Hevrêya me Çigdem li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz û xwedî hişmendiya Kurdewar de hate dinê.

Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe, bi awayekî girêdayî eslê xwe û nirxên Kurdî mezin bû. Hevrêya me ku 8 salan li dibistanên Rejîma BAAS'ê xwend, di pêvajoya dibistanê de rastiya mêtingehiya welatê me Kurdistanê û şert û mercên koletiyê yên gelê me nas kir. Hevrê Çigdem ku fêrkirina bi zimanekî biyanî û zextên li ser vê yekê qebûl nedikir, di demeke kurt de zanî ku ev bi dagirkerî û mêtingehiya welatê me ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê ti carî van sepanên rejîmê nepejirand. Hevrêya me heta ku neçar nema ji bilî zimanê xwe yê zikmakî zimanekî din bi kar nedianî, û her wiha karî xwe ji faktorên cuda yên jiyanê jî biparêze. Ji ber vê yekê bû xwedî kesayetiyeke gelekî xwezayî û bi esl. Bi taybetî ji ber ku dayika wê têkoşîna me ya azadiyê ji salên 90’î ve nas kiribû, rastî gelek mîlîtanên Apoyî yên pêşeng hatibû, di xebatên wan de alîkariya wan kiribû û welatparêzeke hêja bû, hevrêya me Çigdem jî ji zarokatiya xwe ve têkoşîna me ya azadiyê nas kir.

Hevrêya me Çigdem ji vegotina Dayika Newroz a rastiya têkoşîna şehîdên me yên pêşeng bandor bû, bi taybetî ji çalakiya fedayî ya hevrêya me Şehîd Zîlan – Zeynep Kinacı û nameya wê ya ji rêbertiya me re nivîsî, gelekî bandor bû. Her wiha hevrêya me ku ji çîrokên gerîla yên ku guhdarî dikir û navê wan bihîstibû, çiyayên Kurdistanê mereq dikir, dest bi avakirina xeyala xwe ya zarokatiyê jî kir. Hevrêya me ku di nirxandineke xwe de diyar kir ku di zarokatiya xwe de Şehîd Zîlan ji xwe re kiriye mînak, her ku mezin bû armanc û xeyala xwe jî bi xwe re mezin kir. Hevrêya me Çigdem a ku di sala 2011’an dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava nû pêş ket, bi saya hinek mîlîtanên Apoyî derfet dît ku têkoşîna me ya azadiyê nas bike, ji sekna van hevrêyan a li hemberî jiyanê, têkiliyên wan ên hevrêtiyê û nêzîkatiya wan a mirovî gelekî bandor bû. Her wiha ji salên destpêkê yên şoreşê ve li dijî êrîşên li ser Rojava, berxwedana gelê me ya ji heft heta heftê salî, dayina berdêlan û şehadetên ku qewimîn, bûn sedema tevlîbûna hevrêya me Çigdem ji bo têkoşînê. Hevrêya me ku dizanî li hemberî têkoşîna gelê me ya bi fedakariyên mezin, bêdeng mayina wê ne rast e, li ser vî esasî ket nava lêgerînê. Hevrêya me Çigdem a ku ji bo ku xeyala xwe ya herî mezin a tevlîbûna nava refên gerîla pêk bîne, firsenda ewil bi kar anî, bi vî awayî di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Çigdem ku perwerdeya şervanên nû li herêma Garê dît, bi van perwerdeyan di demeke kurt de li jiyana çiya û gerîla re adabte bû. Hevrêya me ku bi aliye xwe yê hestiyar zêdetir xwedî tevlîbûnekê bû, dizanî divê xwe ji aliyê îdeolojîk ve jêhatî bike. Hevrêya me ku dizanî bêyî felsefe û îdeolojiya Rêber Apo fêm neke, tevlîbûneke bi bandor pêk nayîne, ji bo vê xwedî hewldaneke bilind bû. Hevrêya me ku her ku rastiya Rêber Apo û felsefeya jiyana azad hîn dibû û fêm dikir, tevlîbûneke aktîf a jiyanê pêk anî, di demeke kurt de di kesayeta xwe de guhertinên girîng çêkir. Di heman demê de hevrêya me ku girîngiyeke mezin dida dersên leşkerî, gelek taktîkên gerîla hîn bû. Bi vî awayî hevrêya me bû gerîlayeke YJA Star a jêhatî û perwerdeya xwe bi serketî qedand.

