Rojhilatê Kurdistanê bi çanda xwe ya kûr û hişmendiya xwe ya welatparêziyê bûye cihê ku her tim ruhê berxwedanê lê zindî be.

Gelê me yê hêja yê Rojhilatê Kurdistanê ku tawîz ji helwesta xwe ya li dijî zîhniyeta tekparêz a dewletên netewe neda, bi hezaran zarokên xwe şand refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Hevrêyê me Egîd ku zarokê gelekî wiha hêja ye, li bajarê Kamyaranê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û bi hişmendiya Kurdîtiya kûr şêwe girtiye, di temenekî biçûk de Partiya me nas kir. Hevrêyê me ku bi exlaq, terbiye û çanda malbata xwe mezin bû, dema ku dest bi dibîstanên pergalê kir nakokiyan jiya. Her ku şerê li Kurdistanê û kiryarên li dijî gelê me dît, hêrsa wî ya li hemberî pergalê zêde bû. Hevrêyê me yê ku di temenê xwe ya ciwantiyê de dest bi lêgerînên kûr kir û jiyanê di her wateyê de lêpirsîn kir, ji bo naskirina Tevgera me lêgerînên xwe zêdetir kir. Her ku ji derdora xwe guhdarî qehremaniya hevrêyên me yên ku tevlî refên gerîla bûne û xwe fedayî pêşeroja gelê me kirine kir, sempatiya wî ya li hemberî gerîla zêde bû. Hevrêyê me yê ku pir meraqê jiyana gerîla dikir û ji bo tevlîbûna gerîlayan hesabên wijdanî dikir, tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya coş û moral a ji bo xebatan, hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me yê ku bi xwendina Rêbertiya me xwe kûr kir û derfet dît ku Tevgera me baştir nas bike, biryara mezinkirina têkoşîna xwe da. Ji helwesta fedayî ya gerîlayan a bo alîkariya gelê me yê Rojava ku di bin gefa qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê de bûn, bandor bû. Bi taybet hêzekî mezin ji têkoşîna hevrêyên me yên ku di pêvajoya Berxwedana Kobanê de tekneçûyîna îradeya Apoyî îspatê hemû cîhanê kirin, girt. Hevrêyê me ku bû bersiva lêgerînên pergalê û lêpirsînên kûr jiya, dizanîbû ku li hemberî aresteyên dijmin bersiva herî baş ji tevlîbûna nava refên gerîla derbas dibe. Hevrêyê me biryar da ku rêbaza herî bibandor a têkoşînê tevlîbûna li nava refên gerîla ye û di sala 2016’an de ku êrîşên giran li ser Tevgera me hebû, berê xwe da refên gerîla.

Hevrêyê me Egîd bi perwerdehiyên ewil ku di refên gerîla de girt, di demeke kin de fêrî jiyana çiya û gerîla bû û di pêvajoya giran a şer de xwest rolekî çalak bilîze. Hevrêyê me yê ku di tevahiya pêvajoya perwerdehiyê de bi materyalên Partiyê û perwerdeyên leşkerî xwe ji şert û mercên herî zehmet re amade kir, perwerdeya xwe bi awayekî serketî temam kir. Hevrêyê me yê ku tevlî xebatên pratîkî bû, bi kedkarî, helwesta xweya li dijî pirsgirêkan û kesayeta xwe ya berxwedêr her erka xwe li gorî pêwîstiyê bi cih anî. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya şoreşê de ku ji bo zindîkirina projeya konfederalîzma demokratîk a Rêbertiya me li Rojava pêş ket, ked da û cihê xwe di gelek pêngavên şoreşgerî de girt. Piştî ku demekî di van qadan de ma, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me ku armanc kir bibe gerîlayekî pispor û dizanîbû encax dema bibe gerîlayekî şareza dikare bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker bide, bi perwerdehiyan li ser taktîkên demê lêhûrbûn bû. Hevrêyê me ku ezîma xwe ya têkoşînê her roj mezintir kir û xwest bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd, jiyana hevrêyên xwe yên fedayî kir rênîşanderê xwe. Bi zanebûna ku fedayîbûn cewhera Partiya me ye tevgeriya.

Weke peyrewê hevrêyên me yên şehîd ku di operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li Zap, Avaşîn û Metînayê bi qehremanî li ber xwe dan û hemû zehmetiyan beralî kirin, biryara mezinkirina têkoşîna xwe da. Hevrêyê me Egîd ê ku li ser vê bingehê di sala 2022’an de derbasî xebatên Hêzên Taybet bû, bi perwerdeyên wergirtî di tarzê jiyana fedayî de astekî girîng bi dest xist. Bi saya lêhûrbûnên xwe yên li perwerdeyan û hîskirina hevrêyên xwe yên ku di tunelên şer de li ber xwe didin, di demekî kin de gihişt asta ku berpirsyarî bigre. Hevrêyê me yê ku bû parêzvanê dilsoz ê xeta Apoyî, piştî ku pêvajoya perwerdehiyê ya zehmet temam kir, bi daxwaz, coş û kelecanekî mezin berê xwe da Eyaleta Şehîd Delîl Zagros. Hevrêyê me yê ku di taktîkên demê de pispor bû û bi awayekî çalak di tîmên arazî yên bi tevger de cih girt, bû fedayiyê Apoyî yê mînak. Hevrêyê me ku gerîlatiya serdemekî ku artêşa Tirk a dagirker têkçûyînekî mezin jiya û milîtanên Apoyî yê fedayî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin kir, li gorî zanebûna mîsyona xwe ya dîrokî tevgeriya. 

Hevrêyê me Egîd ku bi tevlîbûna xwe ya bi moral rolekî girîng di mezinkirina berxwedanê de girt, cihê xwe di gelek çalakiyên serketî û pêngavên şoreşgerî de girt. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, tevlîbûna xwe ya bi îdia, israra xwe ya di taktîkên demê de û bi tarzê jiyana xwe ya fedayî hewl da bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd. Hevrêyê me Egîd ku di 21’ê Sibata 2025’an de dema tevî hevrêyên xwe Xebat û Goran li ser erka xwe bû şehîd bû, mîrateyekî têkoşîna ya mezin ji me re hişt. Em hevrêyên wî soza xwe dubare dikin ku xeyala hevrêyê xwe Egîd di Kurdistana azad de jiyanî bikin û di şexsê wî de dilsozê hemû şehîdên xwe bin. 

28’ê Avrêla 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me