Gelê Botanê, ku di tevahiya dîrokê de bi qehremanî li hember dagirkerî, mêtingerî û êrîşên qirkirinê li ber xwe daye, vê yekê deyndarê egîdên wêrek ên ku wan ji nav xwe derxistine ye.

Van egîdan li hember her êrîşeke li ser gelê me bi bêdudilî pêşengiya berxwedanê kirine, rûmet û nirxên wan parastine. Ji ber vê sedemê, herêma Botanê di tevahiya dîrokê de tu carî li hember dagirkeran serî netewandiye û her tim bi berxwedana xwe hatiye nasîn. Hevrê Adil, yek ji egîdên hemdem ên gelê Botanê, li Şirnexê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber malbata wî dilsozê çand û kevneşopiyên Kurd bû, ew bi kokên xwe ve girêdayî mezin bûye; di temenê xwe yê biçûk de karakterê serhildêr û berxwedêr ê gelê Botanê bi dest xistiye. Bi saya rihê welatparêz ê kûr ê malbat û derdora xwe, hevrê Adil ji temenê xwe yê biçûk ve têkoşîna me nas kiriye, hezkirin û dilsoziyeke kûr ji bo gerîla pêş xistiye û xeyal kiriye ku bibe gerîla. Hevrêyê me, ku li dibistanê rastî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê me hat, fêm kir ku armanca dewletê qirkirina gelê Kurd e. Hêrsa wî ya li hember vê yekê, wî hîn bêtir nêzîkî têkoşîna azadiyê kir. Dewlet nekarî bi rêya asîmîlasyonê encam bi dest bixe, êdî serî li polîtîkayên zext û komkujiyê da û ev yek jî tenê hêrs û biryardariya hevrê Adil zêde kir. Hevrêyê me, ku di ferqê berpirsiyariya xwe de bû, dizanibû ku ew tenê dikare vê berpirsiyariyê bi tevlîbûna çalak a têkoşînê bi cih bîne.

Hevrê Adil, ku li ser vê bingehê tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû, zû rastiya têkoşînê ji nêz ve fêm kir. Tevlîbûna wî ya çalak û fedakar di rêxistinkirin û tevlîkirina gelek ciwanên Kurd de roleke girîng lîst. Hevrê Adil bi taybetmendiyên xwe ya jidil, dilsoz û domdar bandor li derdora xwe kir û zû bû pêşengê ciwanên Şirnexê. Dema ku dewleta Tirk di çarçoveya "Plana Hilweşînê" de li dijî gelê me li Şirnex, Nisêbîn, Cîzîr, Sûr û gelek navendên din ên welatparêz êrîşên qirkirinê da destpêkirin, hevrê Adil û ciwanên welatparêz ji destpêkê ve li hember van êrîşan li ber xwe dan. Hevrê Adil, ji bo berpirsiyariya parastina gelê xwe bi rengekî fedaî li ber xwe da, mil bi mil bi yekîneyên gerîla re li dijî dijmin ku li navenda Şirnexê kom bibû, tevlî berxwedanê bû.

Tevî ku tecrûbeya wî ya şer tune bû jî, ew zû fêrî taktîkên gerîla bû û performansek li gorî rola pêşengiyê nîşan da. Bêyî ku temenê xwe yê ciwan an jî tecrûbeyê xwe bike hincet, wî ruhê xwe yê fedaî di her çalakiyê de nîşan da. Di vê demê de, ew fermandarên fedaî yên Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê hevrê Zeryan Denîz Amed (Ayşegul Kaçar) û Salar Acem (Emin Salihi) nas kir û ligel wan roleke çalak lîst. Di rojên destpêkê yên berxwedanê de, wî navê Şehîd Adil Bilikî (Ramazan Aybi), fermandarê efsanewî yê Kurdistanê li xwe kir û bi hestek berpirsiyariyê ya kûr têkoşîn domand. Bi şêwaza xwe ya balkêş û jêhatîbûna xwe di taktîkên gerîla de ji bo hevrêyên xwe bû mînak. Hevrê Adil, di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de ya li Şirnexê derbên giran li dagirkeran xist. Hevrê Adil di demên herî zehmet de bi îradeya xwe ya Apoyî ya bêdawî, dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re û azweriya xwe ya ji bo jiyana azad bi qehremanî li ber xwe da.

