Yek ji navendên herî girîng a welatparêziya Kurdistanê Cizîra Botan e ku dilsoz û evîndarê jiyana azad e, di vê rêyê de xwe ji fedakarî û berdêl dayînê nedaye paş.

Cizîra Botan ji dîrokê heta îro vê mîsyona xwe didomîne. Li dijî êrîşên giran ên dijmin û polîtîkayên wî yên qirkirinê, destpêkê li Cizîra Botan serhildan pêş ket. Ji vejîna gelê me re pêşengî kir û bi sekna xwe ya milîtanî ya li dijî dijmin, ji bo roj bi roj têkoşîna me mezin bibe bû xwedî cihekî diyarker. Gelê me bê guman vê yekê deyndarê gelê bi wêrek ê Cizîra Botan û jin û mêrên ciwan ên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide ye. Di demên destpêkê de gava ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li Botanê pêş ket, gelê me yê Cizîra Botan ji sekna jiyanê ya milîtanên Apoyî, ji fedakariya wan bandor bûn û bi baweriyeke xurt bi têkoşîna me ve hatin girêdan. Gelê me yê Cizîra Botan çanda serhildanê ya pêş xistî, ji nifşan gihand nifşan û berxwedana li dijî dagirkeran domdar kir. Lewma her zarokê ku li Cizîra Botan hatî dinê, bi çanda Apoyî ya ku bi gelek berdêl û kedê hatî afirandin re mezin dibe û dibin milîtanên azadiyê.

Hevrêyê me Gabar li Cizîra Botan ku têkoşîneke wiha hêja û rastiyeke berxwedanê lê tê raberkirin, di nava malbateke welatparêz, dilsozê kevneşopî û çanda Kurdî de hate dinê. Hevrêyê me bi saya terbiye, exlaq û çanda ku ji malbata xwe wergirtî, bi rengekî girêdayî cewherê xwe mezin dibe û ji aliyê derdora xwe ve jî hate hezkirin. Hevrêyê me ji biçûkahiya xwe ve xwedî kesayeteke xebatkar û gihiştî bû, pir zû ket ferqa rastiya me ya gel û Kurdistanê. Lewma li dijî polîtîkayên dijmin ên teslîmgirtin û çewisandina gelê me, pir zû bû xwedî zanîn. Bi taybetî li dijî zext, êşkence û komkujiyên ku dijmin li dijî gelê me pêk anîn, bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Gabar mîna her ciwanek Kurd hêrsa xwe kir hinceta têkoşînê û pir zû beşdarî xebatên ciwanên şoreşger bû. Hevrêyê me li dijî êrîşên dijmin armanc kir ku gelê me û ciwanên Kurdistanê biparêze. Bi taybetî jî li dijî hewldanên dijmin ên di çarçoveya şerê taybet de, pir bi hestiyar tevgeriya. Hevrêyê me Gabar têkildarî vê yekê ji bo ku gelê me bibe xwedî helwest û hestiyariyê, tişta ji destê wî hat pêk anî. Bersiva keda xwe bi bertekên gelê me yê Cizîra Botan ên li hemberî êrîşên dijmin, wergirt. Hevrêyê me di pêvajoya ku nava xebatan cih girt de ji bo xwendina zanîngehê çû bajarê Denîzlî yê Tirkiyeyê û li vir di nava demek kurt de derfet dît ku xwendekarên welatparêz ên şoreşger nas bike. Hevrêyê me bi rengekî aktîf beşdarî xebatên li vê qadê jî bû û di nava demek kurt de bû pêşeng. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de derfet dît ku têkoşîna me ya azadiyê hîn nêztir nas bike û ket nava pêvajoyeke lêhêrbûnê ya kûr. Hevrêyê me fêm kir ku zanîngeh navendên peydakirina endamên ji bo sîstemê ye û di ferqê de bû ku ti feydeya vê ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me nîne. Di pêvajoyeke ku Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî herî bi bandor dihat meşandin de, beşdarî têkoşîna azadiyê ya gelê me bû û biryar da ku wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi rengekî hîn bi bandortir bi cih bîne. Hevrêyê me Gabar li ser bingehê vê biryarê di sala 2011’an de zanîngeha dixwend di dawiya salê de hişt û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Gabar ku êdî gerîlayekî egîd ê gelê me ye, ji roja ewilî û şûnde bi dirûstiya xwe, xebatkarî û dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re hevrêyên xwe bandor kir. Lewma bilez jê re hate pêşniyarkirin ku beşdarî xebatên Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me Gabar ev rewş ji bo xwe di têkoşîna azadiyê de pêş bixe, weke derfetekê nirxand û bi kelecan û coşeke mezin tevlî Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me beşdarî pêvajoyeke perwerdeyê ya zehmet bû; bi xwestek, îrade û biryardariya xwe ev perwerde bi rengekî serketî temam kirin. Bi dersên ku di perwerdeyan de dîtî, xwe di felsefeya Apoyî de kûr kir. Hevrêyê me ji bo pîvanên azadiyê yên PKK’ê di kesayeta xwe de temsîl bike, gelek hewl da. Di heman demê de hevrêyê me Gabar ji tecrubeyên hevrêyên xwe sûd wergirt; di warê îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî de geşedanên girîng bi dest xist. Lê belê her tim xwe li gorî xeta têkoşîna Rêbertî û şehîdan nirxand. Hevrêyê me li hemberî van heqîqetan xwe kêm dît. Lewma her tim lêgerîn kir ku hîn zêdetir têbikoşe û xebatên hîn serketîtir bimeşîne û bi vê lêgerînê tevgeriya. Hevrêyê me hem bi vê sekna xwe hem jî bi kesayeta xwe ya dilnizm, rêz û hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir û ji bo bibe layiqê qedrê ku jê re tê nîşandan, bê navber di nava hewldanê de bû û ked da. Hevrêyê me di aliyê leşkerî de xwe kêm dît û ji bo bibe xwedî tevlîbûneke li gorî pêvajoya şerê dijwar, armanc kir ku di hunera şerê gerîla de bibe pispor. Li ser vî bingehî hevrêyên me li ser gelek taktîkên gerîla perwerdeya pisporiyê dît û di encama van perwerdeyan de gihişt armanca xwe û gihişt formasyoneke milîtanekî Apoyî yê fedayî, pispor û profesyonel.

