Gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşketin û mezinbûna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo, bi roleke girîng rabûye.
Tenê bi piştgiriya tevgera me ya azadiyê sînordar nema; ji pêvajoyên ewilî yên piştî derbasbûna Rêbertî ya ji bo Sûriyeyê û şûnde, ewladên xwe yên herî hêja tevlî têkoşîna me ya azadiyê kir û wezîfeyên xwe yên welatparêziyê di asta herî jor de bi cih anî. Di heman demê de xwe mal bi mal rêxistin kirin û destkeftiyên ku îro tên bidestxistin, hûnandin. Bi hezaran hevrêyên me yên Rojavayî jî hem ji bo bibin layiqê keda bêhempa ya Rêbertiya me hem jî bibin layiqê welatparêziya kûr a gelê me, hatin çiyayên Kurdistanê, bi fedayiyane têkoşiyan, bi doza azadiyê ya gelê me re bûn yek û bûn stûna têkoşînê. Di serî de Xebat Dêrik, Rustem Cûdî, Şîlan Kobanê, Nûreddîn Sofî, Sadiq Kobanê, Dozdar Hemo û Rûbar Qamişlo, bi hezaran hevrêyên me yên fedayî di asta pêşeng de têkoşiyan, şehîd bûn û weke nirxên herî bijarte yên têkoşîna me ya azadiyê navên xwe li dîrokê nivîsandin.
Yek ji van lehengên me yên hêja hevrê Sarya li Qamişloyê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Malbata hêja ya hevrêya me Sarya destpêka salên 1990’î Rêber Apo nas kir û li hemberî têkoşîna me ya azadiyê sempatî hîs kir.
Hingî ku Tevgera me ya Azadiyê û milîtanên Apoyî nas kir, ev sempatîzanî veguherî dilsoziyeke xurt. Hevrêya me Sarya jî di nava rastiyeke malbatê ya wiha de mezin bû. Lewma hevrêya me têkoşîna me ya azadiyê pir zû nas kir, ji salên xwe yên ciwantiyê û şûn de di xebatan de cih girt. Hevrêya me jineke ciwan a jîr û zû pêş dikeve, hem pirsgirêkên civakî zû derxist zanebûnê, hem jî li ser rêyên çareseriyê yên vê pirsgirêkê lêhêrbûnên kûr jiyan kir û bû hêza çareseriyê. Tevî serketinên xwe yên di xebatan de, xwest çiyayên Kurdistanê bibîne û bibe gerîla ku di dilê her ciwanên Kurd de ev xwestek heye. Hevrêya me Sarya ev xwestek û pêşniyara xwe bi hevrêyên xwe re jî parve kir. Lê belê ji ber xebatên ku têde cih digire, ev pêşniyara wê nehate qebûlkirin. Sala 1999’an ji bo li dijî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêbertiya me pêk hatî bibe bersiv, weke şoreşgerek profesyonel tevlî refên têkoşînê bû. Hevrê Sarya demek din jî di xebatên gel û ciwanan ên li qada Rojava de cih girt. Êrîşên li ser gelê me ti carî kêm nebûn û zextên giran ên li ser Rêbertî zêde bûn. Li ser vê yekê bi israr xwest biçe çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Sarya li ser vî bingehî sala 2002’yan gihişt qadên gerîla û bû gerîlaya azadiyê ya gelê me.
Hevrêya me Sarya perwerdeya xwe ya ewilî li herêma Qendîl dît, di warê îdeolojîk, rêxistinî û çand-exlaqê Apoyî de, xwedî zanebûneke diyar bû. Lewma ji bo fêrbûna jiyana çiyê û gerîla zehmetî nekişand. Hevrêya me hîn bêhtir hewl da ku xwe di xebatên leşkerî de pêş bixe. Bi ked û hewldana xwe ya ji bo vê yekê, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrê Sarya bawer kir ku bersiva herî bi wate û bi bandor a li dijî komploya li ser Rêbertî, ew e ku darbe li dewleta Tirk bixe. Ji bo vê yekê xwe di tarz û taktîkên gerîla de kûr kir. Lê belê hevrêya me ti carî xwe bes nedît, her tim di nava lêgerînê de bû ku hîn zêdetir tevlî bibe û têbikoşe.
