Hevrêya me Pelşîn li bajarê berxwedanê Kobanê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Şêxî de ji dayîk dibe.

Ji ber ku malbata hevrêya me xwedan paşerojeke welatparêziyeke kûr e û tevî hemû zext û polîtîkayên qirkirinê jî kevneşopiyên Kurd û Kurdayetiyê diparêze hevrêya me Pelşîn jî girêdayî cewhera xwe mezin dibe. Hevrêya me ji ber vê yekê derfetê peyda dike ku têkoşîna me ya azadiyê ji nêz ve nas bike û ji ber ku ji xizmên wê yên nêz ji bo nava refên gerîlayan tevlîbûn hebûn û dizanî ku gerîla tekane hêza gelê me ya parastinê ye hê di zarokatiya xwe de ji gerîla û têkoşîna me ya azadiyê hez dike. Hevrê Pelşîn li gel pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava derfeta naskirina milîtanên Apoyî ya ji nêz ve bi dest dixe û ji sekna wan di jiyanê de û têkiliyên hevrêtiya wan gelekî bandor dibe. Bi taybetî jî sekna di jiyanê de ya hevrêyên me yên jin, têkoşîna wan a li hemberî pergala serweriya mêran û afirandina prensîbên azadiyê ya di kesayeta xwe de bûn wesîle ku hevrêya me Pelşîn jî bi têkoşînê re girêdaneke xurt çêbike. Pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava ya roj bi roj û li gel vê yekê zêdebûna êrîşan bûn sedem ku hevrêya me Pelşîn jî ji bo têkoşînê bikeve nava lêgerînan. Bi taybetî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê weke gelek ciwanên Kurd ji bo hevrêya me Pelşînê jî dibe xaleke girîng. Di serî de gelê me yê li Bakurê Kurdistanê rabûna ser piyan a hemû gelê me û dostên me ya ji bo xwelêderketina Kobanê û avakirina çembereke berxwedanê ya dora wê bandorê li hevrêya me jî dike. Dîsa şehadeta eqrebeya wê ya nêz û hevrêya me Rêvan- Medîne Osman a di berxwedana Kobanê ya di encama çalakiyeke fedaî de bû sedem ku hevrêya me Pelşîn lêgerînên xwe yên têkildarî tevlîbûna nava têkoşînê ya bi awayekî çalak kûrtir bike. Azadkirina Kobanê ya li gel kedên mezin û dayîna bi sedan şehîdan û hebûna xizmên nêz ya di nava van şehîdan de xwestek û biryardariya hevrêya me Pelşîn a têkildarî têkoşînê xurttir kirin. Hevrê Pelşîn xwe li hemberî gelê me û şehîdên me deyndar dibîne û wisa difikire ku wê vî deynî bes bi tevlîbûna nava refên têkoşînê bide. Hevrê Pelşîn girêdayî vê yekê di sala 2015’an de tevlî nava refên Şoreşa Azadiya Rojava dibe û bi îdîa û biryardariyeke mezin cihê xwe yê di nava refên berxwedanê de digire.

Hevrê Pelşîn dizanî ku ji bo ku bibe şoreşgereke baş divê pêşiyê xwe di warên îdeolojîk û leşkerî de pêş bixe  û girêdayî vê yekê ji hin perwerdeyan derbas dibe. Hevrê Pelşîn li gel van perwerdeyan rastiya Rêber Apo nas dike û bi taybetî jî di mijara azadiya jinan de giramiyeke mezin dide nirxandinên Rêbertiya me û van dike zemîna pêkanîna veguherînên mezin ên li ser kesayeta xwe. Hevrê Pelşîn çi qasî Rêber Apo dixwîne û fêm dike, prensîbên azadiyê di kesayeta xwe bi awayekî xurttir pêk tîne û ji ber vê yekê di nirxandineke xwe de tîne ziman ku xwe li gel Rêber Apo nas kiriye.  Hevrêya me Pelşîn dizanî ku jina azad bibe wê bedewtir bibe û karî lêgerîna xwe ya azadiyê û armanca xwe tim û tim zindî bigire. Hevrê Pelşîn di heman demê xwe di warê leşkerî de jî perwerde dike û xwedî li tecrûbeyên ku bi dayîna bedêlên mezin hatine bidestxistin, derdikeve û perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike.

