Hevrêyê me Çiyager li Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî û derdora wî ya nêz welatparêz e û dilsozê kevneşopî û çanda Kurdî ye, di temenekî biçûk de partiya me PKK nas kir.

Ji ber ku li bajarekî serhildanê yê mîna Amedê jiyan kir, jiyana şoreşgerî pir zû nas kir. Hevrêyê me li dijî jiyana ku dijmin dixwest li Kurdistanê çêbike, bû xwedî helwest. Her çendî ku heya dibistana amadeyî xwendibe jî, ket ferqa polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku dijmin li ser gelê me ferz dikir û bi vî rengî mezin bû. Her tim cewrê xwe parast. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, şivantî û cotkarî kir. Hevrêyê me Çiyager pir zû pîroziya kedê nas kir. Ji bo vê yekê her tim hewl da ku bi keda xwe jiyana xwe bidomîne. Hevrêyê me di dema ciwantiyê de di xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de cih girt. Bi tevlîbûna xwe ya aktîf weke ciwanekî Kurd wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Bi vê taybetmendiya xwe bû şoreşgerekî ku hemû ciwanên Kurd wî ji xwe re mînak bigirin. Ji ber tevlîbûna xwe ya aktîf a di xebatên ciwantiyê de, bala dijmin jî kişand. Hevrê Çiyager hate dîlgirtin. Hevrêyê me 3 mehan li zindanê ma, di vê pêvajoyê de derfet dît ku rastiya dijmin hîn ji nêztir nas bike. Hevrêyê me fêm kir ku dijmin tenê zindan û goristanê ji gelê Kurd re rewa dibîne. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin, kir hinceta mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêyê me Çiyager bû şahidê berxwedana destanî ya bi pêşengiya fermandarê fedayî şehîd Çiyager Hêvî ya li Sûrê. Li vir ji berxwedana fedayî û şehadetên çêbûne, pir bandor bû. Di heman demê de gelek hevalên wî û ji xizmên wî yên nêz tevlî nava refên gerîla bûn, ji vê yekê jî bandor bû. Hevrêyê me lêgerîna xwe ya têkoşînê hîn zêdetir kir. Dijmin êrîşên li ser destkeftiyên gelê me zêde kir û tecrîda li dijî Rêber Apo kir sîstematîk. Ev yek bû sedem ku hevrê Çiyager rêbazê xwe yê têkoşînê zelal bike. Hevrêyê me bawer kir ku encex bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare ji êrîşên dijmin ên li ser Rêbertiya me û gerîlayên azadiyê re bibe bersiv. Li ser vî bingehî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di têkoşîna azadiyê de cih girt. Navê fermandarê fedayî yê Apoyî hevrê Çiyager ku pir jê bandor bibû, li xwe kir û soz da ku xwedî li bîranîna wî derkeve û têkoşîna wî bigihîne serketinê.

Hevrêyê me Çiyager perwerdeya xwe ya ewilî li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, bi xwestek û kelecaneke mezin tevlî perwerdeyan bû. Hevrêyê me fêrî hunera şerê gerîla û taktîkên dema nû bû, bi lêhêrbûnên xwe mesafeyeke girîng derbas kir. Di heman demê de felsefeya Rêber Apo nas kir. Hevrêyê me hingî ku Rêber Apo fêm kir, asta xwe ya tevlîbûnê zêde kir. Hevrêyê me di perwerdeyan de dîroka me ya Partiyê û Kurdistanê fêr bû, ji van dersan hem tecrubeyên girîng derxist hem jî xeta xwe ya têkoşînê diyar kir. Hevrêyê me piştî ku perwerdeya xwe qedand, derbasî herêma Qendîlê bû, li vir jî tevlîbûna xwe ya aktîf domand. Bi kesayeta xwe ya dirûst, samîmî û kedkar hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrê Çiyager ji bo bibe layiqê nêzîkatiya hevrêyên xwe, hewl da ku têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me li gelek qadên herêma Qendîlê gerîlatî kir. Bi tecrubeyên ku li vir bi dest xistî re, bû milîtanekî Apoyî yê pispor. Tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bû û berpirsyariyeke dîrokî girt ser xwe. Hevrêyê me Çiyager bi cidiyeta ku van berpirsyariyên xwe bi cih bîne, tevgeriya. Ji bo vê yekê ji şerê zihniyetê heya şerê germ a li eniya berxwedanê, di her astê de wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî.

Hevrêyê me Çiyager bi israr xwest biçe qadên ku şer lê dijwar e. Li ser vî bingehî derbasî herêma Xakurkê bû û têkoşîna xwe li vir domand. Destpêkê tevlî xebatên ji bo amadekariya tunelên şer bû. Hevrêyê me bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Çiyager bêrawestan xebitî û tunelên şer mezin kir. Ji dil bawerî bi vê serketina taktîka dema nû anî. Hevrêyê me Çiyager ji berxwedana tunelan a li Zap, Avaşîn û Metînayê ders derxist û xebatên xwe hîn pêştir birin. Di heman demê de li ser taktîka tîma pispor a li ser esasê araziyê, lêhêrbûn kir. Hevrê Çiyager gihişt formasyoneke îdeolojîk û leşkerî ya ku li dijî êrîşên dijmin bibe bersiv. Hevrêyê me Çiyager bi hevrêtiya xwe ya jidil, tevlîbûna xwe ya dirûst û kesayeta xwe ya xwezayî, rêzdarî û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Bi vê taybetmendiya xwe di heman demê de ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Çiyager li Qada Berxwedanê ya Lolan a herêma Xakurkê di êrîşên dijmin ên 23 – 26’ê Nîsanê de şehîd bû.

Hevrêyê me Çiyager ji tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla heya kêliya ku gihiştî şehadetê, bi dilsoziya xwe ya xurt a bi nirxên azadiyê re di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Em soz didin ku bîranîna wî li Kurdistana azad bidin jiyîn.

 

1’ê Kanuna 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me