Hevrêyê me Laşer, yek ji bajarê welatê me yê berxwedanê li Geverê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Jîrkî ji dayîk dibe. Ji ber vê taybetmendiya malbat û gelê Geverê girêdayî çand û kevneşopiya Kurdî mezin dibe.

Hevrêyê me yê ku rastiya asîmîlekirinê ya dewleta Tirk, cara ewil li dibistanê hîn dibe, ji ber ku bi zimanekî biyanî perwerdeyê dibîne bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Hevrêyê me ji ber ku bi zimanê dayîka xwe perwerdeyê nabîne, berteka wî ya li dijî dewleta Tirk zêde dibe. Hevrêyê me, derfeta naskirina karekterê qirker ê dewleta Tirk a ku li hemberî têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê hemû caran zext, zulmû komkujiyan rewa dibîne, piştî bûyerên rû dide, bi dest dixe. Li hemberî vê yekê ji berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku xizmên wî yên nêz jî di nav de cih digirin, bandor dibe. Ji ber vê yekê ji zarokatiya xwe û pê ve gelekî ji gerîlayan hez dike û gerîlabûnê dike mezintirîn xeyala xwe. Piştî ku neh salan diçe dibistanê, dev ji dibistanê berdide û ji bo têkariya debara malbata xwe di karên cuda de dixebite. Hevrêyê me Laşer, bi saya kesayeta xwe ya kedkar, fedekar û zîrek ji aliyê derdora xwe ve gelekî tê hezkirin û weke kesekî mînak tê nîşandan. Hevrêyê me yê ku di heman demê de kesekî tîtîz û hesas e, van taybetmendiyên xwe piştre di nava jiyana gerîlayan de jî pêş dixe û didomîne. Hevrêyê me yê ku di ciwantiya xwe de rewşa gelê me yê ya hatiye dagirkirin û şert û mercên koletiyê zêdetir fêm dike, li hemberî vê yekê digihîje wê baweriyê ku divê ew bi xwe jî di nava têkoşînê de cih bigire. Hevrêyê me yê ku fêm dike ku ev yek bes bi tevlîbûna ji bo nava refên gerîlayan pêkan e, dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêyê me Laşer ê ku tevlî merasîmên sersaxiyê yên ji bo hevrêyên me yên ku ji bo azadiya gelê me têkoşiyane û gihiştîne şehadetê dibe, li vir ji xwedîderketina gelê me ya ji gerîlayan re bandor dibe. Hevrêyê me yê ku fêm dike ku têkoşîna ji bo rastiya gelekî bi vî rengî ji bo hemû ciwanên Kurd erk û berpirsiyartiya sereke ye, lêgerîn û kûrbûnên xwe şênber dike. Bi taybetî jî piştî sala 2011’an pêkhatina Komkujiya Roboskiyê û qetilkirina ewladên gelê me yên ciwan ji bo hevrêyê me dibin xala dawîn. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de ye ku têkoşîna herî bi bandor a li dijî dewleta Tirk bes bi tevlîbûna nava refên gerîlayan pêkan e, di sala 2012’yan de li Hewlêrê tevlî nava refên gerîlayan dibe.

Hevrêyê me Laşer ê ku dema tevlî nava refên gerîlayan dibe ji hevrêtiya germ a gerîlayan bandor dibe, bi hemû hêza xwe tevlî jiyanê dibe û dixwaze hemû hûrgiliyên têkildarî gerîlabûnê fêr bibe. Ji bo serweriya hemû hûrgiliyên jiyanê pêk bîne bi mereq û xwestekeke mezin tim pirs kirin û hewl da ku tiştên hîn bûne di pratîkê de nîşan bide. Hevrêyê me Laşer, di demeke kurt de karî bibe gerîlayekî xwedan tecrûbe. Hevrêyê me yê ku di heman demê xwedî kesateyeke afirîner û fedekar e, di jiyanê de nûbûnan diafirîne û jiyana gerîlayan dewlemendtir dike.  Bi saya perwerdeyên îdeolojîk ên distîne xwe di felsefeya azadiyê ya Apoyî de kûrtir dike. Xwe ji taybetmendiyên pergalê yek bi yek rizgar dike û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî yên xwe dispêrin duristî, jidilî, wêrektî û azadiyê pêş dixe. Hevrêyê me yê ku di vî warî de di kesayeta xwe de guherîn û veguherîneke girîng pêk tîne, ji hemû hevrêyên xwe re dibe mînak. Hevrêyê me Laşer ê ku bi saya eleqeya xwe ya ji xebatên leşkerî re ji bo fêrbûna hemû hûrgiliyên hunera şerê gerîlayan dikeve nava hewldaneke gelekî mezin, di encama ked û hewldanên xwe de di gelek taktîkan de xwe gelekî pêş dixe. Bi vî awayî xwe ji şert û mercên têkoşînê yên herî dijwar re amade dike.

