Hevrêyê me Brûsk li navçeya Şêrawa ya Efrînê a Rojavayê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû.

Malbata wî bi baldariyek mezin çand û kevneşopiyên kevnar ên çanda Kurd parast. Ji ber vê yekê, hevrê Brûsk bi van nirxan mezin bû. Ew neçû dibistanên rejîmê û bi vî rengî ji bandora pergalê dûr ma. Ji ber vê ew karî kesayetiya xwe ya xwezayî û sade biparêze. Ew li kêleka malbata xwe di jiyana gund de jiya û bi xebata şivantiyê re tevkarî li debara malbatê kir. Ew jiyanek bi xwezayê ve girêdayî jiya. Vê şêwaza jiyanê girêdana wî bi cîhana xwezayî re bêtir xurt kir. Ji ber welatparêziya malbat û hewirdora xwe û ji ber ku hin xizmên wî yên nêzîk tevlî nava refên gerîla bibûn, ew di temenê xwe yê ciwan de têkoşîna azadiyê nas kir. Vê rewşê eleqe û sempatiya wî ji bo tevgera gerîla xurtir kir. Bi taybetî di sala 2008’an de ew derfeta hê bêhtir Rêber Apo û rastiya têkoşînê nas bike, bidest xist. Bi vê pêvajoya têgihîştinê re, eleqe û meraqa wî roj bi roj zêde bû.

Bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re, hevrêyê me Brûsk derfet dît ku milîtanên Apoyî ji nêz ve nas bike. Ew bi şêwaza jiyana wan, hevrêtiya wan û nêzîkatiya wan a mirovî pir bandor bû. Bi vê bandorê, roj bi roj cihê xwe di nav refên şoreşê de xurt kir. Li ser vê bingehê, hevrêyê me Brûsk di salên 2015 û 2016’an de tevlî hêzên parastina cewherî bû. Bi perwerdehiya ku di vê demê de wergirt, hişmendiya xwe ya parastina cewherî pêş xist. Dizanibû ku parastina destketiyên ku gelê me bi hewildan û fedakariyeke mezin bi dest xistiye, peywira her Kurdekî ye. Bi vê têgihîştinê, tevlîbûneke xurt û bi biryar nîşan da.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê û pêvajoya dagirkeriyê ya piştî wê, lêhûrbûna hevrêyê me Brûsk a li ser têkoşînê xurtir kir. Êrîşên qirkirinê yên bênavber û komkujiyên sîstematîk ên dewleta Tirk ên li dijî gelê me, sedema sereke ya tevlîbûna aktîf a hevrêyê me di têkoşînê de bûn. Li ser vê bingehê, hevrê Brûsk bi awayekî çalaktir tevlî hêzên azadiyê yên li Rojava bû. Bi perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk re derfeta pêşxistina xwe, bi dest xist. Felsefeya azadiyê ya ku Rêber Apo diparast bêtir nas kir û çêtir fêm kir. Bi vê hişmendiyê re, bi hemû hêza xwe tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me, ku perwerdehiyek leşkerî ya berfireh dît, hêdî hêdî bû şervanekî profesyonel û jêhatî. Lê hevrêyê me di wê zanabûnê de bû ku ji bo bibe laqiyê Rêber Apo û rastiya şehîdan, divê hîn bêtir têbikoşe. Ji ber vê yekê, wî qet dev ji lêgerîna xwe ya pêşxistina xwe, berneda. Şehadeta xizmê wî yê nêzîk, hevrê Şehîd Dozdar Hemo (Abdurrahman Hemo), bandorek kûr li ser wî kir. Piştî vê yekê, wî biryar da ku têkoşîna hevrê Dozdar li çiyayên Kurdistanê bidomîne. Li ser vê bingehê, hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû û ji bo gelê xwe bû şervanekî azadiyê.

Hevrêyê me Brûsk, ji ber tevlîbûna xwe ya bi coş û bi biryar, zû hînê jiyana çiya û gerîla bû. Li hember heybetiya çiyayên Kurdistanê heyran ma û ji ber dereng tevlîbûna xwe heyfa xwe lê anî. Lê belê, bi tevlîbûna xwe ya xurt û çalak, zû hînê rêbazên jiyanê yên çiya bû. Bi perwerdehiya jiyan û îdeolojîk a ku wergirt re, bû şervanekî azadiyê yê jêhatî. Her çend di aliyê leşkerî de tecrûbeyek wî hebû jî, hewlek mezin da ku taktîkên gerîla yên dema nû hîn bibe. Dixwest hêrsa xwe ya kûr a li hember dewleta Tirk veguherîne çalakiyê û israr kir ku biçe deverên ku şer lê giran bû. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedakar û gihîştî, hevrêyên xwe qaneh kir û derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Ew tevlî berxwedana dîrokî ya di tunelên şer ên Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî de, bû. Hemû peywir û berpirsiyariyên ku girt ser milên xwe, bêqusûr bi cih anî. Bi tevlîbûn û sekna xwe, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me di berfirehkirina berxwedanê de roleke girîng lîst. Hevrê Brûsk, ku hevrêtî wekî nirxa herî biqîmet didît, hevalekî birîndar bi rojan li ser pişta xwe hilgirt, ji qada şer derxist û ev yek bi pratîka xwe îsbat kir. Ew cewhera hevrêtiya Apoyî bi rengekî zelal, paqij û dilnizm jiya. Bi vê sekna xwe bû milîtanekî mînak. Li dijî êrîşên dijmin xwedî şêwazekî berxwedanê yê bi israr bû. Bi bawerî û biryardariyeke bêdawî li dijî dijmin li ber xwe da. Bi şerkirina bi îradeyeke xurt a li dijî hemû êrîşên nemirovane, ew bû nimûneya netêkçûnê ya milîtaniya Apoyî.

Hevrêyê me di Sibata 2025'an de di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû. Ew bi kesayetiya xwe ya xwezayî, sade, gihîştî, dilnizm, kedkar û fedakar, karî şêweyê herî paqij û rastîn ê milîtaniya Apoyî temsîl bike. Weke hevrê û şopdarên wî, em soza xwe ya pêkanîna armanc û xeyalên wî dubare dikin.

 

5'ê Çileya 2026

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me