Yek ji devera Kurdistanê ya welatparêz a sereke ku bi berdêlên mezin xwe afirandiye, Gever e. Gever bi deh sal in vê sekna xwe diparêze û ji têkoşîna azadiyê re pêşengtiyê dike.
Gelê me yê Geverê, li hemberî hemû êrîşên dijmin ruhê azadiyê yê Apoyî di astên herî jor de dijî û bi berterefkirina van êrîşan israra xwe ya têkildarî jiyana azad nîşan da. Gelê me yê Geverê li hemberî êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me ji bo hebûna xwe biparêze xwe di hemû qadan de birêxistin kir û bû yek ji wan deverên yekem ku paradîgmaya Rêbertî ya demokratîk, ekolojîk û ya xwe dispêre azadiya jinan di pratîkî de nîşan daye. Ji ber vê yekê gelê me yê ku hişmendiya azadiyê bi dest xistiye, ewladên xwe yên herî hêja bi awayekî bê dudilî şandine nava refên azadiyê û bi berdewamî parastina jiyana azad dike. Bi taybetî jî jinên Geverî yên ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo nas kirine, li hemberî zîhniteya serweriya mêran a hezar salan serî rakirine û pêl bi pêl berê xwe dane nava refên azadiyê. Jinên Geverî yên ku dizanin azadî wê bi têkoşînê were bidestxistin, girêdayî vê yekê xwe di warên îdeolojîk û xweparastinê de pêş xistine û ji hemû jinên Kurd û cîhanê re bûn mînak.
Hevrêya me Eylul a ku ji vê kevneşopiya berxwedanê tê, li navçeya Gever a ku lê welatparêzî zêde pêş ketiye di nava malbateke ji eşîra Giravî de ji dayîk bûye. Malbat û xizmên hevrêya me hê di salên destpêkê yên têkoşîna me de bi azweriyeke mezin cihê xwe di nava têkoşîna me de girtin û ev yek bûn sedem ku hevrêya me Eylul hê di zarokatiya xwe de Partiya me û Gerîlayên Azadiyê nas bike. Hevrêya me ya ku weke hemû kesên li Kurdistanê dijîn rastiya dijmin bi êrîşên qirkirinê yên dijmin re nas dike, hê di zarokatiyê de li hemberî dijmin dibe xwedî hêrseke mezin a tolhildanê. Hevrêya me Eylul hebûna dewleta dagirker a li Kurdistanê bi tu awayî rewa nabîne û di wê baweriyê de bû ku divê teqez li hemberî vê rastiya dijmin têkoşîn were meşandin. Bi taybetî jî hebûna şehadet û tevlîbûna ji bo nava refên gerîlayan a xizmên wê yên nêz, bû sedem ku ev bawerî li gel hevrêya me Eylul xurttir bibe. Hevrêya me girêdayî vê yekê cara ewil di sala 2009’an de di nava xebatên xweparastinê de cihê xwe digire, vê pêvajoyê zêdetir weke naskirina rastiya Partiya me û Rêbertiya me û parastina destkeftiyên ku bi kedeke mezin hatine bidestxistin, dinirxîne. Hevrê Eylul a ku ji ber xebatên xwe yên çalak demekê ji aliyê dijmin ve rehîn tê girtin, sekna xwe ya şoreşgerî diparêze û bersiva herî watedar dide dijmin. Hevrêya me bi awayekî zelal nîşan da ku jineke Kurd a ku azadî nas kiriye bi tu awayî li hemberî zextên dijmin serê xwe natewîne. Vê pêvajoya esîrbûnê jî dike egera berxwedana zêdetir. Hevrêya me Eylul di sala 2012’yan de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi îdîa û biryardariyeke mezin dihat meşandin, biryar dide ku bi awayekî çalak tevlî nava refên gerîlayan bibe. Dev ji xwendina xwe ya zanîngehê berdide, berê xwe dide Zagrosan û xwe digihîne jiyana gerîlayan a ku bi salan xeyala wê dikir.
