Hevrêya me Arjîn li navçeya Gimgim a Mûşê di nava malbateke welatparêz hat dinê. Hevrêya me, ku bi girêdanek kûr bi ax, ziman û çanda malbata xwe ve mezin bû, neh salan li dibistanên pergalê xwend lê qet polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên dewleta Tirk qebûl nekir.
Hevrê Arjîn li hember vê yekê her tim hişyar bû, rastiya dewletê di salên dibistanê de ji nêz ve nas kir û di temenek biçûk de hestek xurt a pirsyarî û berxwedanê di dilê wê de pêş ket. Ji ber malbat û hawîrdora civakî ya li dora wê bi mîrateya têkoşînê mezin bibû, ev yek hişt ku Hevrê Arjîn di temenê xwe yê ciwan de Tevgera Azadiyê nas bike û sempatiyek wê pêş bikeve. Hevrê Arjîn, jidil bawer dikir ku rewşa statuya mêtinger a ku gelê me pê re rûbirû ye, tenê bi şerê gerîla dikare were têkibirin. Wekî jineke ciwan, wê rolên kole yên ku bi taybetî li ser jinan dihatin ferzkirin red kir û jiyanek azad xwest. Helwesta azad û bi biryar a gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê bû îlhama wê ya herî mezin. Nakokî û lêgerînên xwe bi gerîlayên ku dihatin gund re nîqaş dikir û digihêşt encamek. Di vê pêvajoyê de, baweriya wê bi têkoşînê hîn xurttir bû. Dizanibû ku ew ê li hember êrîşên li ser Şoreşa Rojava û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Êzidî li Şengal bêdeng nebe. Dema ku fêm kir ku ev êrîşên li ser gelê wê tenê bi têkoşîna çekdarî dikarin werin rawestandin, di sala 2014’an de hevrê Arjîn û xizmek wê bi biryardarî berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bûn.
Hevrê Arjîn a ku li ser herêma Bestayê tevlî nava refên gerîla bû, bi helwest û qîmeta ku hevrêyên wê yên li herêmê daye wê gelek bandor bû. Wê tecrûbeya gerîla ya ku li vir bi dest xistibû, kir bingeha tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê. Piştre ew derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li wir li Garê perwerdehiya şervanên nû wergirt û zû adapteyê jiyana çiya û gerîla bû. Hevrêya me bi kesayetiya xwe ya zindî û çalak di demeke kûrt de derket pêş. Bi saya vê perwerdeyê, hevrêya me têgihîştinek kûrtir li ser rastiya gel û welatê me bi dest xist û bandorên polîtîkayên qirkirinê yên dijmin çêtir analîz kir. Li ser kesayeta xwe û bandorên pergalê lêhûrbûnek mezin jiya û têkoşînek mezin raber kir. Di vê pêvajoyê de hewl da xwe ji taybetmendiyên pergalê rizgar bike û nûbûn kir rêbaza jiyana xwe. Hevrêya me ya ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ji xwe re kir armanc, bawer dikir ku ev perspektîf dikarin bibin sedema kesayetiyek nû û azad û di vê hewldanê de, ji bo hevalên xwe bû mînak. Hevrê Arjîn dizanibû ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me tenê bi parastineke bi bandor dikarin werin paşve xistin û li ser jêhatîbûna gerîla lêhûrbû. Di vê çarçoveyê de bi giranî li ser perwerdehiya leşkerî sekinî û bi jêhatîbûna îdeolojîk û leşkerî bû gerîlayek YJA Starê ya mînak.
