Dîrok û hevrêyên wê dê her tim hevrêya me Doga bi serbilindî û rêzdarî bi bîr bînin. Hevrêya me ya hêja li navçeya Pirsûs a Rihayê hate dinê.

Rêbertiya me ev bajar weke bajarê pîrozî û lanetê pênase kiriye. Hevrêya me hemû pîroziya vî bajarî di nava xwe de hewand û li dijî hemû lanetan her tim sekneke têkoşer û serhildêr raber kir. Hevrêya me ya ku di nava malbateke welatparêz û kedkar de hate dinê, dilsoziya bi welat û xakê re ji xwe re kir pîvan. Hîna dema di temenê zarokatiyê de, gumanên wê yên li hemberî sîstemê pêş ketin û ket nava lêgerînan. Hevrêya me Doga bêyî ku tiştekê ji cewherê xwe winda bike, 12 salan li dibistanên sîstemê xwend. Bi sîstemê û lîstokên şerê taybet ên sîstemê nexapiya. Hingî ku rastiya jinê ya di nava sîstemê de dît, hîs kir ku ne ayîdê vê sîstemê ye. Ji bo vê yekê bawer kir ku divê teqez çareseriyekê bibîne. Bi taybetî piştî ku gotina Rêbertî ya ‘mirovê ku wate û hîs afirandî, mirovê herî xurt e’ nas kirî, ji vê gotinê pir bandor bû. Vê gotinê şopeke mezin bi hevrêya me Doga re hişt, hîs û fikrên wê ew ber bi lêgerîna azadiyê ve bir. Ji zarokatiya xwe ve hestê wijdanê bi rengekî pir kûr di hundirê xwe de ava kir û ev yek bû sedem ku bigihije qonaxeke nû ya biryardayînê. Ev biryara ku daye, gotina wê, pratîk û têkoşîna wê ya bêhempa di nava xwe de dihewand. Di sala 2014’an de Berxwedana Kobanê ya dîrokî li cîhanê nav û deng bû. Di vê pêvajoyê de dema gelê me yê koçî Rihayê kirî dît, pir bandor bû. Navê çi be bila bibe, yê li hemberî wê kî be bila bibe soz da ku ew ê tolê ji dijminê ku gelê me xistiye vê rewşê, hilîne. Hevrêya me bi cesaret û îradeyeke mezin biryar da ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bûne şevtirska cîhanê, şer bike û li ser vê bingehê di payîza sala 2014’an de tevlî têkoşîna azadiyê bû.

Piştî perwerdeyên dîtî, xwest derbasî wan qadan bibe ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîn li ser xeta fedayîtiyê lê tê meşandin û bi vî rengî tola gelê me hilîne. Hevrêya me Doga di vê pêvajoyê de bi cesaret û fedekariya xwe derket pêş û di şerekî de bi giranî birîndar bû. Hevrêya me di pêvajoya ku tedawî dîtî de, derfetê lêhêrbûneke hîn kûrtir dît. Tevlîbûna xwe ya hestiyariyê çareser kir û di kesayeta xwe de serkneke hîn îdeolojîk û zanetir pêş xist. Di pêvajoya berxwedana Rêveberiya Xweser de şahidî ji dilên wêrek re yên ku bedenên wan di bodrûmên Cizîrê de bi hovane hatin şewitandin, kir. Her wiha dema ku cenazeyê dayika Taybet bi rojan li kolanê hate hiştin, bû şahid û wê demê soza mezin a tolhildanê da. Hevrêya me Doga ji xwe re kir pîvan ku hingî li vê cîhanê nefesê bistîne wê bibe qêrîna azadiyê û soza tolhildanê ya kesên hatine qetilkirin. Hevrêya me hêrsa xwe ya li dijî dijmin, bi fedekariya xwe ya ji bo azadiyê zindî hişt. Bi taybetî jî fêm kir ku azadî hêsan nîne, ji bo vê divê xwe jinûve biafirîne û têkoşîneke mezin bimeşîne. Lewma di pêvajoya tedawiyê ya bi salan de, ji sekna xwe ya milîtaniyê tawîz neda û hêvî, biryardarî û dilsoziya xwe hîn xurttir kir û li benda vegerê ma. Hevrêya me bi vê baweriyê di demsaleke payîzê de gihişt çiyayên azadiyê yên ku hesreta wan dikişand, payîz her tim weke demsala guhertin û nûbûnan îfade kir.