Piştî ku perwerdeya şervanên nû bi serketî qedand, car din li herêma Qendîlê tevlî xebatan bû. Hevrêya me fikirî ku li dijî lîberalîzma ku kesên tasfiyeger ên di nava têkoşîna me de xwestin pêş bixin, têkoşîneke fedayiyane pêwîst e. Hevrêya me Sarya tevî ku di qada çiyê û gerîla de nû bû, Rêbertiya me pir baş fêm kir. Bawer kir ku encex bi mezinkirina têkoşînê wê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me mîsoger bibe. Dît ku ev jî encex bi pêşxistina têkoşîna gerîla ya li Bakurê Kurdistanê, pêkan e. Lewma hevrêya me bi israr xwest biçe Bakurê Kurdistanê. Fermandara me ya fedayî şehîd Zîlan – Zeynep Kinaci ji xwe re mînak girt. Hevrêya me Sarya bi çalakiya xwe ya fedayî armanc kir ku têkoşîna me hîn mezintir bike û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne. Lêhêrbûnên xwe yên di vî alî de bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêya me Sarya milîtaneke pêşeng bû ku hêviya siberojê dida. Hevrêyên wê bawer kirin ku divê ew xwe hîn baştir perwerde bike û fikirîn ku divê li dibistana kadroyê di perwerdeyên hîn berfirehtir de derbas bibe. Hevrê Sarya bi pêşniyara hevrêyên xwe li dibistana kadroyê tevlî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû, ev pêvajo bi rengekî herî baş nirxand. Bi perwerdeyên dîtî derfet dît ku hem dîroka me ya têkoşînê hem jî dîroka jinê û cihê wê yê di têkoşîna me de bi rengekî berfireh nas bike û fêm bike. Hevrêya me Sarya di vê pêvajoyê de bi kesayeta xwe ya sade, gihiştî û xwezayî bal kişand. Bi coşa ku perwerdeyên hatine dayîn fêm bike û van bixe pratîkê, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Di heman demê de hevrêya me xwedî kesayeteke pir bi terbiye û disiplîn bû. Bi saya asta xwe ya biryardarî û îdîaya xurt, bi pêşniyara hevrêyên xwe derbasî xebatên Hêzên Taybet bû.
Hevrêya me Sarya bi perwerdeyên ku di bunyeya Hêzên Taybet de dîtî, fedayîtî weke şêwazekî jiyanê nirxand û bû xwedî tarzekî ku xwe bi her wateyê di têkoşînê de bihelîne. Bi taybetî bi perwerdeyên li ser parêznameyên Rêbertî, di xwe de şoreşeke zihniyetê pêk anî. Berevajî hewldanên tasfiyeger ên di vê pêvajoyê de çêbûn, fikirî ku divê şerê me yê azadiyê were mezinkirin û belavî hemû Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêya me Sarya pêşniyar û dîtinên xwe yên di vî alî de bi hevrêyên xwe re parve kir, xwe ji bo pratîkek xurt her tim amade kir. Hevrêya me ji bo tevlî pêngava şoreşgerî ya 1’ê Hezîrana 2004’an bibe, israr kir. Bawer kir ku ev pêvajo dê bi tarz û taktîken gerîla teqez bi ser bikeve. Hevrêya me Sarya lêhêrbûnên xwe yên di vî alî de her roja borî kûr kir. Sala 2006’an şansê pêkanîna xeyalê xwe bi dest xist. Li dijî dewleta Tirk a ku di êrîşen qirkirin, tundî û zexta li ser gelê me de sînor nas nake, derfetê meşandina têkoşîneke aktîf bi dest xist. Hevrêya me li ser vî bingehî derbasî Dersimê bû. Hevrê Sarya di 8 salên li Dersimê de, derfetê ku lêhêrbûnên xwe yên leşkerî bixe pratîkê bi dest xist. Di heman demê de bi çavdêrî û rexneyên têkildarî pirsgirêkan jî, ji bo têkoşîna me ya azadiyê bi rengekî hîn bandor û encamgir were domandin, tevkariyên girîng kir. Hevrêya me wezîfe û berpirsyariyên xwe yên di vî alî de bêkêmahî bi cih anî. Weke fermandarek YJA Starê mîsyona pêşengiyê bi rengekî herî baş bi cih anî. Qasî tecrûbeya xwe ya îdeolojîk bi pratîka xwe jî li her qadê pêşeng bû. Hevrê Sarya bi vê sekna xwe hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir.
