Hevrêya me Delîla ya ku dema tevlî nava refên gerîlayan dibe ji heybeta çiyayên Kurdistanê, hevrêtiya gerîlayan xwe dispêre azadiyê û jiyana komunal bandor dibe, di nava demeke kurt de fêm kir ku jiyaneke azad bes girêdayî van yekan pêkan e.

Ji ber vê yekê bi awayekî gelekî bi coş û kelecan tevlî jiyanê dibe. Hevrêya me ya ku ji bo nava refên gerîlayan tevlîbûneke hestiyartir pêk tîne,  bi saya perwerdeyên ku digire dixwaze vê yekê zanedartir bike. Hevrêya me ya ku ji bo vê yekê tim û tim hewl dide, bi taybetî jî nirxandin û analîzên Rêbertiya me dixwîne û dixwaze xwe pêş bixe. Hevrêya me ya ku encamên bi vî awayî yên girîng bi dest dixe, li gel taybetmendiyên ku ji pergala kapîtalîst girtine dikeve nava têkoşîneke mezin. Hevrêya me Delîla ya ku xwe bi temamî dibexşîne têkoşîna azadiyê, pê dihese ku ev yek kesateke milîtanî hewce dike. Hevrêya me ya ku ji ber vê yekê dixwaze di destpêkê de xwe di xeta azadiya jinan de pêş bixe, di tevahiya pêvajoya perwerdeya xwe de dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêya me ya ku fêm dike ku heya ku xweparastin nebe azadî pêk nayê, taktîkên sereke yên gerîlatiyê hîn dibe û bingeheke girîng bi dest dixe.

Hevrêya me Delîla ya ku piştî perwerdeyên xwe bi awayekî serkeftî temam dike û li Herêmên Parastinê yên Medyayê têdikoşe, piştre bi israr dixwaze Şengalê bibe û li wir li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer bike. Hevrêya me ya ku şerkirina li dijî çeteyên ku bi hezaran jin qetil kirine û nêzîkatiyên dermirovî nîşan dane, weke sereketirîn erkê xwe diyar dike, ji bo ku berpirsiyariyên xwe yên li hemberî jinan bi cih bîne di pêvajoya şerî ya herî dijwar de derbasî Şengalê dibe. Hevrêya me Delîla ya ku li vir demeke dirêj têdikoşe, tevî ku li vir nû ye jî bi cesareta xwe ya di nava şerî de ji hemû hevrêyên xwe re dibe mînak. Hevrêya me ya ku digihîje wê baweriyê ku bi her derbeya ku li çeteyan dixe wê tola jinên ku hatine etilkirin û di bazarên koleyan de hatine firotin, bistîne, roj bi roj têkoşîna xwe mezintir dike. Hevrêya me ya ku di heman demê de ji bo bidestxistina hişmendiya xweparastina jinên Êzidî hewleke mezin nîşan dide û xwedan kedek mezin e, bi sekn, tevlîbûn û fedekariya xwe di birêxistinkirina gelek jinên Êzidî û tevlîbûna wan a ji bo navarefên têkoşînê de xwedan kedeke mezin e. Hevrêya me Delîla ya ku dema li Şengalê dimîne taybetmendiyên civakî yên sereke yên gelê me yê Êzidî hîn dibe, bi vî awayî derfeta ku zêdetir li ser rastiya gelê me xwe kûr bike, bi dest dixe. Bi saya nêzîkatiyên xwe yên gelparêz li ser gelê meyê Êzidî bandoreke mezin dihêle û dibe wesîle ku ew zêdetir xwedî li şoreşa azadiyê derkevin. Hevrêya me Delîla ya ku di pêvajoya ku li Şengalê dimîne de di warê leşekerî de tecrûbeyên girîng bi dest dixe û di rizgarkirina xakên Şengalê yên ji çeteyên DAÎŞ’ê de xwedî roleke mezin e, di heman demê de rastiya civakî ya gelê me baştir nas dike û bi awayekî yekgirtîtir li nêzî xebatên şoreşê dibe. Hevrêya me ya ku dikeve nava kûrbûneke bi vî awayî ya mezin, piştî ku erkê xwe yê li vir temam dike dubare berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên bêriya wan dike.

Hevrêya me Delîla ya ku piştî vedigere çiyayan kêfxweşiya xwe bi tevlîbûna xebatan a bi awayekî çalak nîşan dide, di destpêkê de li herêma Metînayê têdikoşe. Hevrêya me ya ku li vir derfeta pratîkkirina tecrûbeyên ku li Şengalê bi dest xistine, bi dest dixe, di gelek çalakiyên ku li hemberî êrîşên dijmin tên pêşxistin de cih digire. Hevrêya me ya ku bi wêrektî û fedekariya xwe ji hevrêyên xwe re jî dibe mînak, tevî vê yekê jî tu caran dev ji mutewazîbûna xwe bernade. Hevrêya me ya ku digihîje wê baweriyê ku erkê wê yê sereke xizmetkirina ji gelê me re ye, dizanîbû ku wê vê yekê herî baş li Bakurê Kurdistanê pêk bîne. Hevrêya me Delîla ya ku kûrbûnên xwe girêdayî vê yekê mezintir dike, dema ku digihîje asta biryardariyeke diyar, bi israr dixwaze derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêya me ya ku pêşniyara wê ji aliyê hevrêyên wê ve tê qebûlkirin, beriya wê dixwaze xwe di taktîkên gerîlayan ên serdema nû de pêş bixe. Hevrêya me ya ku derbasî akademiya leşkerî dibe, li vir hemû kûrbûnên xwe dide ser perwerdeyê û tecrûbeyan bi dest dixe. Hevrêya me Delîla ya ku êdî hem di warê îdeolojîk de hem jî di warê leşkerî de dibe milîtaneke profesyonel, berê xwe dide Bakurê Kurdistanê. Hevrêya me ya ku  li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Metîna, Zap û Avaşîn dixwaze li cem hevrêyên xwe yên di tûnelên şer de li ber xwe didin, bimîne, li herêma Metînayê daxilî berxwedana destanî dibe. Hevrêya me ya ku li vir hem di tûnelên şer de hem jî di nava tîmên gerîlayan ên li bejahiyê de cihê xwe digire, pêşengtiya gelek derbeyên li dijmin hatine xistin, dike. Hevrêya me Delîla ya ku di bikaranîna gelek taktîkên gerîlayan a di nava hev de xwedan tecrûbe ye, ji bo ku dewleta Tirk negihîje gelek armancên xwe xwedan roleke mezin e. Hevrêya me Delîla ya ku bi saya fedekarî, cesaret û afirîneriya xwe ya di nava şerî de û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin ji hevrêyên xwe re dibe çavkaniya hêz û moralê, bi saya mutewazîbûn, duristî û dilsoziya xwe ya ji nirxên azadiyê re weke milîtaneke mînak ya PAJK’ê navê xwe li dîroka têkoşîna me zêde kir.

Em soz didin ku em ê bîranîna hêja ya hevrêya xwe Delîla ya ku di 30’ê Îlona 2024’an de di encama êrîşeke dijmin de li gel hevrêyên xwe tevlî karwanê şehîdan bûye, li Kurdistana Azad a hesreta wê dikir, zindî bigirin.

10’ê Mijdara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me