Hevrêya me Delal li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Hevrêya me li nava malbateke welê mezin bû ku dilsozê çand û kevneşopiya Kurd e, bi cotkariyê debara xwe dike û kesayetiya wê bi vî rengî afirî.
Hevrêya me ku şahidî ji demên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava re kir, tevî ku partiya me PKK û rastiya Rêber Apo nas nedikir jî baweriya xwe bi wê yekê anî ku şoreş wê azadiya gelê me pêk bîne. Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku hemû êrîş dişikand, gelê me her roj hîn bêhtir azad dikir, sîstema xweser ava dibû û jin li her qada jiyanê li pêş bû, pêşengî ji avabûna civakê re dikir; van hemûyan bala hevrêya me Delal kişand. Ji ber vê yekê jî xwest felsefeya Rêber Apo hîn bibe ku di demeke ewçend kurt de pêşketinên ewçend dîrokî afirand. Bi vê armancê kete nava lêgerînan. Li ser vê bingehê serdana gelek saziyên şoreşê kir û hîn bû ku karên şoreşê çawa tê meşandin. Ya ku destpêkê bala wê kişand hevrêtiya milîtanên Apoyî û hunera mirovî ya bilind a kadroyên li nava şoreşê bû. Hevrêya me dît ku felsefeya Apoyî li her qada jiyanê ketiye meriyetê, lewma hîn bêhtir xwest Rêber Apo fêhm bike. Hevrêya me Delal ku baweriya xwe bi hebûna bedewiya şoreşê anî, weke jineke Kurd xwest bikeve bin bar û di têkoşînê de bi berpirsyarî rabe. Li ser vê bingehê hevrêya me demekê tevlî nava karên şoreşê bû, derfet dît ku têkoşîna me azadiyê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Piştî ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me her roj hîn zêde bûn û xwestin destketiyên gelê me ji holê rakin, hêrsa hevrêya me Delal a li hemberî dewleta Tirk û hevkarên wê hîn zêde bû, ji bo bersivê bide vê yekê têkoşîna xwe mezin kir. Hevrêya me ji tevlîbûna hin hevalên xwe ya li nava refên gerîla bi bandor bû û hem ji bo dilsoziya hevrêtiyê hem jî bersiva li êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê me, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Delal ku berê li ser jiyana çiyê û gerîla ti agahiya xwe nebû, bi perwerdeya wergirtî re di demeke kurt de hînî gerîlatiyê bû. Hevrêya me yekemcar li nava refên gerîla çiya dît, ji heybeta çiyê û çavkaniya wan a jiyanê bi bandor bû. Hevrêya me taybetmendiya çiyê ya azadkirinê zû dît, giranî da ser perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî û xwe bi pêş xist. Bi rêya perwerdeyên wergirtî re xwest xwe bigihîne sira hevrêtiya PKK'ê, di heman demê de her ku dît hevrêyên ji heman fikir û hestê dikarin ji bo hev fedakariyê bikin, ji bo armancên hevpar têdikoşin, hîn bêhtir bi jiyana PKK'ê re dilsoz bû. Ji bo karibe bibe hevrêyeke baş ji hevrêyên xwe re, hîn bêhtir xwe kûr kir û giranî da ser fêhmkirina felsefeya Apoyî. Hevrêya me Delal her detaya hîn bû di cih de xist meriyetê. Her wiha perspektîf û nêrînên Rêberê me yên têkildarî pirsgirêka jinê bi berfirehî lêkolîn kir, xwend û li hemberî taybetmendiyên jinê yên ku sîstem dixwaze biafirîne kete nava têkoşîneke xurt. Hevrêya me hîs kir ku her ku perspektîfên Rêbertî fêhm kir azad bû, xwest şehîdên jin ên pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya jinê re kirin, hîn bêhtir nas bike. Li ser vê bingehê têkoşîn û jiyana hevrêya me Delal Amed-Hulya Eroglû lêkolîn kir ku navê wê li xwe kiribû û xwest bibe milîtanek ku bide ser şopa wê. Ji bo vê daxwaza xwe pêk bîne timî ked da, hewl da û bi guhertinên di kesayetiya xwe de pêk anî gav bi gav nêzî vê armanca xwe bû.
Hevrêya me Delal, piştî ku wê perwerdehiyên xwe temam kirin derbarê qadên pratîkê bû û bi taybet xwest li qadên şer lê dijwar bû cih bigire. Li herêma Heftanînê beşdarî xebatên pratîkî bû li vir gelek rêhevalên ji hev biqîmettir nas kirin. Ji her hevalekî xwe hînî tiştekî bû, tecribeyên xwe dewlementir kirin û xwest di çalakiyên li dijî êrîşên dijminî de cih bigire. Di êrîşa dagirkirinê ya sala 2019’an de bû yek kesên ewilîn ku midaxeleyî vê êrîşê kir.
Hevrêya me bi pratîka xwe nîşan da ku mirov dikare encax di nav şerî de şerî nas bike û di demeke kurt de bû xwedî tecrubeyeke giring. Rêhevala me Delalê di gelek çalakiyan de cih girt û wê derbeyên giran li dijminî xistin, bi wêrekî û fedakariya xwe ji bo hemû hevalên xwe bû milîtaneke mînak a PKK-PJAK’ê. Di serdema şerê giran de derfet dît ku bi Şehîd Hejar Zozan, Şehîd Bargiran Erkendî, Şehîd Rustem Serêkaniyê, Şehîd Esmer Devrim Zerdeşt, Şehîd Zelal Sîdem û bi gelek hevalên din ên hêja re têkoşîna xwe bidomîne. Rêhevala me piştî her şehadetê soza xwe ya tolhildanê dubare kir û beşdariyeke xurt nîşan da. Rêhevala me Delal, di pêvajoya herêma Heftanînê de, li dijî hewlên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her tim di nav çalakiyan de bû û pişte da ku xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş bixe beşdarî perwerdehiyan bû.
Hevrêya me pêvajoya perwerdehiyê gelek baş derbas kir û hem di warê felsefeya Rêbertî de zelal bû hem jî di warê taktîkên nû yên gerîlatiyê de xwe pêş xist. Rêhevala me dixwesr demildest derbasî herêma Heftanînê bibe û pratîka xwe ya taktîkên nû nîşan bide.
Hevrêya me Delal bi asta xwe ya lêhûrbûnê bawerî da hevalên xwe û careke din derbasî herêma Heftanînê bû ku cara ewil li wir dest bi gerîlatiyê kiribû, derbeya ewil li wir li dijminî xistibû û hesta rêvaltiyê li wor zanîbû. Rêhevala me bi taktîkên ciyawaz gelek caran derbe li dijminî xistin û di her derbê da tola hevalên xwe stand, di bin şert û mercên herî zehmet de serkeftina mîlîtaniya Apoyî nîşan da û bi kêfxweşiya vê jiya.
Hevrêya me li herêma Heftanînê, ji bo bingeheke xurt a gerîlatiyê bê danîn hewl û kedeke mezin da û bi vê keda xwe ji bo hemû hevalên xwe bû gerîlayeke YJA Starê. Rêhevala me Delal, di êrîşa îxanetê ya 24’ê Çileya 2025’an de da ku nekeve destê dijminî bombeya xwe li ser xwe peqand û giheşt şehadetê. Ew dê her tim bi hevaltiya xwe ya bihêz were bibîranîn û berdewam rêbertiya têkoşîna me bike.
11’ê Sibata 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





