Hevrêya me Şîlan li Efrînê ya ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, di nava malbateke girêdayî nirxên Kurdî de hate cîhanê.

Ji ber ku malbata wê têkoşîna me ya azadiyê ji salên destpêkê ve nas dikir, hevrêya me Şîlan jî ji zarokatiya xwe ve têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Tevlîbûna malbat û xizmên wê yên nêzîk a nava refên têkoşînê, bû sedema herî bingehîn a bandor li hevrêya me kir. Hevrêya me ku di salên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbasî serdema ciwantiyê bû, weke jineke Kurd a ciwan xwest cihê xwe di têkoşînê de bigire. Li ser vî esasî di nava xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de cih girt. Hevrêya me Şîlan a ku di nava têkoşînê de xwe pêş xist, roj bi roj dest bi tevlîbûneke çalaktir kir. Hevrêya me Şîlan a ku bi çavên xwe dît ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava di pêvajoya şerê giran de bi berdêlên mezin hate afirandin, her tim pabendbûna bi nirxên afirandî kir bingeheke ji xwe re. Dema êrîşên çeteyan li ser Rojava zêde bûn, hevrêya me ku dît dem hatiye ew jî di nava refên berxwedanê de cih bigire, di sala 2016’an de derbasî xebatên leşkerî bû. Hevrêya me Şîlan a ku perwerdeyên xwe yên destpêkê dît, di demeke kurt de karî tecrûbeyên leşkerî yên bi berdêlên mezin hatine afirandin, bi dest bixe. Di heman demê de ji bo ku xwe ji aliyê îdeolojîk ve jî perwerde bike û felsefeya Rêber Apo ya ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava li ser şîn bûye, nas bike û fêm bike, kedeke mezin da. Hevrêya me Şîlan a ku bi perwerdeyên dîtî di xwe de guhertinên girîng çêkir, weke jineke ciwan a fedakar û kedkar derket pêş.

Hevrêya me Şîlan a ku piştî perwerdeyên xwe bi serkeftî qedand, li gorî pêwîstiyên şoreşê di xebatên cuda de cih girt, di van xebatan de jî pêşketina xwe bi berdewamî domand. Hevrêya me weke jineke ciwan a jêhatî, xwe ji aliyê leşkerî, teknîkî û hunerî ve pêş xist, pêwîstiyên şoreşgerekî temam pêk anî. Lê belê sekna wê ya bingehîn her tim parastina gelê me ya li hemberî êrîşên li ser gelê me bû, li ser vî esasî giraniyê da xebatên leşkerî. Bi taybetî sûcên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li hemberî gelê me di êrîşên wan ên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de kirin, mişextkirina gelê me ya ji axa wan a bi hezaran salî, bû sedema nerazîbûneke mezin a hevrêya me Şîlan. Hevrêya me ku dizanî divê hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê bike sedema mezinbûna têkoşîna xwe, bi vî awayî ket pêvajoyeke kûr a lêgerînê. Hevrêya me ku bi lêgerînên xwe yên kûr dît ku rêbaza têkoşînê ya herî bi bandor li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê, têkoşîna bi şêwaza gerîla ye, dizanî ku ew ê vê herî baş li çiyayên Kurdistanê hîn bibe. Di heman demê de hevrêya me ku dizanî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi dehan salan e hêza yekane ye ku gelê me diparêze, weke şoreşgereke Kurdistanê dît ku divê ew bigihîje çarçoveyeke neteweyî ya berfirehtir û ji bo her parçeyekî welatê me têkoşîn bike. Hevrêya me ku dizanî ev tenê bi gihiştina çiyayên Kurdistanê pêk tê, bi vî awayî berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Şîlan a ku coş û kelecana pêkanîna xeyala xwe ya bi salan dikişand, bi perwerdeyên xwe yên destpêkê yên di nava refên gerîla de, di demeke kurt de li jiyana çiya û gerîla re adabte bû. Her çendî ji aliyê leşkerî ve hinekî tecrûbeyên wê hebûn jî, ji bo ku di hunera şerê gerîla de pêş bikeve, xwedî hewldaneke taybet bû. Hevrêya me Şîlan a ku hemû dersên xwe bi baldarî guhdarî dikir, hem ji tecrûbeyên bi dehan salî yên têkoşîna me hem jî ji encamên ku taktîkên gerîla yên serdema nû yên di pêvajoya dawî de pêş ketine, sûd girt. Di heman demê de hevrêya me ku dizanî weke şoreşgerekê divê xwe ji aliyê îdeolojîk ve jî pêş bixe û prensîbên azadiya jinê di xwe de bipejirîne, di vî warî de jî pêvajoyeke girîng a lêgerînê jiyan kir. Hevrêya me ku bi perwerdeyên îdeolojîk ên dîtî, bandorên kevneşopiya civakî û modernîteya kapîtalîst ên li ser kesayeta wê pêk anîne nirxand, û ji bo ku van di kesayetiya xwe de ji holê rake û bigihîje nasnameya jineke azad, kedeke mezin da. Hevrêya me ku her rojeke xwe bi pêngavên şoreşgerî tije dikir, bi hişmendiya xwe ya vekirî û israra xwe ya li ser guhertinê, karî di kesayeta xwe de veguherînên girîng çêbike.

Hevrêya me Şîlan a ku êdî gerîlayeke YJA Starê ya jêhatî bû, bi israr pêşniyar kir ku derbasî qadên ku dewleta Tirk bi giranî êrîşî wan dike, bibe. Hevrêya me ku hevrêyên xwe yên li çeperên berxwedanê têkoşîn dikin, her kêlî hîs dikir, ji bo ku li cem wan be û bi wan re li dijî dagirkeriyê têkoşîn bike, xwedî daxwazeke xurt bû. Hevrêya me Şîlan a ku bi taybetmendiyên xwe yên mîlîtanî û sekna xwe ya biryardar hevrêyên xwe qanix kir, di pêvajoyeke ku şer herî giran bû de derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû û dest bi têkoşîna li dijî artêşa Tirk kir. Hevrêya me Şîlan a ku ji têkoşîna fedayî ya hevrêyên li qadê û têkiliyên hevrêtiyê yên xurt bandor bû, xwest bi mezinbûna têkoşîna xwe û bi tevlîbûneke aktîf bibe bersiva hevrêyên xwe. Di vî warî de bi tevlîbûneke gelekî durist, jidil û sade, di demeke kurt de rêzgirtina hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêya me ku di gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk de tevkariyên girîng kir; bi wêrekî, fedakarî û tevlîbûna xwe ya bê dudilî barê hevrêyên xwe sivik kir û ji bo wan bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me Şîlan a ku di êrîşeke dijmin a di 15’ê Mijdara 2024’an dema ku di erkê de bû gihîşt şehadetê, bi kesayeta xwe ya bi esl a bi şoreşgeriyê hatî hûnandin, di têkoşîna me ya azadiyê de nirxên girîng afirand. Em weke hevrêyên hevrêya me Şîlan careke din soza xwe ya pêkanîna xeyala Rêbertiya Azad û Kurdistaneke Azad dubare dikin.

 8’ê Berfanbara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me