Hevrêya me Avrîn, weke ferdeke ji malbateke welatparêz a ji navçeya Elbak a girêdayî Wanê li Kayseriyê ji dayik dibe. Malbata wê ji ber zordariya dijmin û ferzkirina cerdewaniyê neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike.

Ji ber vê yekê neçar ma li Stenbolê mezin bibe. Lê ji ber welatparêziya malbatê û girêdana bi nirxên Kurdîtiyê, hevrêya me Avrîn girêdayî cewhera xwe mezin bû. Hevrêya me di vê pêvajoya ku neçar mabû ji Kurdistanê dûr bijî, ji polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me têne meşandin haydar bû û ji ber vê yekê li hember dewleta Tirk hêrseke mezin xwedî dikir. Ji ber ku malbata wê ji salên 1990’î ve di nava têkoşînê de bû û xizmên nêzîk ên wê gerîla bûn û şehadet dabûn, ji biçûkahiyê ve Tevgera me ya Azadiyê nas kir. Ji ber vê yekê ji biçûkahiyê ve sempatiyeke mezin ji gerîla re hîs kir, bûyîna gerîla kir armanca xwe ya herî bingehîn. Hevrêya me Avrîn a ku neçar ma biçe dibistanên dewleta Tirk, piştî qedandina perwerdehiy mecbûrî ji ber berteka xwe ya li hember dewleta Tirk dibistan terikand. Piştî ku malbata wê di sala 2011’an de careke din vegeriya welatê xwe Kurdistanê, hevrêya me ya ku bi kokên xwe ve girêdayî bû, coş û şahiya wê ya jiyanê zêdetir bû. Di vê pêvajoyê de şehadeta xizmê xwe yê nêzîk û fermandarê pêşeng ê ciwanên Kurd Baz Mordem – hevrêyê me Emrah Bayer, mîna tevahiya malbatê li ser hevrêya me Avrîn jî bandoreke mezin çêkir. https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2011-ehitlerimiz/item/1427-baz-mordem-emrah-bayer

Hevrêya me ya ku hewl dida rast wate bide vê şehadetê, di zanabûna bersiva herî rast a şehadetan domandin û mezinkirina têkoşînê de bû. Li ser vê bingehê biryar da ku beşdarî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bibe. Hevrêya me dest bi hewldana zindîkirina bîranîna hevrê Baz Mordem kir. Hevrêya me Avrîn ya ku nêzîkî du salan di xebatê ciwanan de cih girt, di vê pêvajoyê de rastiya têkoşîna me ji nêz ve nas kir. Di heman demê de bîrdoziya azadiya jinê ya Rêbertî nas kir. Li ser vê bingehê pirsgirêkên ku jin di civakê de dijî û pozîsyona wê bi awayekî rast û baştir çareser kir. Weke jineke ciwan jiyana ku jê re dihat pêşkêşkirin ku di sînorên koletiyê de ye qet qebûl nekir. Weke alternatîf jiyana komunal a PKK’ê tercîh kir. Piştî şehadeta hevrê Baz Mordem, ji ber beşdariyên ji derdora nêzîk û eşîra xwe ya refên gerîla, hevrêya me Avrîn jî di sala 2013’yan de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û beşdarî nav refên gerîla bû.

Hevrêya me Avrîn a ku li Garê perwerdeya şervanên nû dît, dereng tevlîbûna jiyana gerîla her tim weke kêmasiyek di dilê xwe de hîs dikir. Hevrêya me ya ku bi beşdarbûna nav refên gerîla re got ku ev kêmasiya ku di dile xwe de hîs dikir derbas kiriye, diyar kir ku ev kêmasî lêgerîna jiyana azad û heqîqete ye. Hevrêya me ya ku bi vî awayî bi coş û heyecan beşdarî jiyanê bû, di demeke kurt de bi çiya û jiyana gerîla re bû yek. Bi perwerdeyên ku girt rastiya gel û têkoşînê hîn zêdetir derxist zanabûnê. Hevrêya me Avrîn li ser vê bingehê taybetmendiyên kesayetiya xwe jî ji lêpirsîneke kûr derbas kir. Ji bo derbaskirina bandorên ku pergala kapîtalîst li ser kesayetiyê çêdike, xwediyê hewldan û kedeke mezin bû. Hevrêya me Avrîn bi domdarkirina lêhûrbûnên xwe, dixwest rêwîtiya rastiyê ya ku dest pê kiriye hîn bi watedartir bike. Di heman demê de li ser rêgezên azadiya jinê jî lêhûrbû. Hevrêya me van yekan kir taybetmendiyên bêveger ên kesayetiya xwe û dixwest çanda xwedewandiyê ya bi hezaran salî careke din di kesayetiya xwe de temsîl bike. Di pêvajoya beşdarbûna refên gerîla de, ji ber ku li gelek herêmên welatê me Kurdistanê, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê pêvajoyeke şer a dijwar hebû û weke jineke ciwan dizanibû ku divê xweparastina xwe bike, girîngiyeke mezin da waneyên leşkerî. Rêgezên bingehîn ên gerîlatiyê fêr bû. Hevrêya me ji bo xwe di van de kûrtir bike, bû xwedî kedeke mezin. Bi vî awayî hem di warê bîrdozî hem jî di warê leşkerî de bû gerîlayeke YJA Starê ya jêhatî. Hevrêya me bi heyecaneke bêtarîf li benda kêliya beşdarbûna xebatên pratîk bû.

