Hevrêyê me Şîraz, di eslê xwe de ji Serêkaniyê ye, weke endamê malbateke welatparêz a eşîreta kevnar a Ereb Cês li Şamê hate dinê. Ji ber terbiya ku ji malbata xwe dît û xwedî kevneşopiyeke kokdar bû, hevrêyê me Şîraz bi awayekî girêdayî eslê xwe mezin bû.

Hevrêyê me ku polîtîka û rêveberiyên dewleta netewî ya Sûriyeyê yên ku gelan berdidin hev û dikin dijmin, nedipejirand, her tim bawer dikir ku gel dikarin bi hev re bijîn. Hevrêyê me ku piştî demekê li dibistanên rejîma BAAS’ê xwend, ji bo ku alîkariya debara malbata xwe bike, dest bi kar kir, paşê derbasî Lubnanê bû û li wir xebatên xwe domand. Bandora Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya li ser hemû Rojhilata Navîn, di serî de li Sûriyeyê, bêguman bandor li hevrêyê me Şîraz jî kir. Hevrêyê me ku bi rêya Kurdên ku li Lubnanê nas kiribû dest bi hînbûna karaktera şoreşê kir, dema ku hîn bû şoreş bi îlhama fikrên Rêber Apo pêk hatiye, bêtir dest bi lêkolîn û şopandinê kir.

Di lêkolînên xwe de bi taybetî hevrêyê me Şîraz ku paradîgma Neteweya Demokratîk a Rêber Apo mereq dikir, ji ber ku ev paradîgma rê dide ku hemû gel û bawerî bi hev re bijîn, gelekî bandor bû. Hevrêyê me ku li vir rastiya xwe dît, bi xwestekeke bi biryar bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ve girêda. Hevrêyê me ku dizanî weke ciwanekî bi israr divê fikrên xwe bike pratîkê, bi taybetî dema êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava zêde bûn, dev ji jiyana xwe ya rehet berda, vegeriya welatê xwe yê eslî Rojava û tevlî refên berxwedanê bû. Di destpêkê de hevrêyê me Şîraz ku tevlî xebatên herêmî bû, li vir bi perwerdeyên dîtî derfet dît ku xwe ji aliyê siyasî û leşkerî ve pêş bixe. Hevrêyê me ku dît ramana Neteweya Demokratîk li Rojava tê jiyîn, li hemberî vê rewşê heyranîya xwe ya li hemberî Rêber Apo veneşart. Ji ber vê yekê hevrêyê me ku dît divê bêtir beşdarî têkoşînê bibe, ji bo vê pêvajoyeke girîng a lêgerînê jiyan kir. Di sala 2019’an de dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku xwedî dike, êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin, hevrêyê me Şîraz di çeperên berxwedanê de cihê xwe girt û bi wêrekiya xwe rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me ku ji şerê fedayî û hevrêtiya xurt a hinek mîlîtanên Apoyî yên ku li Serêkaniyê nas kiribû bandor bû, di vê pêvajoyê de gihîşt asta biryardariyê. Hevrêyê me Şîraz ku bawer kir li hemberî xwesteka dewleta Tirk a ji holê rakirina destkeftiyên li Rojava û hêviya jiyana hevpar a gelan, hilbijartina herî rast mezinbûna têkoşîna li dijî vê ye, dît ku ev tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê dikare pêk were.

Hevrêyê me Şîraz a ku kêfxweşî û coşa gihiştina çiyayên Kurdistanê bi hevrêyên xwe re parve kir, her çend ji ber nehatina xwe ya berê ya çiyan poşman bû jî, ji bo ku vê telafî bike, xwedî hewldaneke bilind bû. Hevrêyê me yê ku berê tecrûbeyên wî yên leşkerî hebûn, bi perwerdeyên dîtî di demeke kurt de li jiyana çiya û gerîla adabte bû. Bi vî awayî bi awayekî çalak tevlî jiyanê bû û xwest ferqa tecrûbeyê ya di navbera xwe û hevrêyên xwe de rake. Hem di pêvajoya perwerdeyê de hem jî piştî wê bi nîqaşên bi hevrêyên xwe re meşand, ji bo ku tecrûbeya gerîla ya bi dehan salî ya têkoşîna me ya azadiyê bi dest bixe, hewl da. Hevrêyê me Şîraz ku bi vê şêwaza tevlîbûn û sekna xwe rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest xist, bû xwedî pratîkeke li gorî sekna xwe. Li ser zêdekirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û veguherîna wan a êrîşên dagirkeriyê, bi israr xwest derbasî qadên ku şer lê giran e, bibe. Hevrêyê me Şîraz ku bi tevlîbûna xwe ya serkeftî û çalak a di perwerdeyê de, kesayeta xwe ya durist, jidil û fedakar karî hevrêyên xwe îqna bike, bi îdîa û biryardariyeke mezin berê xwe da herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê.

Hevrêyê me ku ji tevlîbûna berxwedana destanî ya li vir didome, serbilindî û şanaziyeke mezin hîs kir, li vir derfet dît ku gelek hevrêyên hêja yên ku fedayîtiyê veguherandine şêwaza jiyanê û bûne xwedî jiyaneke derwêşane, nas bike. Ji ber vê yekê hevrêyê me ku her tim xwe bi şans didît, dizanî divê ew jî tevlî bibe. Li ser vî esasî hevrêyê me ku lêgerîneke kûr jiyan kir, di heman demê de bi awayekî bêkêmasî û fedakar tevlî hemû xebatên pratîkî jî bû. Ji bo ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevrêyên xwe re li Girê Cûdî yê ku mazûvaniya yek ji berxwedanên herî bi rûmet ên dîrokê dike, derbeyê li dijmin bixe, xwedî hewldaneke xurt bû. Hevrêyê me Şîraz a ku ji ruhê hevrêtiyê yê komunal ê hevrêyên li vir gelekî bandor bû, ji ber vê yekê xwe nêzî Rêber Apo hîs kir. Ji ber vê yekê hevrêyê me ku hêza xwe ya têgihîştinê zêde kir, hewl da ku her hevrêyekî xwe hîs bike û barê wan sivik bike. Hevrêyê me ku bi lêgerinên xwe yên ku jiya, diyar kir ku çiya ew azad kiriye, û pê dizanî divê ku ew bibe mîlîtanekî hêjayî Rêber Apo û hevrêyên şehîd ên ku ev jiyana azad afirandine. Hevrêyê me Şîraz ku bi kesayetî û tevlîbûna xwe ya fedayî ya li têkoşînê, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi cih anî, bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.

Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe heta ku armanca herî mezin a hevrêyê me Şîraz a Kurdistaneke Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk pêk bînin, bê navber bidomînin. Hevrêyê me Şîraz di 4’ê Îlona 2024’an de di êrîşeke dijmin a li qada Girê Cûdî de tevlî karwanê şehîdan bû.

 8’ê Berfanbara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me