Hevrêyê me Argeş li Colemêrg'ê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber girêdana malbata wî bi taybetmendiyên civakî û nirxên welatparêziyê, hevrêyê me Argeş jî li gorî resenê xwe mezin bû.

Ji ber ku apê wî û xizmên wî yên nêz di nava refên gerîla de cih girtibûn, hevrêyê me Argeş ji biçûkatiya xwe ve têkoşîna me nas kir û ji şehadeta apê wî Piling Colemêrg – Şaban Aktaş di sala 2008'an de li herêma Bestayê gelekî bandor bû. https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2008-ehitlerimiz/item/874-piling-hakkari-saban-aktas Hevrêyê me tevî ku di temenê biçûk de bû, bi hêza fikrî ya mezin gihîşt wê astê ku sedema tevlîbûna apê wî di nava refên gerîla de, têkoşîna wî ya heta şehadetê û sedema derketina şer pirs kir û di lêgerîna dîtina bersiva van pirsan de bû. Bi demê re hevrêyê me rastiya dijmin nas kir û bi awayekî tecrûbî fêr bû ku dewleta Tirk dixwaze gelê me qir bike. Hevrêyê me Argeş ê ku şahidiya ferzkirina zimanê Tirkî li ser wî li dibistana ku diçû û qedexekirina zimanê wî yê zikmakî Kurdî, her wiha hewldana valakirina çand, kevneşopî û şêwazê jiyanê yê bi hezaran salan ê gelê me bi polîtîkayên şerê taybet kir, zû fêm kir ku ev hemû rêbazên qirkirinê ne.

Dema ku dît dewleta Tirk bi van hemû pêkanînan dema ku negihîşt armanca xwe ji pêkanîna komkujiyên li dijî gelê me paş ve nema, baştir fêm kir ku çima apê wî Şehîd Piling Colemêrg û hezaran gerîla derketine çiyayan û heta şehadetê şer kirine. Û ji ber vê helwesta wî, hevrêyê me bi apê xwe serbilind bû û wî ji xwe re kir mînak. Hevrêyê me Argeş ê ku kûrbûna xwe ya li ser têkoşîna azadiyê ya gelê me didomand, ji çalakiyên bi bandor ên gerîla yên li dijî dewleta Tirk a dagirker, hêz û moraleke mezin girt. Her wiha derketina gelê me ya qadan ji bo azadiyê û têkoşîn û berxwedana wan a bêrawestan li hemberî hemû zext û êrîşên dewleta Tirk ji xwe re kir mînak. Hevrêyê me yê ku difikirî ku divê ew jî wekî ciwanekî Kurd di nava refên têkoşînê de cih bigire, li ser vê bingehê ket nava lêgerînan. Hevrêyê me Argeş ê ku ji pêkanînên derveyî mirovahiyê yên dijmin ên li ser cenazeyên gerîlayan û goristanên şehîdan hêrseke mezin dikişand, difikirî ku bersiva herî baş a vê yekê, tevlîbûna nava refên gerîla ye. Hevrêyê me yê ku ji şehadeta xizmê xwe Agir – Naim Akgul di sala 2015'an de di nava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bandor bû, tavilê xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Lê belê berî ku vê daxwaza xwe bi cih bîne, bi awayekî bêbext ket destê dijmin û demekê di bin çavan de ma. Hevrêyê me Argeş ê ku piştî ku hate berdan, kûrbûnên xwe domand, di vê pêvajoyê de neçar ma ku şahidiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla û Şoreşa Azadiyê ya Rojava bike. Hevrêyê me yê ku ji vê rewşê gelekî hêrs bû, xwest zû tevlî nava refên gerîla bibe û tola şehadetên ku dihatin jiyîn, hilîne. Hevrêyê me Argeş ê ku di sala 2019'an de derfeta ewil dît, li herêma Heftanîn'ê tevlî nava refên gerîla bû.