Hevrêya me Doga evîndara xweza, çiya û jiyanê bû. Tevî ku li araziyeke duz a mîna Pirsûsê mezin bû, di nava demeke kurt de fêrî çiyayan bû. Ji bo vê yekê ev nirxandin kir: ‘Çiya, kesên ji xwe hez dike zû digire nava dilê xwe û wan mîna dayika xwezayê hembêz dike. Yên jê hez nake jî di nava xwe de nagire û hembêz nake’. Hevrêya me Doga xwest li cihê ku jin û çiya lê bûne yek, wate bibîne û wateya xwe biafirîne. Li ser xeta azadiya jinê bi îdîayeke mezin bi rê ket. Hevrêya me Doga hingî ku bi ziman, dil û wateya çiyayan re hat ba hev, vegerî cewherê çanda xwedawendiyê û di nava şert û mercên herî zehmet de xwe afirand. Lewma serhildêrî û karakterê xurt ê çiyayan girt. Ti carî ji zehmetiyan nereviya û her tim pêşniyar kir ku biçe qadên têkoşînê yên herî zehmet. Ji ber ku hîna dema şervanek nû fêr bû ku zehmetî kes mezin dike. Hevrêya me pir baş dizanî ku gihiştina armancên mezin, di zehmetiyên mezin re derbas dibin. Lewma bû hevrêya demên herî zehmet. Hevrêya me Doga ji seknên bi biryar ên hevrêyên me yên çalakiya fedayî kirine, bandor bû û ji bo bibe hevrêya meşa serketinê ya van fedayiyan kedeke bêhempa da.

Hevrêya me Doga bi tevlîbûna xwe ya xwezayî, sade, fedakar û bêhesab bi her hevalek xwe re şopên kûr hişt. Eger wateyeke din a fedayîtiyê, di her şert û mercê de fedakarî be, hevrêya me Doga bû navê vê yekê. Hevrêya me bi tevlîbûna xwe ya aktîf di nava demek kurt de di nava gelek xebatên girîng de cih girt û bi cidiyeteke mezin nêzî her xebatê bû. Bi taybetmendiyên xwe yên jîr rengê xwe li xebatan zêde kir. Li kuderê pêdivî hebe xwest li wir be û di her xebatê de aktîfbûn û serketîbûn weke wezîfeya milîtaniyê zanî. Xwest pêvajoya dîrokî ya gelê me ji kûrahî fêm bike û li gorî pêdiviyan di her şert û mercê de şoreşgeriyê bijî. Hevrêya me li her derê û di her xebatê de bawerî da. Bi pratîka xwe baweriya hevrêyên xwe vale dernexist. Hevrêya me ji bo di warê leşkerî de kûr bibe, ket nava hewldaneke mezin. Li ser tarzê şerê gerîla yê dema nû û profesyonel, lêhêrbûn kir û di warê teknîk û taktîkê de xwe pêş xist. Hevrêya me Doga ev lêhêrbûn û zanebûna xwe, di dema avêtina guleyan de bi gotina ‘her guleya ku li hedefê nakeve, sankî li dilê min dikeve’ pir bi kûrahî anî ziman. Bi pisporiya leşkerî re di aliyê îdeolojîk de kûr bû û gelek caran dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re destnîşan kir. Hevrêya me Doga her tim Rêbertî xwend, xerîbiya xwe ya ji bo wî bi nivîsa; ‘ez dixwazim bi tevlîbûn û fikrên xwe her kêliyê bi Rêbertî re bijîm’ anî ziman. Ronahiya di çavên heval Doga de, diket dilê mirov û hezkirina xwe ya ji bo jiyanê dida hîskirin. Gelek caran dema ev bedewiya di çavên wê de dihat îfadekirin, bi gotina ‘gelo ma wateyeke çavên bedew ên ku Rêbertî nedîtine, heye? Ma wê bedewî nîvço nemînin? Çav dema Rêbertî dît, wê hîn bedew û watetir bibe’ kûrahiya fêmkirina Rêbertî anî ziman. Û dîsa gotina ‘ez soz didim, Rêbertiya min, heta ku ev çav we dibînin wê li ber ronahiya we ya di ronahiya heyvê de tîmar bibe’ ji xwe re kir pîvan û jiyan kir. Vê çavkaniyê moral, coş û kelecana jiyanê ya hevrê Doga gihand lûtkeyê.

Hevrêya me Doga, di gelek xebat û amadekariyan de bû xwedî kedek mezin. Bi hurmeta dayî kedê îspat kir ku ked azadî ye. Ev taybetmendiya wê, hezkirin û rêzdariya ji bo wê hîn kûrtir kir. Bêwestan di vê jiyanê de timî gavekê li pêş bû û xwedî li wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê derket. Her çendî ku hevrêya me Doga bi şehadeta xwe hemû hevrêyên xwe pir xemgîn kiribe jî, di her hevrêyek xwe de hesteke mezin a tolhildanê, xwesteka têkoşînê û biryardariya ji bo serketinê afirand. Hevrêya me Doga di helbesteke xwe ya ji bo dilsoziya xwe ya bi şehîdan re anî ziman de, dibêje: ‘Min hinekê xwest bibim tu’. Niha jî weke hevrêyên wê yên têkoşînê, em dibêjin: ‘Ji bo em hinekê bibin tu, em ê ji bo ku têkoşîn û xeyalên te yên nîvço mayî bi serketinê tacîdar bikin, bijîn’. Hevrêya me Doga îfadeya dilsoziya bi Rêbertî, gel, hevrê û xakê re, îfadeya fedayîbûna ji bo azadiyê ye. Hevrêya me di felsefeya xwe ya jina azad de wateya xwe afirand. Di şexsê hevrê Doga de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdariyeke mezin û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo serketinê, dubare dikin.

6’ê Avrêla 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me