Hevrê Pelşîn demekê di nava yekîneyên leşkerî de dimîne û li vir tecrûbeyên nû li yên xwe zêde dike. Hevrêya me dema ku dibîne êdî ew amade ye tevlî şerê çalak bibe bêyî dudilî derbasî eniyên lê şer dijwar e dibe. Bi taybetî jî li dijî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wên yên li ser Efrînê ji bo parastina gelê me yê Efrînê derbasî vê qadê dibe. Hevrêya me di berxwedana dîrokî ya li Efrînê de roleke çalak dilîze û di gelek çalakiyên ku li vir nav de cih digire bi cesaret û fedakariya xwe derdikeve pêş. Hevrêya me di vê pêvajoya şerî de rastiya dewleta Tirk û qirker ji nêz ve nas dike û li cem li dijî dewleta Tirk hêrseke mezin peyda dibe. Hevrê Pelîn soz dide xwe ku ew ê teqez hesabê komkujiyên li ser gelên me pêk tên, bipirse û dibe şopdarê soza xwe. Hevrê Pelşîn piştre di serî de Dêrazor li gelek qadan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dike û di têkbirina çeteyan de dibe xwediyê ked û hewleke mezin. Hevrê Pelşîn li dijî çeteyên ku li gel beralîkirina dewleta Tirk tim û tim êrîşî gelê me dikin, çalakiyên bibandor li dar dixe û ji ber cesareta xwe ya mezin, tevlîbûna xwe ya bêyî teredut û israra xwe ya têkidarî derblêxistina çeteyan layiqî xelatan tê dîtin. Hevrêya me serkeftinên xwe yên di warên leşkerî de li gel tecrûbe û zanînên xwe yên îdeolojîk dike yek û bi saya kesayeta xwe ya sade û mutewazî ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin û jêre rêz tê girtin.

Hevrê Pelşîn a ku ji zarokatiya xwe û pê ve gelekî ji gerîlayan hez dike û dilê wê tim li gel çiyayên Kurdistanê ye, difikire ku edî dema pêkanîna xeyala wê ya zarokatiyê hatiye. Hevrê Pelşîn dixwaze li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li cem hevrêyên xwe yên li eniyên berxwedanê cih bigire û girêdayî vê yekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe. Hevrê Pelşîn tîne ziman ku tu peyv û gotin bi têra vegotina coş û kêfxweşiya xwegihandina çiyayên Kurdistanê nake û diyar dike ku ev hest bes dikare bi jiyînê werin hîskirin. Hevrê Pelşîn derbasbûna şiverêyên ku bi hezaran hevrêyên me lê derbas bûne û vexwarina ava li ser kaniyên ku hevrêyên me li serav vexwarine weke girîngtirîn kêliyên jiyana xwe pênase dike û her kêliyên xweyên li çiyayan weke qîmettrîn kêliyên jiyana xwe dibîne. Hevrê Pelşîn dawiyê derfeta pratîkkirina hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk bi dest dixe, di demeke kurt de hînî  jiyana li çiyayan û terzê şerê gerîlayan dibe û bi israr dixwaze derbasî qadên berxwedanê bibe. Hevrê Pelşîn di warê leşkerî de xwedan tecrûbeyên girîng e û di jiyanê de jî xwedan tevlîbûneke fedaiyane ye û ev yek dikarin ku hevrêya me hevrêyên xwe qanih bike. Hevrê Pelşîn girêdayî vê yekê derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dibe û li vir bi awayekî çalak tevlî berxwedana ku li ser xeta fedaîbûnê didome, dibe. Hevrê Pelşîn li vir beşdarî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran tên lidarxistin, dibe û li gel serkeftinên xwe yên di van çalakiyan de ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêya me di çalakiyekê de birîndar dibe û piştî birînên xwe sax dike bi awayekî xurrtir cihê xwe yê di nava têkoşînê de digire.

Hevrêya me Pelşîn a ku bi hemû hêza xwe tevlî berxwedana destanî ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dibe ku fedekariyên mezin, xwebexşandin û tevlîbûneke li ser xeta fedaîbûnê hewce dike û bi coş û kelecana xwe ji hemû hevrêyên xwe re pêşengtiyê dike, di Sibata 2025’an de li gel hevrêyên xwe Sarya û Brûsk tevlî karwanê şehîdan dibe. Weke hevrêyên wê soz didin ku em ê bîranînên hevrêya xwe Pelşîn di nava têkoşîna xwe de zindî bigirin û diyar dikin ku em ê teqez xeyalên hevrêya xwe pêk bînin.

 

5'ê Çileya 2026

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me