Hevrêya me Zîlan li Colemêrgê ku li gel polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk a mêtinger nirxên Kurdîtiyê parastiye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû.

Ji ber ku malbata wê dilsozê nirx û çanda Kurd û Kurdistanî bû, li gorî cewhera xwe mezin bû. Navê fermandara me ya fedaî Zîlan-Zeynep Kinaci lê hate kirin û di tevahiya jiyana xwe de hewl da hêjayî vî navî be. Ji ber vê yekê jî bi saya terbiye û exlaqa ji malbata xwe wergirtî, li gel ku çû dibistanên mêtingeriyê jî ji polîtîkayên asîmîlasyonê bi bandor nebû û cewhera xwe parast. Ji ber ku li cihekî weke Colemêrgê mezin bû ku têkoşîna me lê bi bandor e, partiya me PKK hîn di temenê biçûkanî de nas kir, bala xwe çû ser jiyana gerîla. Lewma her agahiya têkildarî gerîla hîn bû, gelekî hêja dît. Hevrêya me eleqe û meraqa xwe ya ji bo gerîla her roj hîn mezin kir û tevlîbûna li nava têkoşîna gerîla ji xwe re ki armancek. Ji ber ku ji xizmên wê yên nêz tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, vê yekê lêgerînên hevrêya me Zîlan ên ber bi vî alî ve xurt kir. Mîna her kesayetek Kurd li Kurdistanê hevrêya me Zîlan jî rastiya dijmin zû nas kir. Ji ber ku polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li hemberî gelê me bi rê û rêbazên derveyî mirovahiyê û bê navber dewam dikir, hêrsa wê ya li hemberî dijmin xurt bû. Ev hêrsa xwe jî kir çavkaniya herî xurt a têkoşînê. Di dema ciwantiyê de lêgerînên xwe kûr kir, bi taybetî sala 2011'an piştî ku gelek hevrêyên me li herêma Geliyê Teyarê di êrîşên bi çekên qedexekirî de ji aliyê dijmin ve bi rengekî nemerdane hatin şehîd xistin, gihîşt asta biryardanê. Piştî vê demê kûrbûnên xwe yên li ser partiya me PKK'ê, rastiya Rêber Apo û jiyana gerîla hîn xurt kir û sala 2013'an berê xwe da Zagrosan û tevlî nava refên gerîla bû.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê bû, bi coş û moreleke mezin beşdarî nava jiyanê bû. Bi saya daxwaza xwe ya hînbûnê û sekna xwe ya bi biryar a li têkoşînê ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û jiyanî ve bû xwedî tecrûbeyên girîng û veguehrî gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Piştî ku perwerdeya xwe qedand, derbasî herêmên lê pratîkê bike bû û heta sala 2015'an timî xwe perwerde kir, xwe ji pêvajoya şer ê gengaz re amade kir. Bi taybetî eleqeya wê ya li ser hunera şer a gerîla kir ku bi daxwazeke mezin tevlî perwerdeya leşkerî bibe û derfet dît ku di gelek branşên leşkerî de xwe bi pêş ve bibe. Hevrêya me Zîlan ku dikarîbû gelek çekan bi kar bîne, bi daxwaza xwe ya hînbûnê û enerjiya xwe ya erênî li nava hevrêyên xwe hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Bi sala 2015'an de piştî ku dijmin li hemberî tevgera me dest bi êrîşan kir ji bo derbasî qadên ji şerê giran bibe israr kir û xwest perwerdeya wergirtiye bixe meriyetê.

