BAGERNAME

           

JANA DIL

 

Ne zeman dikariya pêşiya hêviyên te bigire 

ne jî feleka bêbext

Tu wek barana demsala buharê diherikî 

li nav mêrg û zevîyên bi bereket 

Em dê navê te li ser her dilopek 

barana meha avrêlê binivîsin

da ku tu ji nû ve şîn bibî li nav baxçeyên gulbuheştan

Em ê evîna te li ser ba û bageran bireşînin 

bila erd û asîman bi eşq û dildariya te sermest bibe

Em ê çîrokên te yên şer û cengên giran 

di guhê zarokên agir û rojê da vebibêjin 

da ku pê bask bibin û pê bifirin

Jixwe ew rûgeşiya rûyê te 

mirov ber bi hesret û keserên azadiyê ve diherikand

Em ê wî rêgeşiya rûyê te 

li ser jan û birînên xwe da biçînin 

da ku em pê sax û silamet bibin

Te mîna gulan dixemiland kaniyên evîngehan

Evîn bi evîna te li rastiya xwe vedigeriya

Em ê evîna te li ser baskên kevokên azadiyê xîz bikin 

û ber bi giravê ve bi rê bikin

Wê dengê pêlên evîna te biçe guhê Şahê Şahan

Dê wê demê çiyayên Ararat û Zagrosan 

herin tewafa eşqa te ya heqîqetê

Dê Cîlo û Çarçella dîwana evînperestan 

di singa xwe da ava bikin

Dê gul û bilbilên Çiyayê Simbilê 

ji rondikên xwe ji te re deryayekê ava bikin 

da ku tu di reşahiya çavên rojperestan de bijî

Em ê te bikin pîvana hemû pîvanan

Hevrêyê doza nemiran 

tu yê her bi me re bimînî

Dê ev dilê me 

her tim ji bo te lêbide

 

BERBANG

 

Ref bi ref li pey hev dimeşin karwanê evînperestan. Berê berbanga sibehê mirov ji dengê lingê karwanên dildarên şêverêyan ji xewn û xeyalên welatê rojê şiyar dibû. Mîna moriyên reş û zer, li du hev û du bi yek awaz û yek ahengê diherikîn di rêçeşevên dûr û dirêj de. Li ser pişta wan tenê tûrikê nan û ava wan hebû. Carna dibûn mêvanê şikeft û zinaran, carna jî dibûn mêvanê darkevot û darberûyan. Yek di nav wan karwanan da bû, jê ra digotin Bagerê Serhedê.

Belê, ev nav xweş li wî hatibû. Wek ba û bagerê Serhedê bû. Ew serkêşê meşên dûr û dirêj bû. Wek bagerê diherikî di nav lat û zinarên têkelî hev da. Ne tarîtiya şevê li wî dibû asteng ne jî ewrên reştarî. Ew kêlî bi kêlî, gav bi gav, xulek bi xulek, ber bi hêviyên xwe yên zarokatiyê ve bask vedikir û difiriya. Carna komê xwe li ser zozanan datanî û carna jî li ser mêrg û çîmenan. Wî konê xwe bi hêvî, serkeftin, serfirazî û bi rûmetiyê dagirtibû. Ji ber ku wî bi destên dayikên dilpola konê xwe dabû rêstin. Her demsalên salê, wî konê xwe li gorî rewşên jînê radixist. Mîna keştiya Nûh hemû zindî di bin konê heval Bager de kom dibûn.

Ew ne tenê bi hevalan re heval bû. Ew bi hemû zindî û bi hemû nebatan re jî heval bû. Wî dilê xwe ji her tiştî re vekirîbû. Dilê wî wek bihuşta li ser rûyê erdê bû. Hemû deng, reng û bêhn di quncika dilê xwe de ava kiribû. Evîn û eşqa rasteqînerî, wî di pirtikên hestên dilê xwe de afirandibû. Ji ber vê Ferhad, Siyabend û Memê Alan hesûdiya evîna wî dikirin. Wî bi germahîya evîna xwe a bêhempa, şevên çileya zivistanê vedigerand kelegerma gelawêja meha hevînê. Wî bi kelecana eşqa xwe, cemed û qeşayên kevneperest a li ser dilê şermok diheland. Wî bi hezkirina xwe mirî ji xew radikirin û bi wan re digirte govenda pêşwazîkirina lehengên Cîlo û Çarçela yên nemir.

