Hevrêyê me Bahoz li Êlihê di nava malbatek welatparêz de hate dinê. Bi dilsoziya malbata xwe ya bi nirxên Kurdî û çanda welatparêziyê ya derdora xwe mezin bû.
Mîna her zarokek Kurd ê li Kurdistanê dijî, di temenekî zû de zextên dijmin û zilma dijmin a li ser gelê me dît. Hevrêyê me 7 salan çû dibistanên dewletê, pêkanînên Tirkkirinê qebûl nekir, ket nava fikaran û lêgerînan. Hevrêyê me di nava malbateke qelebalix de mezin bû û ji bo debara malbata xwe tevkarî kir. Bi saya kesayeta xwe ya hezkirî û lêpirsînên xwe yên di jiyanê de, bala kesên li derdora xwe jî kişand. Hevrêyê me hingî ku mezin bû, rastiya dijmin hîn baştir fêm kir. Ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê yên ku dijmin li ser gelê me ferz kirî, li dijî sîstemê bû xwedî hêrs. Ji merasîmên girseyî yên veşartina cenazeyên gerîlayên ku di şerê bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, pir bandor bû. Gelê me di her şert û mercî de xwedî li gerîla derket û berdêlên mezin da ber çavên xwe û ji bo tevkariyê li têkoşînê bike ket nava lêpirsînên kûr. Di demeke welê de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî dihat jiyankirin û ref bi ref tevlîbûn ji bo refên gerîla çêdibûn, hemû derfetên modernîteya kapîtalîst red kir û xwest ji lêgerînên xwe re bersivê bibîne. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet li dijî dîlgirtina Rêbertiya me ya bi komploya navneteweyî, hêrsa xwe ya li dijî sîstemê her roja borî hîn zêdetir kir. Di demeke welê de ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê zêde bûn û gelê me di bin gefa qirkirinê de, bawer kir ku divê ew jî têbikoşe. Li ser vî bingehî di roja 15’ê Sibatê de ku di vê rojê de Rêber Apo hate dîlgirtin û gelê me weke ‘Roja Reş’ pênase dike, biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me dizanî ku bersiva herî baş û maqul a ji pêkanînên dewletê re bê dayîn, tevlîbûna nava refên gerîla ye û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me sala 2015’an tevlî nava refên têkoşînê bû, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me ji bo motîveyî jiyana gerîla bibe ti zehmetî jiyan nekir û hat qadên ku xeyala wê dikir, bi xwestekek mezin tevlî perwerdeyan bû. Hevrêyê me bi perwerdeyên leşkerî û perwerdeyên îdeolojîk, di her warî de lêhêrbûnên kûr pêk anî û li dijî konsepta îmhayê ya li ser gelê me hatî ferzkirin ji bo berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne xwe amade kir. Bi taybetî bi tevlîbûna xwe ya dersên leşkerî û lêhêrbûnên xwe yên li ser taktîkên demê, tevlîbûneke mînak nîşan da. Hevrêyê me bi rengekî serketî perwerdeya xwe temam kir, derbasî qadên pratîk bû û têkildarî jiyana gerîla di gelek mijaran de tecrube bi dest xist. Hevrêyê me li gorî ruhê seferberiyê yê ku Tevgera me li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dayî destpêkirin, tevgeriya û pêşniyar kir ku biçe qadên şer lê dijwar. Di demeke welê de ku çeteyên DAÎŞ’ê û piştevanên wê li hemberî milîtanên Apoyî têkçûnên dîrokî jiyan kirin û Tevgera me bi berdêlên mezin Şoreşa Azadiyê ya Rojava parast, li dijî çeteyan şer kir. Hevrêyê me di demek kurt de di şer de tecrube bi dest xist û di warê leşkerî de bû pispor. Di gelek çalakiyên serketî de cih girt. Hevrêyê me Bahoz tecrubeyên xwe gihand hevrêyên xwe jî û ji bo pêşketina hevrêyên xwe tevkarî kir. Her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anî. Piştî wezîfeya xwe ya dîrokî temam kir, vegerî warê pîroz ê gerîla çiyayan. Li vir di akademiyê de beşdarî perwerdeyên îdeolojîk bû. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de kêmahiyên heyî nirxand û muhasebeya wijdanî kir, perwerde kir zemînê derketinên xurt. Bi perspektîfên Rêbertî û perwerdeyên îdeolojîk, bû xwedî tecrubeyeke îdeolojîk. Hevrêyê me Bahoz hesasiyeta pêvajoya ku em di nav de, dizanî û ji bo darbe li dijmin bixe israr kir. Derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû ku şer lê dijware. Bi uslubê xwe, germahiya xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de, baweriya xwe ya ji serketinê û tecrubeya xwe ya di taktîkên demê de, bû milîtanekî fedayî yê ji hevrêyên xwe re mînak. Di gelek xebatên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê de cih girt. Ji tîmên gerîla yên pispor heta xebatên binesaziyê, di gelek xebatan de ked da. Hevrêyê me bû yek ji fedayiyên ku rê nedaye dagirkeran.
Hevrêyê me Bahoz di her kêliya jiyanê de pêşketin esas girt û bi ti serketinê têr nedibû, her tim di lêgerînê de bû ku ya hîn baştir bike. 12’ê Çileya 2025’an li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di şerê li dijî dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Bahoz wê her tim bi tevlîbûna xwe ya pratîkî, fedakar û bi moral were bîranîn. Weke şopdarên wî em soza xwe dubare dikin ku xeyala wî ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin, li ber bîranîna hemû şehîdên xwe em bi minetdarî bejna xwe ditewînin.
2’ê Tîrmeha 2025’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





