Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku yek ji desrkeftiyên têkoşîna azadiyê ye ku Tevgera me û gelê me bi dehan sal bêyî navber berdêlên mezin dan û pêş xistin, ji destpêka pêşketina xwe ve bandor li gelek kesan kir û hişt ku gelek kes tevlî refên şoreşê bibe.

Bi hezarên ciwanên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna şoreşê ku wekî hêviya azadiyê dîdîtin, êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me şikandin.

Şoreşa ku Rêber Apo bi salan ked da û bi felsefeya xwe bû çavkaniya îlhamê, di heman demê de hişt ku li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêbertiya me were naskirin. Her ciwanê ku tevlî refên şoreşê bûn, vê paradîgmayê pejirandin û ji bo jiyanîkirina vê bi fedakarî têkoşiyan. Ev şoreşgerên ciwan ku hemû zehmetiyan bi bawerî û dilsoziya bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo derbas kirin û bûn milîtan, di heman demê de bûn hewariyên nûjen ku xwe fedayî azadiya gelên me kirine. 

Hevrêyê me Goran yek ji şoreşgerên ku tevlî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo bûn e. Hevrêyê me li nava malbatekî ji êşîra Şemer a qedîm ji bajarê Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku di derdora malbatekî welatparêz de mezin bû, girêdayî çand û kevneşopiya xwe mezin bû. Hevrêyê me yê ku dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêş ket ciwan bû, şahidî ji êrîş û komkujiyên li dijî gelê me û berxwedana destanî ya li dijî van êrîşan kir. Hevrêyê me wekî her ciwanê bi rûmet ku bi vê rastiyan re mezin bû û di zanebûna heqîqeta Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bû, dema wextê wê hat bêdudilî xwest cihê xwe di refên berxwedanê de bigre. Di sala 2017’an de tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me di vê pêvejoyê de hem di aliyê leşkerî de lêhûrbûn bû û hem jî hewl da felsefeya Rêber Apo fêm bike ku bûye çavkaniya hêviyê ya hemû gelên bindest. Hevrêyê me Goran ku bi perwerdehiyên leşkerî bû şervanekî şareza, di heman demê de perwerdehiya hevrêyên xwe girt ser xwe û erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Hevrêyê me Goran ku di vê pêvajoyê de derfet dît ku milîtanên Apoyî nas bike, ji helwesta jiyanê, têkiliyên jidil û têkokşîna fedakar a van milîtanan bandor bû. Hevrêyê me jî xwest bigîhije rastiyekî wiha ya milîtaniyê, ji bo vê ket nava pêvajoya lêhûrbûnê. Hevrêyê me yê ku bi lêhûrbûnên xwe rastiya Rêber Apo û rastiya enternasyonel a partiya me PKK’ê baştir nas kir, biryara mezinkirina têkoşîna xwe da. Hevrêyê me Goran ku wekî bi hezaran şervanên enternasyonal xwest li çiyayên Kurdistanê meşa şoreşê bidomîne, bi coş û kelecanekî mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku çavkaniya jiyana azad a gelên me ye.

Hevrêyê me Goran tevî dûrî jiyana çiya û gerîla bû, tevlîbûnekî dilxwaz û coş raber kir û di demekî kin de ferî çiyayan bû. Ji têkiliyên hevrêtiyê ya gerîla ku bi fedakarî, ked û têkoşînê afirand bandor bû û bêhesap tevlî bû. Hevrêyê me ku di şet û mercên çiya û gerîla de derfet dît ku felsefeya Rêbertî baştir nas bike û bipejirîne, bi lêhûrbûnên xwe guhertinên girîng û bi kok çêkir û milîtanekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me Goran ji têkoşîna fedayî ya hevrêyên me ya li Zap, Avaşîn û Metînayê hêz girt û bi israr xwest derbasî qadên ku şer lê giran e bibe. Hevrêyê me Goran li dijî êrîşên dijmin cihê xwe hem di tunelan de hem jî çalakiyên afirîner ên li araziyan de girt û di pêkanîna taktîkên gerîla yên serdema nû de ked da. Hevrêyê me Goran ku di nirxandinekî xwe de bi li ber çav girtina dayîna her curê berdelê baweriya xwe ya ji bo serketinê anî ser ziman, vê baweriya xwe bi pratîka xwe nîşan da. Hevrêyê me piştî ku li herêma Zapê erkê xwe bê kêmanî û serkeftî temam kir û ji bo qadên têkoşînê yên cuda hate erkdarkirin, li ser vê bingehê bi bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û tecrubeyên xwe berê xwe da qada nû ya pêkanîna erka xwe.

Hevrêyê me Goran ku 21'ê Sibata 2025'an li nêzî gundê Guherzê yê Amediyê di kemîneke xayin de şehîd bû, meşa xwe ya şoreşê bê navber û bi serketinên bêhempa temam kir. Hevrêyê me Goran bi salan li dijî dijmin sîng bi sîng şer kir, ji bo têkiliyekê jî teredût nekir. Şehîdxistina hevrêyê me Goran a bi rengekî nemerdane, hêrsa me hîn mezin kir. Em soza xwe dubare dikin ku vê hêrsê bikin hinceta mezinkirina têkoşînê û xwîna pîroz a şehîdên xwe ti carî li erdê nehêlin.

 

28’ê Avrêla 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me