Hevrêyê me Baran li Quweytê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me yê ji eşîra Şemmerî bi ruhê berxwedanê yê eşîra Şemmerî mezin bû.
Ev eşîra bi kok ji dîrokê heya roja me ya îro li dijî zilmê rabûye, nirxên xwe parastiye û ji bo vê yekê berdêl dane. Hevrêyê me yê ji vê eşîrê, neheqî li kuderê be bila bibe li dijî xwe hesab kir. Hevrêyê me li derdoreke wisa mezin bû ku sempatî li hemberî têkoşîna azadiyê hîs dike û tevkariyê li Tevgera me dike. Di salên ciwantiyê de ji bo naskirina Partiya me PKK’ê hewldan raber kir. Hevrêyê me ku demek kurt çû dibistanên dewletê, ji bo di aliyê aborî de alîkariyê bide malbata xwe di gelek xebatan de ked da. Hevrêyê me şert û mercên zehmet ên jiyanê dizanî û zû ked nas kir. Ji aliyê malbat û derdora xwe ya nêz ve hate hezkirin. Rêbertiya me qasî 20 salan li Rojava, Beyrûd, Şam û Rojhilata Navîn kedek mezin raber kir û di encama vê kedê de welatparêzî û lehengî li ser vê xakê çêbûn. Hevrêyê me ji vê yekê pir bandor bû. Bû şahidê zilma çeteyên DAÎŞ’ê ya hem li dijî gelê Ereb hem li dijî gelê Kurd. Milîtanên Apoyî ji bo parastina destkeftiyên gelê me bi fedayiyane şer kirin, ew li hemberî vê yekê ket nava lêpirsînên kûr. Bi taybetî ji Berxwedana Kobanê û têkoşîna Derwêş û Edûlêyan a li Şengalê ya li dijî qirkirinê, hêzeke mezin girt. Li cihên ku bi pêngavên şoreşgerî çeteyên DAÎŞ’ê hatin paqijkirin, kêfxweşiya gelê me dît. Gelê me ji bo xwe bingehê jiyaneke bi rûmet danî, xwedî li têkoşîna me derket û ewladên xwe yên herî hêja da, vê yekê pêşiya hevrê Baran vekir. Di encama lêpirsînên kûr û muhasebeyên wijdanî de, tevlî nava refên azadiyê bû, fikirî ku dema girtina berpirsyariyên dîrokî hatiye.
Hevrêyê me yê ku sala 2018’an ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bû, di demeke ku êrîşên dewleta Tirk zêde bûn de tevlî bû û pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê germ e. Ji ber ku şervanekî nû bû û di warê leşkerî de nexwedî tecrûbe bû, neçar ma ku vê pêşniyara xwe taloq bike. Di pêvajoya tevlî bûyî de şehadetên li Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, kir hinceta mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêyê me yê Ereb ê tevlî nava refên azadiyê bû, jiyan û sekna Ezîz Ereb – Nadir Şêx Hesen ê 17’ê Nîsana 1986’an li Colemêrgê şehîd bû, ji xwe re mînak girt. Di şerê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Girê Spî de cih girt. Hevrêyê me Baran weke şervanekî bi wêrek, hewl da wezîfeyên xwe yên demê bi cih bîne. Hevrêyê me tecrubeya şer bi dest xist û hêrsa xwe ya li dijî dijmin mezin kir. Pêşniyar kir ku biçe çiyayên Kurdistanê yên ku ji bo Tevgera me pîroz in. Hevrêyê me Baran li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji berxwedana destanî ya li dijî operasyonên dagirkeran moraleke mezin girt. Ferq kir ku encex eger bibe gerîlayekî pispor, wê ji pêvajoyê re bibe bersiv. Hevrêyê me li ser vî bingehî tevlî perwerdeyên pisporbûnê bû, bi tevlîbûna xwe ya bi coş a li dersên leşkerî demek kurt encamên baş bi dest xist. Weke gerîlayekî ku di taktîkên demê yên li dijî êrîşên tasfiyeya li ser Tevgera me hatî ferzkirin de bûye pispor û di warê îdeolojîk de tecrûbe bi dest xistiye, wezîfeyên demê meşand. Bi îdîayeke mezin tevlî perwerdeyan bû û pêş ket. Piştî ku perwerdeyên xwe bi serketî qedand, li qadê tevlî xebatên pratîk bû. Tevî ku biyaniyê jiyana çiyê bû, nava demek kurt motîve bû. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bi moral û kelecan, hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Baran ê xwedî tecrûbeya leşkerî û îdeolojîk, ji bo biçe qadên ku şer lê germ e, pêşniyar kir. Di berxwedana destanî ya gerîla ya li dijî dewleta Tirk û hêzên hevkar de, berpirsyarî girt ser xwe. Wezîfeyên xwe ji bo bibe layiqên şehîdan, bi cih anî. Hevrêyê me Baran ji bo azadiya gelê me li dijî her cure zehmetiyê têkoşiya û bi cesaret û hevrêtiya xwe ya jidil weke milîtanekî fedayî yê Apoyî yê Ereb di dîroka me ya têkoşînê de cih girt.
Hevrêyê me Baran 13’ê Çileya 2024’an li herêma Garê di êrîşa dijmin de şehîd bû, bi kesayeta xwe ya dilnizm û baweriya xwe ya ji serketinê re mîrateyeke têkoşînê ya ku ti carî nayê jibîrkirin dewrî me kir. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrê Baran a dewrî me kirî bi serketinê tacîdar bikin. Em li ber bîranîna hemû şehîdên xwe, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
1’ê Kanuna 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