Hevrê Sarya piştî ku heşt salan erka xwe ya li Dersimê bi fedakariyeke mezin û bi awayekî serkeftî temam dike, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û li vir di dewreya perwerdeya îdeolojîk de cih digire. Hevrê Sarya li gel kûrbûnên xwe yên li vir hem derfeta lêpirsîna pratîka xwe ya berê bi dest dixe û hem jî tecrûbeyên ku bi dest xistine li gel hevrêyên xwe parve dike. Bi taybetî jî li gel kûrbûnên têkildarî îdeolojiya azadiya jinan di kesayeta xwe de veguherînên mezin pêk tîne. Li rex van yekan ji bo pêşketin û pêşengbûna hevrêyên wê yên jin a di hemû warên jiyanê de û sepandina prensîbên azadiyê dibe xwediyê ked û hewleke mezin. Di vê pêvajoyê de li ser zêdebûna êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me yê li Rojava û Başûrê Kurdistanê weke fedaiyeke Apoyî xwest di nava parastina gelê me de cihê xwe bigire. Hevrê Sarya piştî ku demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dimîne piştre ji bo tevlîbûna nava pêngavên şoreşgerî yên pêş dikevin, derbasî qadên Şengal û Kerkûkê dibe. Hevrê Sarya bi taybetî di rizgarkina Şengalê ya ji destê çeteyan û veguherandina Kerkûkê ya weke keleheke berxwedanê de roleke çalak dilîze û bi saya sekna xwe ya milîtanî ya di jiyanê de bandorê li gelek jinên ciwan dike ku ew jî tevlî nava refên têkoşînê bibin. Hevrê Sarya ku xwedî kesayeteke gelekî bi coş û moral e, karî rengê xwe bide hemû cihên ku lê dimîne. Hevrê Sarya tecrûbeyên xwe yên di warê leşkerî de di xebatên qada civakî de jî nîşan dide û bandoreke mezin li gelê me yê li Başûr dike.
Piştî ku peywira xwe li Başûrê Kurdistanê bi rengekî serketî pêk anî, hevrêya me Sarya vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevlî gelek xebatan bû. Tecrûbeyên leşkerî û îdeolojîk ên ku bi dest xistibû, bi hevrêyên xwe re parve kir. Weke fermandareke pêşeng û fedaî, dixwest tevlî berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe. Bi israr dixwest ku di heman çeperan de bi hevrêyên xwe yên ku di tunelên berxwedanê de şer dikirin re be. Ji ber xwestek û tecrûbeya xwe ya xurt, ew derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku berxwedan lê di asta herî bilind de pêş diket, bû. Di têkoşîna di tunelên Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî de roleke çalak lîst. Di berfirehkirina berxwedana fedaî ya li wir de tevkariyên mezin kirin. Weke endameke Fermandariya Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, berpirsiyariya plansazkirin û pêkanîna berxwedanê girt ser xwe û ji bo bicihanîna peywira xwe kedek mezin raber kir.
Hevrêya me Sarya, ku wek endama Konseya Fermandariya YJA Star û fermandariya eyaletê xebat meşand, di Sibata 2025’an de tevlî karwana şehîdan bû. Bi vî rengî, wê têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya 26 salan di lûtkeyê de temam kir. Di vê têkoşîna dûr û dirêj de gelek serketin bi dest xist. Bi kesayetiya xwe ya sade, jidil, dilnizm û fedaî, ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Wê wekî milîtanek, fermandarek û lêgerînvanek a heqîqetê mohra xwe li têkoşînê da. Weke hevrêyên wê, em soz didin ku em ê teqez xeyal û hêviyên hevrêya xwe Sarya pêk bînin.
5'ê Çileya 2026
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





