Rojhilatê Kurdistanê ku lê çanda dêrîn a Kurd tê jiyîn, bûye qadeke wisa ku lê ruhê berxwedanê tim zindî bûye. Li gel bi bi hezaran ewladên egîd ên dayîne Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di dîroka têkoşîna me de cihê xwe girtiye.
Li gel şervanên xwe yên azadiyê hewla pêkanîna xeyalên Qazî Mihemed hatiye nîşandan. Hevrêyê me Cûdî li bajarê Sine ê lê welatparêziyeke kûr heye, ji dayîk dibe. Ji ber dilsoziya ji çanda xwe ya eşîra Erdelanî ku yek ji ferdê wê eşîrê ye û parastina nirxên cewherî ya ji aliyê malbata wî ve şopên mezin li ser kesayeta hevrêyê me hiştin. Hevrêyê me, deh salan dibistana dewletê û li hemberî polîtîkayên rejîmê yên asîmîlasyonê tim bû ciwanekî Kurd ê hişyar. Hevrêyê me Cûdî yê ku li gel mezinbûna temenê xwe bi kûrahî dikeve nava lêpirsînan, bi qasî çîrokên lehengiyê yên şerê ku bi pêşengtiya gerîalayan tê meşandin dibîhîze, dixwaze Tevgera me ji nêz ve nas bike. Bi taybetî jî ji serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê yên di pêvajoya dîlgirtina Rêbertiya me ya bi Komploya Navneteweyî ya di sala 1999’an de bandor dibe. Ji sekna şehîdên me yên bi çalakiyên ‘’Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’’ li dora Rêber Apo dibin çembera ji agir hêzê digire. Hevrêyê me Cûdî yê ku tu caran esareta Rêbertiya me qebûl nake, ji bo tevlîbûna nava refên gerîlayan dikeve nava lêgerînan. Ji ber temênê xwe yê biçûk neçar dimîne ku vê xeyala xwe heya demekê li paş bixe. Hevrêyê me yê ku ji bo têkariya debara malbata xwe di gelek karan de dixebite, hê di zarokatiya xwe de hînî pîrozahiya kedê dibe. Hevrêyê me yê ku pê dihese ku pergala kapîtalîst pergaleke îstîsmarê ye, lêgerînên xwe kûr dike. Hevrêyê me yê ku dibîne çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî destkeftiyên gelê me dikin û gerîla bi awayekî fedaiyane şer dikin û ji hemû cîhanê re didin îspatkirin ku îradeya Apoyî tu caran têk naçe, biryara tevlîbûnê distîne. Weke ciwanekî Kurd ê birûmet li hemberî êrîşên çêdibin bêdeng namîne û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Cûdî, di sala 2016’an de li ser Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe û li Herêmên Parastinê yên Medyayê yekem perwerdeya gerîlayan distîne. Di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan û şert û mercên çiyayan dibe. Li gel tevlîbûna xwe ya bi moral û coş a di pêvajoya perwerdeyê de bala hevrêyên xwe dikşîne. Bi saya xwesteka xwe ya fêrbûnê û eleqeya xwe ya ji bo dersên leşkerî di nava demeke kurt de pêş ket. Hevrêyê me Cûdî bi rengekî serketî perwerdeya xwe temam kir, derbasî qadên pratîkê bû. Hevrêyê me şans dît ku tiştên di perwerdeyan de fêr bûye, bixe pratîkê. Têkildarî jiyana gerîla tecrûbeyên xwe yên ewilî bi dest xist. Hevrê Cûdî li her patîkayê û her kaniya ku av le vexwarî, hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr anî. Jiyana şehîdan ji xwe re kir rêber. Hevrêyê me Cûdî bi berhemdariyeke mezin nêzî her kêliya jiyanê bû û tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir, pêşniyar kir ku perwerdeya îdeolojîk bibîne. Ji bo di warê îdeolojîk de kûr bibe û wezîfeyên demê bi cih bîne, di pêvajoya perwerdeyê de ket nava lêhêrbûnên kûr. Bi saya Parêznameyên Rêbertî û materyalên Partiyê yên xwendî, tecrûbeyeke diyar bi dest xist û bi serketî perwerdeya xwe temam kir. Hevrê Cûdî xwest tevkariyê li pêşketina hevrêyên xwe bike, demekê li akademiyê ma û di asta rêveberiyê de di xebatan de cih girt. Pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê dijwar e û xwest ji pêdiviyên demê re bibe bersiv. Hevrêyê me ji bo lêhêrbûnên xwe yên di pêvajoya perwerdeyê de bixe pratîkê, bêsebir ma. Di xebatên girîng ên ku hesasiyetek mezin û veşartîbûnê dixwazin de cih girt. Hevrê Cûdî di ferqa girîngiya xebatan de bû û her wezîfeya ku Partiya me jê re diyar kirî, bi layiqî bi cih anî. Bi fedakarî, hevrêtiya xwe ya xurt û dilsoziya xwe ya bi nirxan, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Li her qada ku çûyê, bû milîtanekî ku hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir û girêdayî pîvanên Partiyê ma. Di gelek xebatan de performanseke bilind raber kir. Ji bo di felsefeya Rêbertî de kûr bibe û bigihije heqîqeta hevrêtiyê, hewldaneke zêde raber kir. Hevrêyê me bi sekna xwe ya di jiyanê de, di kesayeta xwe milîtantiya fedayî ya Apoyî temsîl kir.
Hevrêyê me Cûdî bi tecrûbeya xwe ya îdeolojîk, leşkerî, kesayeta xwe ya dirûst û dilsoziya xwe ya bi nirxên Partiyê re, heya nefesa dawî têkoşiya da ku xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd pêk bîne. Li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê di gelek xebatan de cih girt û her wezîfeya xwe bi serketî temam kir. 1’ê Çileya 2024’an dema li ser wezîfeya xwe di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku mîrateya têkoşînê ya hevrê Cûdî ji me re hiştî bigihînin serketinê. Em li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.
1’ê Kanuna 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





