Hevrêya me Delîla, li bajarê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Di hawîrdorek ku bandora partiya me lê xurt bû û tevlîbûn jê zêde bû de, mezin bû.
Hevrêya me ku bi hişmendiya welatparêzî û ehlaqa civakî re mezin bû, ji temenê xwe yê biçûk ve eleqeya wê ya li hember gerîla, pêş ket. Bîranînên ku wê di zarokatiya xwe de li ser gerîlayan bihîstibûn, meraq û heyraniyek kûr di dilê wê de çêkiribû. Di salên dibistanê de, pergalê hê baştir lêpirsîn kir û ji bo jiyaneke alternatîf lêgerînên wê pêş ketin. Ji gerîlayên YJA Starê ku bi berdêlên mezin destketiyên gelê me parastin, bandor bû. Hevrêya me Delîla, dizanî ku nêzîkatiya pergalê jinê wekî amûr dibîne û bêîrade dike û li dijî vê xwest di şerê ku bi pêşengiya jinên azad de pêş dikeve, cih bigire. Hevrêya me ji ber hin sedeman neçar ma di vê pêvajoyê de xeyala xwe paşde bixe. Li gel vê yekê, wê lêgerîna xwe kûrtir kir, xwest Tevgera me ji nêz ve nas bike û ji bo tevlîbûna gerîla amadekarî dikir. Berxwedana Kobanê û berxwedana Apoyiyan a li dijî êrîşên DAÎŞ'ê bandorek mezin li ser wê kir. Hêviya nû ya jiyanê ya ku ji aliyê Şoreşa Azadiya Rojava ve hatiye afirandin, ji bo hevrêya me Delîla bû çavkaniyek mezin a hêzê. Hevrêya me fêm kir ku felsefeya Apoyî li ku derê kok bigire ew dever azad dibe û ji bo zîhniyeta serdest dibe goristan. Li ser vê bingehê hevrêya me lêgerînên xwe xurtir kirin, hemû derfetên jiyana pergalê da aliyekî û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Weke jineke Kurd a birûmet di dema şer de, biryar da ku peywirên xwe yên dîrokî bicih bîne û berê xwe da çiyayên Kurdistana azad û tevlî têkoşînê bû.
Hevrê Delîla, di sala 2019’an de tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû û cihê xwe di perwerdehiya şervanên nû de girt. Tevî şert û mercên zehmet jî hevrêya me ji ber xwesteka xwe ya hînbûnê xurt bû, di demeke kurt de adapteyê jiyanê bû û bû milîtanek mînak. Di perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk de tevlîbûnek xurt kir û di kesayeta xwe de guhertinên mezin pêk anî. Bi guhertina ku wê di demeke kurt de nîşan da û tevlîbûna wê ya bi coş, ew gihişt asteke ku bikaribe berpirsyariyê bigire. Piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, ji bo zanîn û tecrûbeyên xwe bi jiyanî bike derbasî qadên pratîkî bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi rengek zelal û rast karî hezkirina hevrêyên xwe bidest bixe. Bi girîngiya ku dida perwerdehiyê re, wê xwe bi berdewamî pêş xist bi taybetî li ser îdeolojiya rizgariya jinê sekinî. Ji hêza jinên azad ên di nava refên têkoşînê bandor bû û hê bêhtir xwedî li xebatan derket. Hevrêya me armanc kir ku bibe gerîlayek jêhatî ya YJA Starê. Wê ji bo amadekariyên li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, kedek mezin da. Ji bo bîranîna hevrêyên ku di şerê giran de şehîd bûne, zindî bihêle bibiryar bû. Hevrêya me bi xurtkirina biryardarî û azweriya xwe hewl da ku layiqê hevrêyên şehîd bibe. Hevrêya me bi fedekarî û sekna xwe ya di xeta jina azad de mîrateyek mezin a têkoşînê ji bo me hişt.
Hevrêya me Delîla ku milîtanek mînak a YJA Starê ye, di 28’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakûrkê tevlî karwana şehîdan bû. Ew bi hevrêtiya xwe ya dilnizm û xurt dê her tim bibe mînak û pêşeng. Weke şopdarên wê, em soz didin ku di şexsê hevrê Delîla de xeyala azadiyê ya hemû şehîdên me pêk bînin û li ber bîranîna wan em bi hurmetî bejna xwe ditewînin.
1’ê Kanuna 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