Wî bi dengê xwe yê dengbêjiya Serhedkî Şahê Dengbêjan Şakiro cardin li jiyanê vedigerand ku li ber senfoniya awaz û ahenga wî avên çeman disekinî. Wî bi rengê xwe yê keskesorî reng dida binevş û berfînên çiyayên bejinbilind. Wî bi bêhna xwe ya bi misk û ember rihan û beybûnên çemên Dîcle, Firat û Xabûrê sermest dikir. Wî bi bedewiya xwe hêvî û cesaret dida xweda û xwedawendên ku textê xwe li serê Çiyayên Zagrosan daniye. Wî bi şewqa xwe dilê hejar û sêwiyên li ber dîwarên çerxa felekê ronî dikir. Wî bi têkoşerî û berxwedaniya xwe textê noker û kûjeran bi erdê re kire yek. Wî bi mêrxasî û wêrekiya xwe ya canbexşane rê li hemberî hov û teresên Turanî û Osmanî girt. Wî bi camêriya xwe ya resen, rê danî pêşiya keç û xortên çeleng yên Serhed a serbilind.

 

Nîvroj

Roj, heyv û stêrk tev şahidê şerkeriya te ne, ku te heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ber xwe da û te di dîroka zêrîn de cihê xwe yê serbilindiyê da çêkirin. Ewr, baran û mijê jî yek bi yek çavdêriya kêliyên te yên bi tijî çîrok û destan dikirin ku dê jê xwedayên xwe yên li asînanan re vebibêjin.

 

Nîvroj bû, rojê bi hemû heybeta xwe tîrêjên xwe berdabûn li ser dar, ax û zinaran. Dû û dûman li ser kevirên reş û sipî radibû. Koremar û marmarûşk di cihê xwe de mit bibûn. Perperîk li sîbeleka darêkê digeriyan ku xwe bidin hênikahiya pelên wê. Mêşên reş û zer vizeziva wan bû ji ber germahiya tîrêjên meha gelawêja havînê, tu dibêjî qey dê niha bifetisin. Tehtên Cîlo û Çarçela dikeliyan, wek reşoya li ser darên tawî û gihûjan. Lê ji hêla din ve, germahiya kalaşnîkov û biksiyan rûyê asîman diçirand.

Erê, nîvroj bû, roj li nîvê asîmanê şîn bû. Ne dengê bahoz û ne jî dengê qebqeba kewên gozel dihat. Lê agirê eşqa wî ji ya gelawêja meha havînê pir dijwartir bû. Ewqas dijwar bû ku, lat û zinar, wek find û çirayên şevên çileya zivistanê diheliyan. Ne pola ne jî hesin xwe li ber germahiya evîna wî radigirt. Ji ber ku wî dildariya xwe bi rondikên çavên şehîdên mezin dagirtibû û bi xeyalên canbexşane neqişandibû. Ji germahiya gelawêja havînê, mina barana meha nîsanê, dilopên xwîdanê xwe berdidan li ser cilên te yên zerbelek. Lê te westandin nas nedikir. Ji ber ku te her kêliya xwe bi kedê tijî dikir.

Te digot: “Ez aşiqê kedê me. Keda herî pîroz keda azadiyê ye. Azadî bê ked nayê. Mirovên ji bo azadiyê kedê didin, ew her timî têne hez kirin”. Di reşahiya çavên te de, xuya dikir evîn û eşqa te ya keda azadiyê. Mîna benîştê kerengzeran, te xwe bi keda mirovahiyê ve dabû girêdan. Ne şevê xewa te dihat û ne jî bi roj hedara te dihat. Tu fena bayê li asîman bû. Hema bist û çar saetan di tevgerê da bûyî. Tu hem fermandar, şoreşger û heman demê de jî kedkarê welatê xwe bû. Ji ber van teybetmendiyên xwe, te dilê her hevalekî dadigirt. Te xwe kiribû şerbet û bi her hevalî dabû vexwarin. Ji bo wê jî em tev bibûn evîndarê hevrêtiya te ya bi rûmet.

Me xwe li ba te bi ewle didît. Me ji te hêz û bawerî digirt, me ji te vîn û eşqa heqîqetê digirt. Me ji te coş û peroş û wêrekî digirt. Me di nêrînên te da rojên azad didîtin. Me di rûyê te de paşeroja zarokên dest bi kevir didît. Me di keda te de gulên adarê yên kesk, sor û zer didîtin. Tu li her derê bû. Me li ku binêriya tu li wir bû. A rastî tu di dilê me tevan da bû. Ruh û giyana me, xeyal û xewnên me û pêşeroj û paşeroja me tev yek bû. 

