Hevrêyê me Cîlo li Reqayê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî ji eşîra kevnar a Egedat bû, hevrêyê me Cîlo li gorî resenê xwe mezin bû.
Malbata wî ya ku bi salan di bin zilm û zordariya Rejîma BAAS'ê de jiyan kir, ji ber vê yekê di xeteke dijberî pergalê de bû. Hevrêyê me Cîlo jî di demeke kurt de ev rûyê rejîmê ferq kir û xewna siberojeke azadtir û adiltir kir. Hevrêyê me yê ku dît rejîm di heman demê de li ser gelên din ên ku li Sûriyeyê dijîn, bi taybetî Kurd, zilmê dike, karî bi van gelan re empatiyê dayne. Piştî ku bavê wî ji aliyê Rejîmê ve hate kuştin, hêrsa wî ya li hemberî sîstemê zêde bû û ji ber vê yekê di lêgerîna têkoşînê de bû. Hevrêyê me Cîlo yê ku dît saziyên ku di bin navê muxalefetê de derketine jî xwedî heman zîhniyeta rejîmê ne, dît ku ev yek ji bo gelên Sûriyeyê nikare siberojeke azad dabîn bike. Her wiha hevrêyê me yê ku bi salan neçar ma ku di bin zilm û zordariya çeteyên DAÎŞ'ê de bijî, bi komkujiyên ku kirin fêm kir ku ev çeteyên ku bi navê Îslamê derketine, tu têkiliya wan bi Îslam û mirovahiyê re tune ye. Hevrêyê me yê ku bandora şoreşa azadiyê ya ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket holê, bihîst, dema fêr bû ku li qadên ku ev şoreş lê bi bandor e, hemû gel û bawerî dikarin bi hev re bi azadî bijîn, bi coş û heyecaneke mezin li benda roja ku hêzên azadiyê yên Rojava wan jî ji çeteyên DAÎŞ'ê xilas bikin, ma.
Dema ku di sala 2017'an de bajarê Reqaya ku lê dijiyan ji çeteyan hate rizgarkirin, hevrêyê me yek ji rojên herî watedar ên jiyana xwe jiyan kir û bi heyecan li benda wê kêliyê ma ku şervanên azadiyê yên ku wan xilas kirine nas bike. Hevrêyê me Cîlo yê ku helwesta jiyanê ya şervanên azadiyê yên ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo hembêz kirine û hevrêtiya wan a kûr dît, bêyî ku bîskekê jî dudilî bibe, xwest tevlî van hêzan bibe. Hevrêyê me Cîlo yê ku ji tevlîbûna xwişka xwe û xizmên xwe yên nêz di nava hêzên azadiyê de demekê kurt piştî rizgarkirina Reqayê bandor bû, biryara xwe ya dawî da û tevlî nava refên berxwedanê bû. Hevrêyê me yê ku demekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîn meşand, di vê pêvajoyê de Rêber Apo û rastiya têkoşîna me hîn ji nêz ve nas kir. Dema fêm kir ku fikirên Rêber Apo azadiya hemû gelên bindest garantî dikin û armanca wan afirandina cîhanekî wekhev û adil e, gihîşt wê biryardariyê ku têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin bike. Piştî şehadeta hevrêyê Şehîd Cîlo yê ku pê re têkoşîn dikir li herêma Eyn Îsa, hevrêyê me yê ku ji bo pêkanîna vê armancê ket nava lêgerînan, bawer kir ku ew dikare vê yekê herî baş li çiyayên Kurdistanê pêk bîne. Hevrêyê me yê ku li ser vê bingehê rûyê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû û rûpelekî nû di jiyana xwe de vekir.
Hevrêyê me Cîlo yê ku bi perwerdeyên jiyanî û îdeolojîk ên ku girt, di demeke kurt de bi jiyana gerîla û çiya re ahengdar bû, xwest di kêleka hevrêyên xwe yên ku li Zap, Metîna û Avaşîn'ê berxwedaneke efsanewî nîşan didin, be. Ji ber vê yekê bi israr pêşniyar kir û xwest bi hevrêyên xwe re li hemberî dewleta Tirk a ku jê gelekî hêrs dibû, mil bi mil têkoşînê bike. Pêşniyara hevrêyê me Cîlo yê ku kûrbûnên wî yên li ser şer xurt bûn û xwe di warê îdeolojîk de jî jêhatî kiribû, hate qebûlkirin û derbasî herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava bû. Hevrêyê me yê ku zanîbû li vir têkoşîneke li ser xeta fedayîtî tê meşandin, ji kêliya ewil ve anî ziman ku wê bibe şervanekî bêrawestan ê vê xetê. Dema ku derbasî qada şer bû, armanca xwe ya herî mezin wek bidawîkirina dagirkeriya dijmin û dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destnîşan kir. Hevrêyê me Cîlo yê ku dema derbasî herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava bû, şahidiya berxwedana ku li vir dihat jiyîn kir, di demeke kurt de ferq kir ku di koka vê berxwedanê de têkiliyên hevrêtiyê yên xurt, manewiyat û fedakarî heye. Ji ber vê yekê ji bo pêkanîna van fezîletên ku berê jî taybetmendiyên diyar ên kesayetiya wî bûn, xwedî hewldaneke mezin bû. Hevrêyê me Cîlo yê ku di vê pêvajoyê de ku dijmin bi bikaranîna hemû îmkanên xwe hewl dida berxwedanê bişkîne, bi îradeya Apoyî bersiv da, bi tevlîbûna xwe di gelek çalakiyên li dijî dijmin de, karî bersiva pêwîst bide. Hevrêyê me yê ku kesayetiyeke wî ya dilnizm, kedkar û dirust hebû, tu carî xwe ji têkoşîna çalak û meşîna ser dijmin paş ve nekişand. Tevî bombeyên kîmyewî yên ku dijmin bikar anî, karî xwe bi îradeya xwe ya xurt, baweriya xwe ya bi serkeftinê û xeyalên xwe yên ku dixwest pêk bîne, ve girê bide.
Hevrêyê me Cîlo yê ku di 4'ê Çileya 2025'an de şehîd bû, têkoşîna xwe ya azadiyê ya ku ji deştên berhemdar ên Reqayê dest pê kiribû, li çiyayên Kurdistanê gihande lûtkeyê û karî bibe pira xwişk-biratî, aştî û jiyana hevbeş di navbera gelên me de. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê di şexsê hevrêyê Cîlo de xeyalên hemû şehîdên xwe yên li ser pêşeroja azad, pêk bînin.
2’ê Mijdara 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





