
Katılım tarihi: 29/02/1999 Haseki
Ana adı: Ezmiran
Baba adı: Beşir
Şahadet Tarihi: 22 Temmuz 2009 Botan Cudi'de Eylemde Şehit