Piştî ku perwerdeya xwe temam kir, hevrê Arjîn bi israr dixwest biçe herêmên ku şer lê giran bûye. Ji bo bersivdayîna êrîşên qirkirinê yên li ser jinan û bi taybetî jî li ser tevahiya gelê Êzidî, hevrêya me berê xwe da Şengalê û tevlî berxwedana destanî bû. Bi têkoşîna bi hezaran Dewrêş û Edûlê yên ku mil bi mil li dijî çete dijminê mirovahiyê şer dikirin, bandor bû û yekser cihê xwe li eniyên pêş girt û bi wêrekî û hêrsa xwe ya li dijî dijmin, beşdarî serketina gelek çalakiyan bû. Hevrêya me bi şehadeta hevrêyên li cem xwe gelek bandor bû, van şehadetan ji bo xwe kir armanca berfirehkirina têkoşînê. Hevrê Arjîn tevlîbûna wê gav bi gav xurtir bû û ezmûna leşkerî ya girîng bi dest bixe.
Hevrê Arjîn di dema mayîna xwe ya li Şengalê de hemû erk û berpirsiyariyên xwe bêyî qisûr bi cih anî. Piştre derbasî Bakurê Kurdistanê bû ku li wir berxwedana li dijî dagirkeriyê berfireh dibû û têkoşîna xwe li wir domand. Hevrêya me ya ku bi kelecanek mezin derbasî herêma Bestayê bû, ku cihê wê ya ewil nava gerîla bû, tevlîbûna xwe ya li vê herêmê hîn xurtir kir. Dema ku agahiya şehadeta gelek hevalên ku ew nas dikir digirt, hêrsa wê ya li hember dewleta Tirk zêde bû û ev hêrs di çalakiyên xwe de veguherand wêrekî û biryardariyê. Hevrê Arjîn, ku di dawiya sala 2017’an de di operasyoneke dijmin de birîndar bû, bi israra hevrêyên xwe ji bo dermankirinê vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Hevrê Arjîn di pêvajoya tedewiyê de ji bo ku zanîna xwe ya li ser taktîkên gerîla yên demê kurtir bike û tecrûbeya ku bi dest xistî bi hevrêyên xwe re parve bike, tevlî perwerdehiya taybet bû. Bi xwestek û biryardariyek mezin tevlî vê perwerdehiyê bû, li ser kêmasiyên di pratîkê de lêhûrbû û di nûkirina jêhatîbûna xwe ya gerîla de bi ser ket. Hevrê Arjîn, ku dixwest soza xwe ya ji hevalên xwe yên li Botanê re dayî bi cih bîne, israr kir ku careke din vegere qadê. Lê li gorî hewcedariyê hevrê Arjîn li herêmên cuda hat erkdarkirin û li vir têkoşînek mezin meşand. Şehadeta her hevalek wê hêrsa wê ya li hember dewleta Tirk hîn bêtir zêde kir û ev hêrs veguherand têkoşînê. Hevrê Arjîn a ku di pêşniyara xwe de gelek israr kir, ji ber sekna wê ya milîtanî û tecrûbeya leşkerî ku gihaye karî hevrêyên xwe qanih bike. Li ser vê bingehê beriya çûyînê tevlî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk bû. Tevlîbûna wê ya çalak di pêvajoya perwerdeyê de, sekna wê ya zelal a li ser xeta rizgariya jinan, hevaltiya wê ya dilsoz û kesayetiya wê ya dirust bandorek kûr li ser hevrêyên li dora wê kir. Piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, bi baweriyeke mezin û biryardariyeke mezin berê xwe da herêma Metînayê.
Di demekê de ku êrîşên dijmin girantir dibûn, hevrê Arjîn hebûna xwe ya li Metînayê wek şansek mezin dît û bi hemû hêza xwe tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrê Arjîn bêyî dudilî bi rengekî fedaî tevlî xebatên pratîkê bû û bi vê sekna xwe hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrê Arjîn, ku di 30’yê Îlona 2024’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû, mîrateyek têkoşînê ya ku bi bawerî, wêrekî û berxwedanê hatiye hunandin li pey xwe hişt. Wekî hevrêyên wê, em soz didin ku di şexsê hevrê Arjîn de layiqê hemû şehîdên xwe bibin.
10’ê Mijdara 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





