Pêngava dîrokî ya gerîla ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi pêşengiya fermandarê me yê pêşeng Mahsûm Korkmaz (Egîd) pêş ket, bû destpêka têkoşîna gerîla ku heta roja me ya îro bêyî navber berdewam kir.

Kelecan û coşa ku ev pêngava dîrokî çêkir, wekî roja ewil di roja me de jî tê jiyîn. Wisa ye ku ev kelecan û coş îro jî bandor li ser ciwanên Kurd çêdike û berê wan dide refên gerîla. Bi afirandina bi hezaran Egîdan meşa azadiyê ya gelê me nêzî serketinê dike.

Hevrêyê me Xebat ku ji coşa Pêngava Dîrokî ya 15’ê Tebaxê bandor bû û tevlî refên gerîla bû, li Sêrtê di nava malbatekî welatparêz û dilsozê nirxên çandî de ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe li gorî cewhera xwe mezin bû. Li gel ku demekî di dibîstanên pergalê de xwend jî, xwe ji polîtîkayên asîmîlasyonê ya dijmin parast. Hevrêyê me Xebat ji bo ku tevkarî li dabara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî û bi diyardeya kedê re mezin bû. Ji ber vê yekê zû ket ferqa pîroziya kedê û di tevahiya jiyana xwe de xwe bi kedê afirand. Hevrêyê me yê ku bi temenê xwe yê ciwantiyê re dest bi lêpirsîna derdorê xwe kir, bi taybetî neçar ma ku rastî hîsteriya faşîzan ku dewleta Tirk a dagirker di nava civakê de çêkiriye were. Ji ber ku kesên li cihê kar ji ber Kurdbûna wî cihêtiyê jê re kirin, ew bû xisûsê herî girîng ku hevrêyê me Xebat rastiya dijmin fêm bike. Hevrêyê me yê ku piştî vê pêvajoyê dest bi lêgerîna jiyana azad kir, wekî her ciwanê Kurd ê bi rûmet dizanîbû ku ev bi tevlîbûna li nava refên PKK’ê re pêkan dibe. Lê neçar ma ji ber temenê xwe vê daxwaza xwe demekî paşve bixe. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de ji jiyan û hevrêtiya gerîlayan bandor bû, fikirî ku divê ew jî wekî van gerîlayan bibe. Hevrêyê me yê ku ji ber vê bi bêsebrî li benda roja tevlîbûna xwe ma, di vê pêvajoyê de hewl da têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Bi taybetî dema çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava û Şengalê li dijî gelê me êrîşên qirkirinê pêk anî û bi hezaran mirovên me ji komkujiyan derbas kir, hêrsa hevrêyê me Xebat li dijî dijmin zêdetir bû. Hevrêyê me li ser  vê bingehê di sala 2015’an de ji Botanê tevlî refên gerîlayan bû. Di dawiyê de xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî û gihişt derfeta ku tola komkujiyên li ser gelê me hilîne. 

Hevrêyê me Xebat ê ku demekî kurt li Botanê ma û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, bi saya perwerdeyên leşkerî û îdolojîk ên li vê derê di demekî kurt de fêrî jiyana gerîlayan bû. Hevrêyê me ku bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz, coş û kedkar bû gerîlayekî şareza, di vê pêvajoyê de ji helwest û kesayetiyên Apoyî yên hevrêyên me Şehîd Heqî Amed û Şehîd Soro Amed bandor bû. Ji bo ku bibe layiqê kedên van hevrêyan ku ji bo wî dane, hewldaneke mezin da û xwest têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me Xebat ê ku di her xebatê de bi fedakariya xwe derket pêş, bi saya kesayetiya xwe ya dirust û jidil, rêz û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Xebat ji bo tevlî pêngavên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bibe ku ji bo gelê me nebe gef, derbasî herêmên ku şer lê giran e bû. Tevlî gelek çalakiyên li vir bû û derfet dît ku hêrsa xwe ya bi salan bixe pratîkê. Hevrêyê me yê ku bi tecrubeyên xwe yên leşkerî yên di vê pêvajoyê de bû gerîlayekî profesyonel, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Xebat ku di heman demê de geşedanên li hemû qadên têkoşînê ji nêz ve şopand, bi taybetî eleqeyekî mezin da berxwedana ku li Bakurê Kurdistanê li ser xeta fedayîtiyê pêş ket. Hevrêyê me hêzekî mezin ji çalakiya fedayî ya bi dehan hevrêyên me yên li dijî komkujiyan girt û di heman demê de fikrî ku divê ew jî bikeve nava lêhûrbûnekî wiha. Bi zanebûna ku dilsoziya bi şehîdan re bi mezinkirina têkoşîna wan pêkan dibe, kete nava lêhûrbûna fedayîbûnê. 

Hevrêyê me Xebat ê ku li ser vê bingehê di sala 2018’an de derbasî xebatên Hêzên Taybet bû, tevlîbûnekî li gorî lêhûrbûnên xwe kir. Tevî ku bi perwerdeyên wergirtî xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de pêş xist jî, tu caran xwe têrker nedît. Hevrêyê me di nirxandinekî xwe de diyar kir ku yekane armanca wî ew e ku bibe milîtanekî layiqî Rêbertî û şehîdên me. Ji bo vê jî her tim lêgerîna pêşxistina xwe dike. Ji ber kesayeta xwe ya dilnzm û kedkar û pêşengtiya xwe ya di her xebatê ku tê de cih digre, rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me bi lêhûrbûnên xwe yên derbarê rastiya şer de jî hevrêyên xwe perwerde kir. Hevrêyê me Xebat ku ji destpêka pêvajoya operasyonê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku ji sala 2022’an ve pêş ket, cihê xwe di nava şerê germ de girt û li vir di tunelên şer de bû xwedî helwestekî bi hêz. Hevrêyê me yê ku tevî di pêvajoya şer a heyî de bi dehan car birîndar bû, dev ji biryardariya xwe berneda û dema ji qada şer dûr ket jî israr kir ku dîsa here qada şer lê heye. Hevrêyê me Xebat ê xwedî ruhê Apoyî, diyar kir ku yekana dermanê wî ew e ku tola hevrêyên xwe hilîne û dîsa here qadên ku bi dehan bîranîn wî bi wan re heye. Hevrêyê me Xebat ê ku gihişt hezkirina kûr a hevrêtiyê, dema hevrêyên wî li dijî dijmin şer dikir nedikarîbû bisekine. Vê jî bi helwest, şer, tevlîbûn û kesayeta xwe ya dirust nîşan da. 

Rastiya dijwar a şer hem jiyanê û hem jî hevrêyan pir bi nirx dikir. Hevrêyê me Xebat jî li gorî van nirxan jiyan kir. Bêyî ku pişta xwe bide û bes bike li dijî zehmetiyan li ber xwe da û meşa xwe ya azadiyê domand. Hevrêyê me Xebat ê ku 21’ê Sibatê li nêzî gundê Guherzê yê Amediyê di encama kemîna nemerd û xayînane de şehîd bû, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de ji bo Rêbertî, gel, welat û hevrêyên xwe bi qehremanî şer kir û gihişt mertebeya egîdiyê. Em hevrêyên wî soz didin ku ala şoreşê ya ku hevrêyê me Xebat dewrî me kir, ji bo ku di şexsî wî de bibin layiqê hemû şehîdên xwe her tim bilind bikin.

28’ê Avrêla 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me