Hevrêyê me Laşer ê ku piştî perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike û li herêma Matînayê tevlî nava xebatên pratîkê dibe, di nava refên gerîlayan de ji tecrûbeyên hevrêyên xwe yên berê sûd werdigire û tecrûbeyên têkildarî şer û jiyanê yên salan di nava çend mehan de bi dest dixe. Hevrêyê me Laşer ê ku xwedan kesayeteke jêhatî, hesas, zîrek û bi îradeye, bi saya van taybetmendiyên xwe baweriyê dide hevrêyên xwe. Ji ber vê yekê di nava xebatên kûryetiyê ya ji bo gerîlayan gelekî girîng e de cig digire. Weke gihandina bi dehan hevrêyên xwe yên cihê erka wan di nava xebateke ku cidîyet, disîplîn û hesasiyetê hewce dike de bi saya kûrbûna xwe ya xurt serkeftinên mezin bi dest dixe. Hevrêyê me Laşer ê ku di pêvajoya vê xebatê de ku demeke dirêj di nav de cih digire û bi sedan gerîlayan nas dike, li ser her yekê bîranînên mezin dihêle. Hevrêyê me ku gelekî ji şehadeta hevrêyên xwe yên wan digihîne cihê erka wan bandor dibe, hemû şehadetan dike egera mezinkirina têkoşîna xwe.

Hevrêyê me Laşer, ji bo ku xwe îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo û taktîkên serdema nû de kûr bike û kirina muhasebeya pratîka xwe di akademiyê de dest bi perwerdeyê dike. Hevrêyê me yê ku ji roja ewil a perwerdeya xwe heya roja dawîn timû tim sekneke rexnedayînê nîşan dide û xwe pêş dixe, bi saya vê sekna xwe ya mutewazî ji hevrêyên xwe re dibe mînak. Hevrêyê me Laşer ê ku li gel kûrbûnên xwe yên mezin derketineke girîng bi dest dixe, israr dike ku derbasî  Bakurê Kurdistanê bibe û ji sûc û komkujiyên li ser gelê me tên kirin hesabê bipirse. Hevrêyê me yê ku ji bo vê yekê israr dike, tevî vê yekê ji ber serkeftinên xwe yên di xebatên xwe yên berê de vê carê berpirsiyariyên mezin digire ser milên xwe û dubare tevlî heman xebatê dibe. Tevî hemû tedbîr û astengiyên dewleta Tirk jî bi saya jêhatîbûn û fedekariya xwe dikare bi dehan hevrêyên xwe bigihîne cihê erkên wan ên li Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Laşer ê ku xebatên xwe bi eşq, coş û kelecaneke mezin bi rê ve dibe, bi saya kesayeta xweya durist û jidil dikare li ser hemû hevrêyên xwe şopên mezin bihêle.

Hevrêyê me Laşer ê ku di 30’ê Îlona 2024’an de li herêma Metnayê di encama êrîşeke dijmin de li gel komeke hevrêyên me tevlî karwanê şehîdan dibe, weke fermandarekî serkeftinê yê soza pêşerojê dide, di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe digire. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê teqez hesret û xeyalên hevrêyê xwe Laşer pêk bînin.

10’ê Mijdara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me