Piştî ku perwerdeya xwe bi serfirazî qedand, careke din li herêma Garê beşdarî xebatan bû. Hevrêya me li wir bi alîkariya hevalên xwe derfet dît ku tiştên di perwerdeyê de fêr bûye bixe meriyete Bi alîkariya hevalên xwe di warê gerîlatiyê û jiyanê de tecrûbeyên girîng bi dest xist. Hevrêya me Avrîn li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên Heremên Parastina Medyayê û gelek qadên gerîla dest pê kiribûn derbasî herêma Metînayê bû. Li vir ket nava pratîkeke dijwar. Hevrêya me bi sekn û beşdariya xwe her dijwariyê derbas kir. Di sala 2015’an de di êrîşeke dijmin de li Metînayê birîndar bû. Hevrêya me vê yekê li pêş têkoşîna xwe wek astengiyeke nedît. Vê bûyerê kir sedema mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêya me ji bo vê yekê, pêşî biryar da ku xwe di warê leşkerî de hîn zêdetir jêhatî bike. Li ser vê bingehê derbasî perwerdeya akademiyê bû. Di taktîkên gerîla yên serdema nû de pispor bû. Piştî qedandina perwerdeyê derbasî herêma Heftanînê bû. Hevrêya me Avrîn li vir cihê xwe di nava pratîka şer a dijwar de girt. Di demên ku êrîşên dijmin herî dijwar bûn de bû xwedî têkoşîneke fedaî. Hevrêya me ya ku di êrîşên dijmin ên salên 2019, 2020 û 2022’yan de giran birîndar bûbû dîsa jî ji azm û biryardariya têkoşîna xwe tiştek winda nekir. Hevrêya me Avrîn ya ku ji girêdana hevalên şehîd hêz û moraleke mezin digirt, bi vê sekna xwe bû yek ji mînakên herî bijarte yên mîlîtantiya fedaî ya Apoyî. Li herêma Heftanînê bi taybetî hevrêyên me Şehîd Hêjar Zozan, Şehîd Bargiran Erkendî, Şehîd Zelal Sîdem û Şehîd Şoreş Serkeft û gelek mîlîtanên fedaî yên Apoyî re têkoşîn kir. Hevrêya me ji her yekê ji wan hevalan tecrûbeyên girîng girt. Bi wêrekiya di şer de, xwînsarî, fedakarî û jêhatîbûna bikaranîna taktikên gerîla bi awayekî dewlemend, di gelek çalakiyên li hember artêşa Tirk de xwedî kedeke girîng bû. Hevrêya me Avrîn bi vê sekn û tevlîbûna xwe hurmeta hemû hevalên xwe qezenc kir. Ji ber vê yekê li Heftanînê ya ku navê wê bi berxwedana jinê re tê hev, bû gerîlayeke YJA Starê ya ku hemû hevalên wê mînak digirtin.

Piştî pratika serketî ya li Heftanînê, ji bo xwe di warê bîrdozî û leşkerî de hîn zêdetir jêhatî bike û pêşengiya jinê di kesayetiya xwe de baştir temsîl bike, hevrêya me Avrîn li Akademiya Jinên Azad a Şehîd Bêrîtan perwerde dît. Li vir perwerdeya bi hevalên jin re weke şansekê mezin dît. Li vir derfet dît ku hêz û îradeya jinê ya xweser ji nêz ve nas bike. Hevrêya me bi beşdariyeke bêhesab û bêguman hem ji bo kedên ku hevalên wê ji bo wê dane hem jî ji bo ku layiqê hevalên ku bi hev re têkoşîn kirine û şehîd bûne bibe, têkoşîna xwe hîn mezintir kir.

Armanc û xeyala wê ya herî mezin derbasbûna Bakurê Kurdistanê û bi gelê me re têkoşîna hevbeş bû. Hevrêya me Avrîn piştî qedandina perwerdeyê derbasî herêma Metînayê ya ku êrîşên dijmin lê dijwar bûn bû û beşdarî berxwedana li wir bû. Di berxwedana Metînayê ya ku qehremaniyên mezin lê dijiyan de bi beşdariya xwe ya çalak û fedaî bû mînakeke YJA Starê. Hevrêya me Avrîn; hem bi kesayetiya xwe ya rast, sade û dilnizim hem jî bi wêrekiya xwe di dilê hemû hevalên ku pê re têkoşiyane de cihêkî nemir bi dest xist. Di êrîşeke dijmin de ya 30’yê Îlona 2024’an de gihîşt şehadete. Em soz didin ku em ê xeyalên hevrêya xwe Avrîn di Kurdistana Azad de zindî bihêlin.

10’ê Mijdara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me