Hevrêyê me Berxwedan li Hesekê di nava malbateke Ereb, ji eşîra Cubur de hate dinê. Ji ber ku li bajarekî wekî Hesekê ku gel û baweriyên cuda bi hev re di nava aştiyê de dijîn, mezin bû, bi awayekî gelekî tolerans û rêzgirtina li cudahiyan mezin bû.
Hevrêyê me yê ku di şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de ket serdema ciwaniya xwe, di vê pêvajoyê de têkoşîna me nas kir. Bi taybetî jî ji hevrêyên me yên şehîd ên ku li hemberî rejîma BAAS'ê û çeteyên DAÎŞ'ê yên ku gelê Ereb talan dikirin û her tim di bin zextê de digirtin, bi hewldana xwe ya bilind bûn nemir, bandor bû. Hevrêyê me yê ku zanîbû şehîdan ji bo afirandina cîhanekî ku tê de hemû gel dikarin bi hev re xwişk-biratî bijîn, berdêl dane, her tim xwe deyndar hîs dikir. Hevrêyê me Berxwedan ê ku coşa şoreşa li Rojava di dilê xwe de dijiya, difikirî ku divê ew jî di nava vê têkoşînê de cih bigire.
Hevrêyê me yê ku zanîbû tenê bi vî awayî dikare layiqî şehîdan bibe, li ser vê bingehê ket nava lêgerînan û xwest şoreşa ku dihat jiyîn hîn ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de milîtanên Apoyî nas kir, ji têkiliyên wan ên hevrêtiyê, helwesta wan a di jiyanê de û qîmeta wan a ji mirovan re bandor bû. Ji ber vê yekê hevrêyê me Berxwedan ê ku dest bi eleqedarîya nêzîktir bi têkoşîna me kir, di destpêkê de biryara tevlîbûna hêzên azadiyê yên Rojava da. Li ser êrîşa dewleta Tirk a ji bo tasfiyekirina şoreşa ku bi rêya çeteyan bi ser neketibû û bi vî awayî li gelek qadan êrîşên dagirkeriyê dabû destpêkirin, hevrêyê me Berxwedan jî cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt. Piştî ku perwerdeyên xwe yên ewil girt, derbasî qadên ku şer lê giran bû û li vir kedeke girîng da. Piştre hevrêyê me Berxwedan ê ku perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî girt, bû şervanekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku bi taybetî jî bi perwerdeyên îdeolojîk ên ku girt felsefeya azadiyê ya Rêber Apo fêr bû û fêm kir, gihîşt wê baweriyê ku gel tenê bi felsefeya Rêber Apo dikarin bigihîjin azadiya xwe û di nava aştiyê de bijîn. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe tevlî xebatan bû. Ji ber ku ji xizmên wî yên nêz jî gelek tevlîbûn û şehadet di nava refên azadiyê de hatin jiyîn, hevrêyê me Berxwedan gihîşt wê biryardariyê ku têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me yê ku zanîbû ev yek tenê bi derbasbûna çiyayên Kurdistanê pêkan e, li ser vê bingehê berê xwe xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Berxwedan ê ku li hemberî heybetiya çiyayên Kurdistan'ê heyranîya xwe venaşart, tevî ku berê nehatibû çiyayan, lê ji bo ku di demeke kurt de bi çiya û jiyana gerîla re bibe yek, xwedî hewldaneke xurt bû. Hevrêyê me yê ku di warê leşkerî de tecrûbeyên wî yên diyar hebûn, bi perwerdeyên ku di nava refên gerîla de girt, xwe di warê îdeolojîk de hîn tûj kir. Hevrêyê me yê ku dît felsefeya azadiyê ya Rêber Apo li çiyayên Kurdistan'ê di şexsê gerîla de tê jiyîn, bi coşeke mezintir tevlî bû. Dema ku dît li çiyayan bi sedan Ereb û gerîlayên ji gelên cuda mîna wî têkoşînê dikin, baweriya wî ya bi Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêbertiya me hîn zêdetir bû. Ji ber vê yekê têkoşîn hîn zêdetir xwedî lê derket û xwe li ser serketinê kilît kir. Hevrêyê me Berxwedan ê ku zanîbû armanca dawî ya êrîşa dewleta Tirk a li ser qadên gerîla berfirehkirin e, hay jê hebû ku ev yek wê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn encamên giran bîne. Ji ber vê yekê difikirî ku divê bersiva êrîşên dewleta Tirk bê dayîn.
Li ser vê bingehê hevrêyê me Berxwedan ê ku pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê giran bû û ji bo vê yekê israr kir, derbasî herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava bû. Li vir hevrêyê me yê ku tevlî berxwedana ku li ser xeta fedayîtî dihat meşandin bû, di demeke kurt de karî xwe li qadê biguncîne. Di tunelên şer de li hemberî hemû êrîşên dijmin bi hevrêyên xwe re bi rengekî fedayî li ber xwe da. Hevrêyê me Berxwedan ê ku bi tevlîbûna xwe ya bi biryar û xwestek û kesayetiya xwe ya fedakar rêzgirtina hevrêyên xwe bi dest xist, ev helwesta xwe her dem ji bo mezinbûna berxwedanê esas girt. Hevrêyê me yê ku tevî hemû rêbazên şerê taybet ê dijmin, çekên kîmyewî yên ku bikar anî û hemû ne gengaziyan, îradeya Apoyî di xwe de şênber kir, bi vî awayî bersiva herî watedar da dijmin.
Hevrêyê me Berxwedan ê ku di berxwedana li herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava de kedeke girîng da, di meha Nîsanê de dema ku li ser erka xwe bû, bi hevrêyê xwe Argeş re di êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû û karî têkoşîna xwe bigihîne lûtkeyê. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca hevrêyê Berxwedan ê şoreşgerê enternasyonal a cîhanek û Rojhilata Navîn a demokratîk, azad û wekhev, pêk bînin.
2’ê Mijdara 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





