Hevrêyê me Sîpan yek ji bajarên Kurdistanê yê ku lê welatparêziyeke mezin heye, li Qamişloyê ji dayîk dibe. Rastiya dijmin û zulma li ser gelê me hîs dike û tim û tim li dijî dijmin hêrs dibe. Hevrêyê me di zarokatiya xwe de çîrokên lehengiya gerîlayan dibihîze û hê di zarokatiya xwe de ji Partiya me PKK’ê hez dike. Di salên dibistanê de dikeve nava lêgerîn û nakokiyan. Bi taybetî jî weke her ciwanên Kurd ên birûmet dîlgirtina Rêber Apo ya li gel Komploya Navneteweyî tu caran qebûl nekir. Hevrêyê me Sîpan girêdayî vê yekê lêgerînên xwe kûr kirin. Hevrêyê piştî demekeê derbasî Şamê dibe û ji kadroyên Apoyî yên li wir dibîne, bandor dibe. Li hemberî konsepta îmha û tasfiyeyê ya li Tevgera me û Rêbertiya me tê ferzkirin, hêrs dibe. Ji şehadetên hevrêyên me yên ku dîlgirtina Rêbertiya me qebûl nakin û li gel çalakiya ‘’Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’’ li dora Rêber Apo dibin çembereke ji agir gelekî bandor dibe. Hevrêyê me biryarê dide ku ji pêvajoyê re bersiva herî baş tevlîbûna nava refên gerîlayan e û tevlî nava refên gerîlayan dibe. Hevrêyê me di sala 2001’an de berê xwe dide çiyayên azad û li herêma Qendîlê tevlî nava PKK’ê dibe. Hevrêyê me di perwerdeya şervanên nû de dixwaze xwe di her warî de pêş bixe û dixwaze ji bendewariyên pêvajoyê re bibe bersiv. Ji bo xwegihandina armanca tevlîbûnê tim dikeve nava kûrbûnan. Di demeke kurt de adapteyî jiyan û derdora gerîlayan dibe. Hevrêyê me, perwerdeya xwe ya şervanên nû bi awayekî serkeftî temam dike û li herêma Qendîlê beşdarî xebatên Partiyê dibe. Li gel avaniya xwe ya enerjîk û hîperaktîf a di jiyanê de û tevlîbûna xwe ya bimoral di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe ve tê pîrozkirin. Hevrêyê me di nava jiyana gerîlayan de roj bi roj tecrûbeyan bi dest dixe û pêşniyar dike ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Piştî ku sê salan li herêma Qendîlê xebatên pratîkê dimeşîne, derbasî herêma Garê dibe. Hevrêyê me li hemû derên lê dimîne bi tevlîbûna xwe dibe mînak û di pêşniyara xwe ya derbasbûna Bakurê Kurdistanê de israr dike.
Hevrêyê me Sîpan, dixwaze di nava Pêngava 1’ê Hezîranê de ya Tevgera me di sala 2004’an de îlan dike, cih bigire û di sala 2005’an de derbasî Amedê dibe. Li Amedê pratîkeke serkeftî dimeşîne û di çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatine xistin de cih digire û li gorî ruhê serdemê tev digere. Bi saya taybetmendiyên xwe yên weke fedekarî û kesayeta xwe ya kamil ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Di warên leşkerî de weke gerîlayekî xwedî tecrûbe alîkariya hevrêyên xwe dike. Tevî ku di çalakiyên li Amedê de du caran birîndar dibe jî tu caran ji xebatan dûr nakeve. Bendewariyên pêvajoyê dizane û li gorî wan tev digere. Piştî di nava demeke kurt de tedawiya xwe temamdike dubare bi awayekî çalak daxilî xebatan dibe. Hevrêyê me piştî ku şeş salan li Amedê pratîkê dimeşîne derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Ji bo temakirina aliyên xwe yên şaş û kêm ên di qada pratîkê de di sala 2011’an de ji Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz perwerdeyê dibîne. Di perwerdeyan de xwe li ser Şerê Gel ê Şoreşgerî felsefeya Rêbertî xwe kûr dike. Hevrêyê me Sîpan, di nava atmosfera perwerdeyê de pratîka bi salan lêpirsîn dike, aliyên xwe yên şaş û dogmatîk li gorî rêxistinê dinirxîne û perspektîfa gerîlatiya serdema nû bi dest dixe û karî bibe milîtanekî ku ji hemû erkan re amade. Di çarçoveya seferberiya Partiya me ya li hemberî komkujiya ku çeteyên DAÎŞ’ê li gelê me yê Rojava û Şengalê ferz dike de, derbasî Rojava dibe û beşdarî gelek pêngavên şoreşgerî dibe. Di sala 2014’an de bi awayekî çalak tevlî Pêngava Azadkirina Serêkaniyê dibe û ji ling û milê xwe birîndar dibe. Hevrêyê me Sîpan, piştî ku tedawiya xwe temam dike dubare li eniyên şer ên cihê xwe digire. Hevrêyê me yê hêja yê ku di pêvajoya Şoreşa Azadiya Rojava de beşdarî gelek pêngavan dibe, ala gelê me ya şoreşê li hemû qadên ku lê têdikoşe bilind dike, derbasî Mexmûr û Şengala ku lê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê dijwar e, dibe. Li vir erk û berpirsiyariyên girîng digire ser milên xwe û bi tecrûbeyên xwe yên zêde rol dilîze. Li hemû qadên ku lê dimîne ji bo jiyanîkirina Padîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan a Rêbertiya me bi hemû hebûna xwe li ber xwe dide. Hevrêyê me Sîpan, di sala 2015’an de li Akademiya Hakî Karer perwerdeyê dibîne û hem di warê îdeolojîk de û hem jî yê leşkerî de dikeve nava lêpirsînên mezin. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk xwe di hemû waran de amade dike. Hemû kêliyên jiyanê weke qadeke perwerdeyê dibîne û karî bibe şervanekî ku qîma xwe bi ya heyî re bîne. Hevrêyê me, li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşengtiya gelek xebatan dike.
Hevrêyê me Sîpan ê ku li hemberî operasyona dewleta Tirk a di 16’ê Nîsana 2024’an de li herêma Matînayê dide destpêkirin, di asta fermandariya herêmê de erk û berpirsiyaran digire ser milên xwe, bi cesaret û tevlîbûna xwe ya bimoral ji hevrêyên xwe re dibe çavkaniya hêz û moralê. Weke fermandarekî fedaî yê Apoyî li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe dide. Hevrê Sîpan ê fermandarê me yê hêja ê ku ji Bakurê Kurdistanê heya Rojava, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heya Şengal û Mexmûrê li gelek qadên Kurdistanê gerîlatiyê dike û ji bo azadiya gelê me bêyî teredut li ber xwe dide, li herêma Metînayê di encama êrîşeke dijmin ya di 20’ê Gulana 2024’an de tevlî karwanê şehîdan dibe. Em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Sîpan ê ku ji dilê şehîdên me re dibe rênîşander û dilsoziyeke mezin nîşan dide tim û tim zindî bigirin.
1’ê Kanuna 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