Hevrêya me Çigdem a ku derbasî qada erka xwe ya nû Qendîlê bû, li vir derdora du salan têkoşîn kir. Êrîşên li ser gelê me yên li gelek qadan, rûbirûmayina gelê me ya bi qirkirinê, bû sedem ku hevrêya me giraniyê bide xebatên leşkerî. Xwe ji aliyê gerîlatiyê ve kûr kir û derbasî tabûrên gerok yên ku her dem ji bo erkê amade bûn, bû. Hevrêya me ku xwe bêtir ji bo çûyina Bakurê Kurdistanê amade dikir, ji ber hinek sedeman nekarî vê daxwaza xwe pêk bîne. Ji ber vê yekê ji bo ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me yê Êzidî bi dawî bîne û gelê me bi azadiyê bide nasandin, derbasî Şengalê bû. Hevrêya me Çigdem a ku zoriyên gelê me yê Êzidî yên ku dijîn û rewşa piştî komkujiyê temaşe kir, anî ziman ku xebata herî girîng ew e ku azadiya gelê me were misogerkirin. Li ser vî esasî tevlî xebatan bû, di gelek çalakî û pêngavên şoreşgerî de cih girt û di azadkirina Şengalê de roleke girîng lîst. Hevrêya me Çigdem a ku li qada Şengalê gelek hevrêyên hêja nas kir û bû şahidê şehadeta wan, dizanî ku tenê pêkanîna armanc û xeyalên wan dikare wan bide jiyandin. Her wiha giraniya şert û mercên jiyanê yên gelê me yê Êzidî, rastî sepandinên li derveyî mirovahiyê yên jin û zarokên Êzidî di destên çeteyên DAÎŞ’ê de û qetilkirina wan a hovane, ji bo hevrêya me Çigdem bû sedema tolhildanê. Hevrêya me ku dizanî hesabê hemû hêzên ku sûcên qirkirinê li hemberî gelê me kirine, tenê bi gihiştina xeta mîlîtaniya fedayî dikare were pirsîn, anî ziman ku ev tenê bi tevlîbûna xebatên Hêzên Taybet dikare pêk were. Li ser vî esasî hevrêya me ku biryar da ku vegere çiyayên Kurdistanê, careke din vegeriya çiyayên ku hesreta wan dikişand.

Hevrêya me Çigdem a ku şêwaza jiyana fedayî ji gelek hevrêyên xwe yên ku pê re têkoşîn kiribûn, dîtibû û ev hevrê ji xwe re kiribûn mînak, anî ziman ku ew ê karibe armancên xwe yên ku ji dema tevlîbûna nava refên gerîla ve dixwest pêk bîne, tenê di nava Hêzên Taybet de pêk bîne. Bi taybetî bawer kir ku ew ê bi perwerdeyên ku li vir bibîne, bigihîje taybetmendiyên kesayetiyê û ruhê fedayî yê lehenga zarokatiya xwe Şehîd Zîlan. Li ser vî esasî bi israr pêşniyar kir ku derbasî xebatên Hêzên Taybet bibe. Hevrêya me Çigdem ku bi saya sekna xwe ya mîlîtantiyê ya di jiyanê de, di asta bi îdîa û biryardariya ku gihîştibûyê, pêşniyara wê hate pejirandin, tevlî perwerdeya dewra bingehîn bû û gava xwe ya destpêkê avêt. Hevrêya me ku bi perwerdeyên îdeolojîk ên ku dît, xwe pêş xist, asta şîrove û têgihîştinê zêde kir, ev yek li tevlîbûna xwe jî da nîşandan. Hevrêya me Çigdem a mîlîtaneke kedkar û fedakar bû, bi van taybetmendiyên xwe karî li ser hemû hevrêyên xwe bandor bike. Di pêvajoya perwerdeyê de ji ber ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kir, hevrêya me xwest ku demildest derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ya ku şer lê bi awayekî giran diqewimî, bibe û bi tevlîbûna berxwedana destanî ya li wir, erk û berpirsiyariyên xwe yên şoreşgerî pêk bîne.

Piştî ku pêşniyara wê hate pejirandin, hevrêya me Çigdem a ku bi kelecan, coş û îdîaya serketinê berê xwe da warê fedayîtiyê, û ji destpêkê ve tevkariyeke mezin li pêşketina berxwedanê kir. Hevrêya me ku bi moral û tevlîbûna xwe ya bi coş ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê, di gelek çalakiyan de cih girt. Hevrêya me Çigdem a ku bi wêrekî û bêyî dudilî çû ser dijmin û hêrs û kîna ku di dilê xwe de kom kiribû veguherand çalakiyê, bi pratîka xwe têkneçûna mîlîtaniya Apoyî çespand. Hevrêya me ku tevî şert û mercên giran ên şer jî bi awayekî serketî nûnertiya xeta azadiya jinê kir û bû gerîlayeke PAJK'ê ya mînak, tevlîbûneke li gorî mîsyona pêşengiyê ya YJA Starê pêk anî. Em weke şopdarên hevrêya me Çigdem a ku di êrîşeke dijmin a di 24’ê Cotmeha 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bû, sozê xwe yê Kurdistaneke azad ku me daye şehîdên xwe, teqez pêk bînin didin.

 8’ê Berfanbara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me