Hevrêyê me Cuma li navçeya Qileban a Şirnexê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî girêdayî nirxên Kurdîtiyê ye û ji eşîra Goyî ye, di temenekî zû de li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê sempatî hîs kir.
Hevrêyê me di nava derdoreke welê de mezin bû ku tevî hemû zextên dewleta Tirk, ji sekna xwe ya bi rûmet tawîz neda û fikarên xwe yên destpêkê li dibistana dewletê jiyan kir. Tevî ku temenê wî biçûk bû, li dijî pêkanînên asîmîlasyonê yên dijmin bû xwedî refleks. Hevrêyê me di nava derdoreke xwedî helwest de mezin bû ku li dijî sîstema cerdevantiyê ya ku dewlet li ser gelê me yê welatparêz ê li Botanê dijî û ji sekna xwe ya welatparêz tawîz nade, ferz dike derdikeve. Bi saya exlaq û çanda ku ji malbata xwe girtî, li hemberî ti ferzkirinên dijmin serî netewand. Hevrêyê me endamê malbateke welê bû ku bi berxwedêrî û welatparêziya xwe tê naskirin. Ji ber ku malbata wî cerdevantî qebûl nekir, bi zorê hat koçkirin, vê yekê hêrsa hevrêyê me ya li dijî sîstemê hîn mezintir kir. Hevrêyê me di nava derdoreke welê de mezin bû ku her cure zext, êşkence û mirinê digire ber çavê xwe û ji rûmeta xwe tawîz nade. Di temenekî zû de rastiya dijmin dît û nas kir. Lewma dibistana dewleta Tirk terikand û ji bo debara malbata xwe tevkarî kir. Hevrêyê me hingî ku temenê wî mezin bû, jiyan hîn zêdetir lêpirsîn kir. Xwest Tevgera me hîn nêztir nas bike û fêm bike. Hevrêyê me bi biryar bû ku li ser şopa şehîdan bimeşe û zextên dewleta Tirk ên li ser gelê me qebûl nekir, ket nava lêgerînê ku tevlî nava refên gerîla bibe. Xwest bibe gerîlayekî ku di berdêla canê xwe de gelê me biparêze û di nava şert û mercên zehmet de têkoşîn meşand. Ji bo vê yekê xwe ji bo rojên ku gav bavêje jiyana gerîla, amade kir. Hevrêyê me di pêvajoya şer de lêpirsînên kûr jiyan kir û kir armanc ku têkoşîna şehîdan mezin bike, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me yê ku di sala 2015’an de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe, piştî ku demeke kurt li Bakur dimîne derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Hevrêyê me yê ku beşdarî perwerdeya şervanên nû dibe, dibe yek ji ciwanê birûmet ê Kurd ê dikare xeyala xwe pêk bîne. Di pêvajoya perwerdeyê de bi saya tevlîbûna xwe ya bimoral û azweriya xwe ya hînbûnê di demeke kurt de xwe pêş dixe. Li gel dersên îdeolojîk baştir Tevgera me nas kir. Hevrêyê me yê ku her çend felsefeya Rêbertiya me ya ku hemû mirovahiyê di nava xwe de dihewîne, xwend û fêm kir û asoya wî berfirehtir dibe, di meşa xeta Apoyî de tu astengî nas nekirin û nûnertiya sekneke zelal kir. Li gel eleqeya di dersên leşkerî de û kûrbûnên mezin hewl da bibe gerîlayekî pispor. Hevrêyê me dît ku wê bikare di gerîlatiya pispor de erkên serdemî bi cih bîne û kûrbûna li ser hunera leşkerî kir armanca xwe. Piştî temamkirina perwerdeya xwe zanînên xwe di qadên pratîkî de nîşan dan û tecrûbeyên gelek girîng bi dest xistin. Li gel êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Şoreşa Azadiya Rojava û gelê me yê li Şengalê û banga Rêber Apo ya dîrokî ya li hemberî vê yekê berê xwe da van qadan. Hevrêyê me yê ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke dîrokî nîşan dide û di gelek çalakiyên serkeftî de cihê xwe digire, di hemû waran de tecrûbe bi dest xistin. Bi cesareta xwe ya di şer de, çelengtî û fedekariya xwe barê hevrêyên xwe sivik kir. Hevrêyê me yê ku hemû erkan girêdayî tolhildana şehîdên me û mezinkirina têkoşînê digire dest, bi keda xwe ya pîroz û mezin bû milîtanekî mînak. Li hemberî hesreta xwe ya mezin a ji bo çiyayan û ji bo bicihanîna erkên xwe yên dîrokî yên li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinên yên Medyayê dubare berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê ku şer lê dijwar e. Hevrêyê me Cuma, ji ber êrîşên dijmin ên bi çekên kîmyewî ku weke lekeyeke qirêj derbasî dîroka mirovahiyê bûne û dagirker li hemberî îradeya gerîlayan derbeyên mezin dixwin û têk diçin, li hemberî dijmin hêrseke mezin li cem peyda dibe. Ji bo ku vê hêrsa xwe veguherîne çalakiya tolhildanê derbasî Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dibe. Weke gerîlayekî profesyonel di gelek çalakiyên serkeftî de cih digire. Ji bo mezinkirina têkoşîna hevrêyên xwe yên di tunelên şer de li ber xwe didin û derbên giran li dijmin dixin, di hemû xebatan de dibe xwedî kedeke mezin. Bi berpirsiyariyeke mezin beşdarî xebatên binesaziyê yên li qadan û tunelan dibe û erkên xwe bi cih tîne. Hevrêyê me Cuma bi jiyana xwe ya mutewazî hevrêtiya xwe ya bihêz û dilsoziya xwe ya kûr a ji bo şehîdan bandoreke mezin li hevrêyên xwe yên têkoşînê dike.
Hevrêyê me Cuma, di 12’ê Çileya 2025’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di çalakiyeke li dijî dijmin de li gel hevrêyên xwe Bahoz û Şiyar tevlî karwanê nemiran dibe. Hevrêyê me Cuma bi kesayeta xwe ya fedaî û berxwedana xwe dîrokî navê xwe li dîroka azadiya gelê me bi tîpên zêrîn da nivîsandin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê erk û berpirsiyariyên ku hevrêyê me Cuma dewrî me kirine di şexsê wî de bi hişmendiya layiqbûna hemû şehîdên xwe bi cih bînin.
2’ê Tîrmeha 2025’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