Hevrêya me Eylul bi tevlîbûna nava refên gerîlayan re xwe weke ku nû ji dayîk bûye hîs dike, çiya û xwezaya Kurdistanê weke hemêza dayika xwe dibîne û taybetmendiyên kesayeta azad bi dest dixe. Hevrêya me bi fêmkirina felsefeya Rêber Apo re hewl dide vê yekê bike rêgeza sereke ya jiyana xwe, bi van hewldanên xwe ji hemû hevrêyên xwe re dibe milîtaneke mînak. Hevrêya me bi vî awayî li hemberî taybetmendiyên ku pergala kapîtalîst di kesayeta wê de afirandine, dest bi têkoşînê dike û bi hilweşandina van taybetmendiyan re azadiyê zêdetir hîs dike. Tevlîbûna hevrêya me dikeve serdema têkoşîna me ya dijwar û ji ber vê yekê jî di wê baweriyê de bû ku xwe di warê leşkerî de gelekî pêş bixe û bi xwestek û coşeke mezin tevlî perwerdeyên leşkerî dibe. Bi saya israra xwe ya têkildarî hînbûna hunera şerê gerîlayan, di demeke kurt de gelek tecrûbeyan bi dest dixe û perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike.
Şehadeta birayê hevrêya me Veysel Îşbîlîr ya di sala 2013’yan de û şehadeta pismamê wê Reşît Îşbîlîr bandoreke mezin lê dikin û ev yek jî dibin sedem ku hêrsa xwe ya li hemberî dijmin zêdetir bike. Hevrêya me di wê baweriyê de bû ku di şexşê van hevrêyên me de ji bo ku tola hemû şehîdên azadiyê hilîne divê têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêya me dizanîbû ev şehadetên nû yên di nava malbata wê de erk û berpirsiyariyên wê mezintir kirine û têkildarî vê yekê zêdetir hewl da. Hevrêya me Eylul girêdayî vê yekê dixwaze li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer bike, bi taybetî jî li hemberî êrîşên dermirovî yên li dijî jinên Êzîdî xwest weke milîtana azadiyê ya hemû jinan erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Hevrêya me li gelek qadên ku êrîşên li ser gelê me lê zêde bûn, li dijî DAÎŞ’ê şer kir û di vî şerê mirovahiyê de çend caran birîndar dibe. Hevrêya me tevî vê yekê jî ji azweriya xwe ya têkoşînê tawîzê nade, li gel şikandina êrîşên çeteyan di têkbirina wan de jî xwedî kedeke mezin e. Hevrêya me di dîroka berxwedanê de navê xwe bi tîpên zêrîn da nivîsandin.
Hevrêya me Eylul a ku vê erka xwe bi awayekî serkeftî bi cih tîne û piştre dubare berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên azad, destpêkê xwest xwe di warê taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe pêş bixe. Hevrêya me dizanîbû li hemberî dijmin bidestxistina encamên serkeftî bes bi gerîlatiya serdema nû pêkan e, girêdayî vê yekê bi ked, îdîa û egerên baweriya xwe ya ji bo serkeftinê bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Tevî ku ji bo herêma Garê hate erkdarkirin jî bi israr xwest derbasî herêmên lê şer dijwar bibe. Hevrêya me Eylul di mewziyên berxwedanê de hîskirina hevrêyên xwe ya di her kêliyê de weke egereke milîtanbûna PKK’ê dibîne û di heman demê de bicihanîna erk û berpirsiyariyên li hemberî hevrêyên xwe ji bo xwe weke deynekî pênase dike. Ji bo vê yekê dizanîbû ku divê têkoşîna xwe mezintir bike û di hemû xebatên xwe de kedeke mezin da. Hevrêya me bi sekna xwe ya jiyanî û tevlîbûna xwe ya çalak re ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin, bi helwesta xwe ya zelal a têkildarî pîvanên azadiya jinan bû milîtaneke serketî ya PKK-PAJK’ê. Hevrêya me Eylul bi taybetî jî bi tevlîbûna xwe ya hevsengî mîsyona pêşengtiya gerîlatiya jinan, hewl da vê yekê di kesayeta xwe de jî nîşan bide. Ji bo hemû hevrêyên xwe yên jin û mêr bû milîtaneke mînak.
Hevrêya me Eylul di encama êrîşa dijmin a 1’ê Sibatê ya li ser herêma Garê de tevlî karwanê şehîdan dibe. Bi îdîa, bawerî û dilsoziyê dest bi meşa xwe ya azadiyê dike û vê meşê temam dike. Ew ê bi bîranîna xwe ya hêja her tim di nava têkoşîna me de û di dilê gelê me û hevrêyên xwe de bijî. Weke hevrêyên wê di şexsê hevrê Eylul de em soza xwe dubare dikin ku em ê meşa xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi serkeftinê tacîdar bikin.
6’ê Avrêla 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