 

Şeva Dawî 

 

Êdî rojê asoyê xwe yên xemrevîn li pey xwe dihişt û ber bi şopeka din ve û bi gavên xwe yên hûr û kûr diçû. Êdî reşahiya şevê mîna çavkorekê xwe berdida li ser rûyê bîranînên me. Şewqa asoyên rojê hêviyên me dixemiland di dema xatir xwestinê de. Me hêvî û bîranînên xwe di paxila tîrêjên asoyan da hişt û me pişta xwe da şevreşa tarîstan. Me keser û mereqên xwe li ser singa rojê de rijand û me berê xwe da ronahiya heyva çardehşevî. Dê ronahiya heyvê şahidiya şeva me ya dawî bikira.

Stêrkan xwe bêdeng kiribûn. Diyar bû ku nedixwestin bibin şahidê vê şevê. Ji ber ku em her şev bi wan ra diaxivîn û ji wan re helbest û stran digotin. Ev bêdengiya wan em xistibûn metirsiyê. Agirê me hêdî hêdî pê diket û germahiya wê xwe li rûyê me dida. Ji hêla bakur ve jî bayekê hişk xwe li pişta me dida. Aliyekê me germ dibû aliyekê me jî dicemidî.

Çirûskên ji agir belav dibûn, xwe tavêtin li ser rûyên me yê bi ken. Kêlî hene ku çiqas dem û wext di ser re derbas bibin jî nayên jibîrkirin. Ew kêlî jî yek ji wan kêliyan bû. Carna mirov ji kêliyeka rojekê, ji rojekê mehek, ji mehekê jî salek û ji salekê jî bêdawîtiyê diafirîne. Bi coş û xiroşa heval Bager, baskên mirov vedibûn û mirov bi azad di xeyalên balindeyan da difiriya. Mirov xwe di germahiya dilê wî de hîs dikir. Wekî ku dê ev şev qet bi dawî nebe. Em ketibûn di nav aşop (xeyal) û bîranînên rojên bê da. Lê şev dereng bû û çavên me êdî li benda xewa hişkesahiyan bû.  

 

Veqetandin

Te per û baskên xwe vekirin, mîna kevokên bûharên ku berê xwe didin lat û zinarên bilind û bi heybet difirin. De bifire û here ber bi asîmanê hêviyan ve. Ez dê gotinên te li ser zewiyên asîmanê heftan biçînim. Daku stêrk li ser bifirin. Dê baranên meha avrêlê her tim bi bereket bibarin. Li ser mergên keseran. Ez dê kenên te li ser deryaya çavên xezalan de bireşînim. Bila dilê karxezalan bi kenên te yên azadiyê geş bibe. Em dê ji dengê te yê mîna şerbeta kevanê şêrîn, pêşbirkên sazbend, defjen û bilûrvanan li dar bixin. De here! Qulingên bêriyê li hêviya silavdayîna te ne. Ew dê çil û çar rojan sema û dîlanê bigerînên. Ji bo lehengiya te ya bêhempa.

Dê gulên zozanan tev werin govenda te ya mêrxasiyê. Dê bilbil ji te re klama Şakiro ya Keleha Xinûsê bibêjin. Erê, tu ji refê xwe veqetiyayî û bilindtir difirî. Tu her tim ber bi jor ve diçî, hema piçek maye tu stêrkan derbas bikî. Vîn û armanca te pir mezin bû. Lewma tu ewqas bilez ber bi nîrwanayê ve diçî. Tu bûyî mîna bayê Serhedê ber bi lûtkeya Çiyayê Araratê ve bilind dibî. Her ku bilind dibî ewqas jî nêzî hêvî û mereqên xwe dibî. Em dê xeyalên te li serê Çiyayê Araratê biçînin. Daku ji dîrokê re berhemên nû bide afirandin.

 

Qadên Azad, 2023 

Kod Adı: Bager Erdal
Adı Soyadı: Rıdvan Alkan
Doğum Yeri: Agirî
Anne – Baba Adı: Hamdiye – Ahmet
Şehadet Tarihi ve Yeri: 27 Ekim 2020 / Cîlo 

 

Kategori: Şehit Anıları