Hevrêyê me Mîtan li Rimêlanê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me yê ku ji eşîra Ereb a kevnar Begara bû, bi çanda kûr û dewlemend a gelê Ereb mezin bû.
Hevrêyê me yê ku 9 salan xwend, ji bo alîkariya debara malbata xwe bike, di karên cuda de xebitî. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê ku kesayetiyeke berpirsiyar, kedkar û fedakar bi dest xist, karî van taybetmendiyên xwe di tevahiya jiyana xwe de biparêze. Hevrêyê me yê ku demekê kurt piştî pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava, bi mîlîtanên ku şoreş pêk anîn û felsefeya Rêber Apo ya ku çavkaniya îlhama wan bû, nas kir, eleqeyeke mezin nîşanî têkoşîna ku dihat meşandin, da. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê ku ket nava lêgerînan, bi bandorbûna tevlîbûna xwişkeke xwe di nava refên têkoşînê de, biryara tevlîbûna karên şoreşê da. Bi vî awayî hevrêyê me Mîtan ê ku di kêleka hevrêyê Sîpan Efrîn - Mihemed Hemo yê ku di nava gel de wek Sîpan Doçka dihat naskirin, cih girt, li vir derfet dît ku rastiya têkoşîna me hîn ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me yê ku di şexsê hevrêyê Şehîd Sîpan de rastiya milîtantiya Apoyî, felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û têkiliyên hevrêtiyê yên resen nas kir, bi coş, heyecan û xwestekeke mezin tevlî xebatan bû. Hevrêyê me yê ku her tim di hewldana afirandina nirxan de bû, bi kedkarî û fedakariya xwe bandor li her kesê li derdora xwe kir. Hevrêyê me Mîtan ê ku ji şehadeta hevrêyê Sîpan di sala 2019'an de piştî krîza dil bandor bû, şehadeta wî kir sedema mezinbûna têkoşîna xwe. Li ser vê yekê tevlî karên leşkerî bû û ji bo parastina gelê me erka girîng bi cih anî. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de karî xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de jêhatî bike, ji tevlîbûna malbat û xizmên xwe yên nêz di nava refên têkoşînê de û şehadetên ku hatin jiyîn, bandor bû û gihîşt wê biryardariyê ku xwe bi tevahî ji têkoşîna azadiyê re feda bike.
Li ser vê bingehê di sala 2021'an de gihîşt biryardariya tevlîbûna çalak a têkoşînê û bû şoreşgerekî profesyonel. Hevrêyê me Mîtan ê ku ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo bandor bû, bawer kir ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tenê bi felsefeya Rêbertiyê û Paradîgmaya jiyanê dikarin bên çareserkirin. Ji ber vê yekê ji bo ku xwe di felsefeya Rêbertiyê de kûr bike, xwedî hewldaneke mezin bû. Hevrêyê me yê ku her ku kûr bû, xwest têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin bike, li ser vê bingehê ket nava lêgerînan. Hevrêyê me yê ku ji şehadeta pismamê xwe Mazlum Berxwedan - Hesen Salîm Selmo di Berxwedana dîrokî ya Zap'ê de bandor bû, ev yek kir sedema kûrbûneke hîn zêdetir. Di sala 2023'an de pêkanîna çalakiya fedayî ya hevrêyên me Rojhat û Erdal li dilê dijmin li Enqerê, kir ku kûrbûn û lêgerînên hevrêyê Mîtan hîn zêdetir şênber bibin. Hevrêyê me yê ku xwest derbasî çiyayên Kurdistan'ê bibe û tevlî karên Hêzên Taybet bibe, tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Mîtan ê ku her ku hat çiyayan ji bo tevlîbûna karên Hêzên Taybet pêşniyar kir, pêşniyara wî hate qebûlkirin. Ji ber ku milîtanekî resen û bi awayekî gelekî dirust tevlî jiyanê dibû, di demeke kurt de bi çiya û jiyana gerîla re ahengdar bû. Hevrêyê me yê ku derbasî perwerdehiya qursa bingehîn bû, vê pêvajoya perwerdehiyê wek derfeteke ji bo nasîna xwe, analîzkirina taybetmendiyên ku li pêşiya milîtanbûna wî asteng bûn û derbaskirina wan, nirxand. Hevrêyê me yê ku di vî alî de kûrbûneke xurt jiyan kir, karî vê yekê li ser jiyanê jî nîşan bide. Ji ber vê yekê bû milîtanekî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêz jê re dihat girtin. Hevrêyê me yê ku ji bo ku bi hevrêyên xwe yên Kurd ên ku bi hev re dijiya û têkoşîn dikir re têkiliyeke baştir dayne, dest bi fêrbûna Kurdî jî kir, bi azwerî û hewldana xwe di demeke kurt de di vî warî de pêşketinên girîng bi dest xist. Hevrêyê me Mîtan ê ku perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêber Apo fêm kir, anî ziman ku milîtantiya vê perspektîfê û dabînkirina azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn berpirsyariya wî ye û bi vî awayî bû xwedî xeyal û armancên mezin. Her wiha ji bo fêrbûna taktîkên gerîla yên serdema nû yên ku serkeftina berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker pêk anîn, xwedî hewldan û kedeke mezin bû. Hevrêyê me yê ku tecrûbeyên xwe yên leşkerî yên berê bi gerîlatiya serdema nû re hevkar kir, di vî warî de derketineke mezin pêk anî.
Piştî ku perwerdeyên xwe bi serkeftî qedand, hevrêyê me Mîtan ê ku xwest biçe qadên ku berxwedan lê didome, karî baweriyê bide hevrêyên xwe. Bi vî awayî ji bo hilanîna tola pismamê xwe Mazlum Berxwedan - Hesen Salîm Selmo yê ku li Zap'ê şehîd bû, rûyê xwe da herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava. Hevrêyê me yê ku ji kêliya ewil ve bi awayekî çalak tevlî berxwedana ku li vir dihat meşandin, bû, bi fedakariya xwe bû mînaka hevrêyên xwe. Hevrêyê me yê ku li hemberî êrîşên giran ên dijmin bi îradeya Apoyî ya di dilê xwe de bersiv da, di gelek çalakiyan de roleke çalak girt ser xwe. Bi wêrekiya xwe, bû sedema lêdanên giran ên li dijmin û di hewldana hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd de bû. Li vir hevrêyê me yê ku fedayîtî baştir nas kir û fêm kir, rastiya ku fedayîtî şêwazekî jiyanê ye, fêm kir. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê ku xwe li ser xeta fedayîtî bi dirhem dirhem helandinê feda kir, li tunela şer a ku lê bû, bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Mîtan ê ku di dema erka xwe ya ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin de, di êrîşeke dijmin de şehîd bû, cihê xwe di nava şehîdên me yên nemir de girt. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê armanc û xeyalên hemû şehîdên xwe yên enternasyonal di şexsê hevrê Mîtan de pêk bînin.
2’ê Mijdara 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