Di dema tevlîbûna wî ya gerîla de destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Heftanîn'ê, ji bo hevrêyê me Argeş wekî fêrbûna şert û mercên şer bû. Li vir hevrêyê me yê ku êrîşên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li ser sirûşta Kurdistan'ê dît, hêrsa xwe zêdetir kir. Piştre hevrêyê me Argeş derbasî herêmeke din bû û li wir tevlî perwerdeyên şervanên nû bû. Li vir hevrêyê me yê ku xwe di warê îdeolojîk de perwerde kir, gelek taybetmendiyên ku ji sîstema kapîtalîst girtibû derbas kir û taybetmendiyên modernîteya demokratîk di xwe de ava kir. Hevrêyê me Argeş ê ku ji roja ewil a tevlîbûna nava refên gerîla de difikirî ku divê têkoşîna ku bimeşîne li ser xeta fedayîtî be, ev kûrbûna xwe di pêvajoya perwerdeyê de jî domand. Tevlîbûna wî ya di her kêliya jiyanê de li ser vê bingehê bû û bi vê taybetmendiya xwe hem bala hevrêyên xwe kişand, hem jî rêzgirtina wan bi dest xist. Hevrêyê me Argeş ê ku nameyên hevrêyên me yên ku berê çalakiyên fedayî kiribûn dixwend, her ku çû kûrbûnên xwe yên di vê aliyê de kûrtir kir. Ji ber ku di pêvajoyeke ku êrîşên dijmin giran bûn de tevlî nava refên gerîla bû, kûrbûnên wî yên leşkerî xurt bûn û ji bo fêrbûna taktîkên gerîla yên serdema nû, xwedî hewldaneke mezin bû. Bi taybetî jî bi hemû hebûna xwe bi baweriya xwe bi taktîkên tunelên şer û gerîlatiya livdar, ji bo fêrbûnê kedeke mezin da.

Hevrêyê me Argeş ê ku perwerdeya şervanên nû bi serkeftî qedand, derbasî qadên karên pratîkî bû û demekê dirêj hem di çêkirina tunelên şer de, hem jî di karên tenduristiyê de cih girt. Di xebata xwe ya ku hemû hêz û kûrbûna xwe dabû wê, bi dîsîplîn û xebatkarî bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me Argeş ê ku bi dermankirina hevrêyên xwe yên di dema şer de birîndar bûbûn re eleqedar bû, di vê pêvajoyê de rastiya şer hîn zêdetir fêm kir. Hevrêyê me yê ku dixwest tola hevrêyên xwe yên şehîd û birîndar hilîne û kûrbûnên xwe yên derbarê fedayîtiyê de di jiyanê de jî nîşan dida, bi tevlîbûna xwe ya fedakar û bêhesab, li çepera şer a ku lê bû pêşengî kir. Hevrêyê me Argeş ê ku difikirî ku wek milîtanekî fedayî bi derbasbûna karên Hêzên Taybet re dikare derketineke mezin pêk bîne, li ser vê bingehê pêşniyar kir. Lê belê pêşniyara wî demekê hate sekinandin û hevrêyê me di vê pêvajoyê de lêhûrbûnên xwe kûr kir. Hevrêyê me yê ku lêkolîn li ser jiyana têkoşînê ya her hevalekî xwe yê şehîd kir û ji wan ders derxist, bi vî awayî xwest bibe xwediyê têkoşîneke hîn bi bandor. Hevrêyê me yê ku bi taybetî li hemberî şehadetên li herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava bandor bû û sonda tolhildanê da, careke din ji bo tevlîbûna karên Hêzên Taybet pêşniyar kir.

Pêşniyara hevrêyê me vê carê hate qebûlkirin û derbasî qursa perwerdehiya bingehîn bû û hay jê hebû ku ev derfeta perwerdehiyê bi ked û fedakariya mezin a hevrêyên wî yên şehîd hatiye afirandin. Ji ber vê yekê di her qonaxa perwerdehiyê de bi zanabûna layiqbûna hevrêyên xwe yên şehîd, tevgeriya. Hevrêyê me Argeş ê ku bi perwerdeyên ku girt, felsefeya azadiyê ya Rêber Apo hîn kûrtir fêm kir, di heman demê de dersên ku di qadên şer de hatine bidestxistin jî ji xwe re kir tecrûbe. Piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, hevrêyê me yê ku bi israr û pêşniyara xwe ya xurt derbasî herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava bû, çû qada Girê Amediyê ya ku bi kedên mezin ên şehîdên me Şehîd Delîl, Şehîd Guven, Şehîd Hêzil, Şehîd Botan, Şehîd Vorîn, Şehîd Goksu û gelek şehîdên din hatiye avakirin. Hevrêyê me Argeş ê ku di berxwedana efsanewî ya li vir de roleke mezin lîst, piştre derbasî qada Girê Bahar bû û li vir jî hêz da berxwedanê. Bi hemû hebûna xwe tevlî berxwedana ku di pêşengiya fermandarê me yê hêja Şehîd Mordem Çewlîk de pêş ket, bû û xwe bi temamî ji serketinê re feda kir.

Hevrêyê me Argeş ê ku di meha Nîsanê de dema ku bi hevrêyê xwe Berxwedan re li ser erka xwe bû, di êrîşeke dijmin de şehîd bû, ruhê fedayî yê Apoyî ku li herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava careke din şênber bû, di kesayeta xwe de temsîl kir û navê xwe li têkoşîna azadiyê ya gelê me nivîsand. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyê Argeş li Kurdistana azad bidin jiyîn.

2’ê Mijdara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me