Hevrêya me Zîlan li ser vê bingehê derbasî Zagrosan cihê şerê giran bû û heta sala 2018'an tevlî pratîka xurt bû. Beşdarî gelek çalakî û pêngavên li dijî dijmin bû, taybetmendiya milîtaniya fedaî ya Apoyî ya têk naçe di kesayetiya xwe de ispat kir û bi wêrekî û fedakariya xwe ya di şer de bû çavkaniya wêrekiyê ji hevrêyên xwe re. Di pêvajoya şer de şahidî ji şehadeta gelek hevrêyên xwe re kir, gihîşt wê bawaeriyê ku bi têkoşîneke hîn xurt dikare xwedî li bîranîn û armancên şehîdan derkeve û li ser vê bingehê tevgeriya. Lewma kete nava pêvajoyeke xurt a kûrbûnê, di mijara gerîlatiya serdema nû de xwe bi pêş ve bir. Di vê pêvajoyê de ku êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bû, hevrêya me Zîlan xwest li eniyên herî pêş be, derbên xurt li dijmin bixe û li ser vê bingehê li Zagrosan cihê xwe di asta herî bilind de girt. Weke milîtaneke jin bi mîsyona xwe ya pêşengiyê rabû û bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak. Ji bo karibe têkoşîna xwe ya demdirêj a li Zagrosan binirxîne, kêmasiyên xwe yên di pratîkê de bibîne û gaveke nû biavêje, pêwîstî bi perwerdeyê dît. Hevrêya me Zîlan li ser vê bingehê derbasî akademiyên leşkerî û îdeolojîk bû û tevlî perwerdeyê bû.

Di demekê de ku êrîşên dijmin giran bû, hevrêya me Zîlan perwerde ji xwe re kir hinceta wergirtina berpirsyariyeke hîn xurt û bi vê têgihiştinê nêzî perwerdeyê bû. Hevrêya me zanîbû ku beriya her tiştî divê ji aliyê îdeolojîk ve xwe şareza bike, di xeta azadiyê ya jinê de xwe kûr bike, bi taybetî jî li ser analîzên Rêberê me yên têkildarî îdeolojiya rizgariya jinê kûr bû. Weke milîtaneke jin pîvanên jiyana azad di kesayetiya xwe de temsîl kir û roj bi roj di kesayetiya xwe de guhertinên girîng û bingehîn pêk anî. Hevrêya me ku xeta azadiyê ya partiya me PKK û PAJK'ê di kesayetiya xwe de bi cih kir, perwerdeyên xwe ji bo têkoşîna xwe kir bingeheke pêngavî ya girîng. Hevrêya me di heman demê de zor û zehmetiyên di pratîkê de hîn bêhtir fêhm kir û tecrûbeyên girîng jê wergirt. Bi rêbaza gerîla ya dema nû re di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek deveran pêşengiya gerîlayên YJA Starê ya ji çalakiyan re ku derbên giran li dijmin hate xistin, ji bo hevrêya me Zîlan bû çavkaniya moralê û hinceta wergirtina berpirsyariyê. Hevrêya me ji bo karibe asta têkoşîna xwe bilind bike xwest biçe herêma Heftanînê ku êrîşên dijmin lê giran bû û pêşniyara wê hate qebûlkirin.

Hevrêya me Zîlan bi biryardarî û îdîayeke mezin derbasî herêma Heftanînê bû. Bi fedakarî, tevlîbûna xwe ya bi coş a li nava jiyanê û lêgrîna xwe ya lêdana derbê li dijmin, bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me ku fikir û pratîka wê yek bû, dema ku derfet dît yekser kete nava hewldanan ku çalakiyên bi bandor li dijî dijmin bike. Hevrêya me li ser vê bingehê di çalakiyên li herêma Heftanînê de kedeke mezin da, ji bo ev çalakî timî bibin, hewl da. Hevrêya me ji xwe re ki wezîfeyeke şoreşgerî ya herî mezin ku barê hevrêyên xwe sivik bike, li gel şarezebûna xwe ya leşkerî bi sekna xwe ya îdeolojîk û rêxistinî jî bû cihê baweriyê. Di 24'ê Çileya 2025'an de di operasyona li Qada Berxwedanê ya Keşanê ya li herêma Heftanînê de hevrêya me Zîlan bi lehengî li ber xwe da, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin li gorî navê xwe bombeya xwe bi xwe ve teqand û bi fedaîtî şehîd bû. Weke hevrêyên wê, em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser xeta têkoşînê ya hevrêya xwe Zîlan bimeşin û armancên wê pêk bînin.

11’ê Sibata 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me