Piştî berxwedana xwerêveberiyê hevrê Adil, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Pêşî derbasî herêma Cûdî bû û dû re jî derbasî herêma Bestayê bû. Di vê demê de, derfet dît ku gelek hevrêyên hêja bibîne û hêz ji wan bigire. Hevrê Adil ji ber ku yek ji lehengên berxwedana xwerêveberiyê bû, hurmeta hemû hevrêyan qezenc kiribû. Hevrêyê me li ser vê bingehê bû xwedî tevlîbûnek xurt. Piştî ku demekê li Çiyayên Botanê derbas kir, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li wir li herêmên Garê, Heftanîn û Zapê têkoşîn meşand. Li van herêman hevrê Adil perwerdehiya taktîkên gerîla yên dema nû dît û bi awayekî çalak beşdarî gelek çalakiyên li dijî êrîşên dijmin bû. Li vir erkên xwe bêqusûr pêk anî û ezmûna xwe xurttir kir. Hevrê Adil, ji hevrêyên xwe re her tim li ser berxwedana xwerêvebirinê nîqaş pêş dixist, dihêşt ku lêhûrbûn pêş bikeve û ezmûn bi dest bixin. Hewldanên wî yên ji bo tespîtkirin û derbaskirina kêmasiyên di dema şer de, wî ji bo pirsgirêkên pratîkî yên nû amade kir. Hevrê Adil, ku armanca wî ya ewil vegera bo Kurdistanê û şerkirina li dijî dagirkeriyê bû, ji hêla îdeolojîk û leşkerî ve xwe pêş xist. Di heman demê de bi sekn û pîvanên xwe yên red-qebûlkirinê karî bawerî bide hemû hevrêyên xwe. Hevrêyê me di erkên girîng ên Tevgera me de cih girt û bi hesasiyetek mezin nêzîk bû û bêkêmasî bi cih anî. Hevrêyê me di nava van xebatan de lêhûrbûnên kûr jiyan û xwe di her warî de ji bo têkoşîna li Bakurê Kurdistanê amade kir. Li ser vê bingehê hevrê Adil tevlî perwerdehiya fermandariyê ya li Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz bû û li vir derfet dît ku lêhûrbûnên xwe xurtir bike. Hevrêyê me li vir hîn bû ku ji perspektîfek berfireh li têkoşînê binêre û girîngiya her xebatek di berfirehkirina têkoşîna me ya azadiyê de fêm kir.

Hevrê Adil piştî ku bi rengekî serketî perwerdehiya xwe qedand, tevlî xebatên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bû û bi biryardarî û ruhê xwe yê pêşengiyê di gelek waran de xwe zû pêş xist. Bi taybetî beşdarî amadekariyên xebatên îlankirina bîranîna hevrêyên me yên şehîd bû û qehremaniya wan ji bo gel û dîroka me nemir kir. Hesasiyet, fedaîbûn û beşdariya wî ya bênavber ew kir hevrêyekî mînak. Hevrêyê me yê ku her tim berê wî li Bakurê Kurdistanê bû, piştî demek kurt derbasî xebatên li Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me li vir xebatê quriyetiyê kir û tevî zehmetî û xeteriyan jî bi sebr û xwînsariyek mezin hevrêyên xwe derbasî Bakurê Kurdistanê kir û di berfirehkirina berxwedana li wir de bû xwedî kedek mezin. Li herêma Metîna tevlî berxwedana bû û gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin xistin, bi rê ve bir. Bi biryardarî, baweriya xwe ya bênavber û hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin tevlî çalakiyan bû. Hevrêyê me bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser çeperên dijmin de çû û dest danî ser çekên dijmin. Hevrê Adil ku bi wêrekî û tevlîbûna xwe ya fedaî xwe da têkoşîna me, bi vê sekna xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bû milîtan û fermandarek mînak. Em soz didin ku em ê bîranîn û armancên hevrê Adil ku di êrîşên dijmin ên 30’yê Îlona 2024’an de tevî hevrêyên xwe tevlî kerwanê şehîdan bû, bi serketinê tacîdar bikin.

 

10’ê Mijdara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me