Hevrêyê me Ciwan di eslê xwe de ji malbateke Efrînî weke endamekî malbatê li Helebê hate cîhanê. Ji ber ku malbata wî xwedî paşerojeke welatparêziyê ya kokdar bû, çand û kevneşopiyên Kurdewar diparast, û hevrêyê me Ciwan jî bi awayekî girêdayî eslê xwe mezin bû.

Ji ber ku malbata wî bi salan e têkoşîna me ya azadiyê nas dikir, hevrêyê me Ciwan jî ji zarokatiya xwe ve Tevgera Apoyî nas kir. Zarokatiya wî ya ku bi destanên lehengiyê yên gerîla derbas bû, şahidî ji Şoreşa Azadiyê ya Rojava re jî kir. Ji ber vê yekê hevrêyê me ku di nava şoreşê de mezin bû, bû şahidê hemû pêşketinên li Heleb û Efrînê rûdan. Bi çavên xwe dît ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava çawa li kuçe bi kuçe yên Helebê hat xemilandin, hêzên xweparastinê yên gelê me li hemberî êrîşên pêşketî bi lehengî bersiv dan. Ji ber vê yekê hevrêyê me ku li ser hezkirina xwe ya ji gerîla re hêzên parastina şoreşê jî zêde kir, dît ku dema wê bê, divê ew jî teqez di nava refên têkoşînê de cih bigire.

Hevrêyê me ku ji şehadeta Apê xwe Ciwan a di sala 2017’an de li qada Girê Spî gelekî bandor bû, hewl û biryardariya xwe ya têkoşînê hîn zêde kir û soz da ku wê têkoşîna şehîdan dewr bigire. Paşê dagirkeriya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve û mişextkirina gelê me ya bi komkujiyê, ji bo hevrêyê me Ciwan bû sedema bingehîn a têkoşînê. Hevrêyê me ku di destpêkê de di xebatên leşkerî yên herêmî de cih girt, bi girtina navê Apê xwe yê şehîd Ciwan kêfxweşiya pêkanîna xeyala xwe jiyan kir. Hevrêyê me ku dizanî ji bo bibe şervanekî baş divê xwe perwerde bike, girîngiyeke mezin da perwerdeyên leşkerî û bîrdozî. Hevrêyê me ku tecrûbeyên di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de hatin bidestxistin, bi van perwerdeyan bi dest xist, di demeke kurt de karî bibe şervanekî jêhatî. Hevrêyê me Ciwan ê ku di pêvajoya perwerdeyê de felsefeya azadiyê ya Rêber Apo hîn bû, dît ku ji bo ku vê felsefeyê bicîh bîne, divê taybetmendiyên mîlîtaniya Apoyî di xwe de biafirîne. Di vî warî de hevrêyê me ku pêvajoyeke lêgerînê ya girîng jiyan kir, û gav bi gav bû mîlîtanekî Apoyî. Piştî ku li Rojava demekê li qadên cuda têkoşîn kir, li ser êrîşa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîla bi rêbazên li derveyî mirovahiyê, helwesteke neteweyî pêş xist, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Ciwan ku di adaptekirina xwe ya li çiyayên Kurdistanê û jiyana gerîla de zorî nekişand, piştî perwerdeyeke kurt tevlî xebatên pratîkî bû. Her çend dixwest biçe qadên ku şer lê giran e û bi hevrêyên xwe yên di tunelên şer de be jî, ji ber hinek pêwîstiyan di xebatên stratejîk de hate peywirdarkirin. Hevrêyê me Ciwan ku bi kesayeta xwe ya ewledar, durist û jidil baweriya hevrêyên xwe vala dernexist, bi awayekî çalak tevlî xebatan bû. Di xebatên xwe yên ku fedakarî yên mezin dixwestin de, bi kesayeta xwe ya kedkar bû mîlîtanekî mînak. Hevrêyê me Ciwan ê ku bi keda xwe ya ji bo domandina bê navber û bi bandor a berxwedana li qadên şer, tevkariyên mezin kir, her tim hevrêyên xwe yên di tunelên berxwedanê de hîs kir. Hevrêyê me ku ji têkoşîna wan hêz û moraleke mezin girt, ev yek kir sedema tevlîbûneke bêtir.

Hevrêyê me Ciwan ku kûrbûna xwe di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de ji bo xwe gelekî girîng û pêwîst didît, di vî warî de xwedî hewldaneke cidî bû. Bi xwendina nirxandinên kesayetiyê û parastinên rêbertiya me, pîvanên mîlîtaniya Apoyî di xwe de pêş xist. Hevrêyê me Ciwan ku bi nîqaşên bi hevrêyên xwe re meşand, roj bi roj rêbertiya me baştir fêm kir û derfet dît ku bike pratîk, karî vê yekê li jiyan û kesayeta xwe jî bide nîşandan. Ji ber vê yekê her tim kesekî ku dixwest bi hev re kar bike û bijî, bû. Hevrêyê me Ciwan ê ku bi enerjiya xwe ya mezin a ku ji ciwanî û zelaliya xwe ya bîrdozî dihat, ji bo hemû xebatan pir bi xwestek bû û bi vî awayî barê hevrêyên xwe sivik dikir, bi vê nêzîkatî û sekna xwe karî rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest bixe.

Em ê armancên hevrêyê me Ciwan ê ku di êrîşeke dijmin a di 10’ê Cotmeha 2024’an de gihîşt şehadetê, bikin sedema mezinbûna têkoşîna xwe. Em careke din sozê xwe yê Kurdistaneke azad ku me di şexsê hevrêyê xwe Ciwan de daye hemû şehîdên xwe, teqez pêk bînin.

 

 8’ê Berfanbara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me