Piştre hevrêyê me di bin bunyeya Hêzên Taybet de beşdarî xebatên girîng û stratejîk ên cur be cur bû. Ji bo ku gerîla teknîka serdemê bixe bin xizmeta taktîkên xwe, bi rolekî girîng rabû. Bi saya tarzê xwe yê bi disiplîn, rêkûpêk û hesas ê di xebatan de ji bo bi dest xistina encamên serketî bû xwedî rol. Ji bo xebatên herî hesas ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kedkariyek mezin kir û piştî demekê berpirsyariya van xebatan girt ser xwe û di fermandariyê de cih girt. Di heman demê de bi saya tecrubeya xwe ya di warê rêxistinî de û taybetmendiyên fermandariya ku di xwe de ava kirî, gelek xebat bi hev re meşand û ev qabîliyet nîşan da. Hevrêyê me di pêvajoyê de bêyî ku navber bide perwerdeyên îdeolojîk dewam kir û hingî ku di felsefeya Rêbertî de kûr bû, bû xwedî kesayeteke derwêşane. Hevrêyê me Gabar bi dilnizmiya xwe hemû hevrêyên xwe bandor kir û bi sekna xwe ya milîtanî û bi jiyana xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Bi taybetî jî şans dît ku li cem fermandarên me yên hêja yên mîna Şehîd Şervan Varto û Şehîd Savaş Maraş têbikoşe. Ji tecrubeyên xurt ên van hevrêyên me sûd wergirt û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe de ava kir. Ji ber ku dijmin li gelek qadên Kurdistanê li dijî gelê me polîtîkayên zextê domand, di serî de Bakurê Kurdistanê xwest biçe qadên ku şer lê dijwar e. Dilê wî her tim bi hevrêyên wî yên ku li çeperên pêş şer dikin re bû. Ev xwesteka hevrêyê me Gabar ji ber girîngiya xebatên ku têde cih digirt, hate taloqkirin. Lê belê hevrêyê me ti carî pes nekir û ji bo bigihije vê armanca xwe, bi rengekî bi sebir û bê navber xebitî û li bendê ma. Bi taybetî li dijî zêdebûna êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi xwestek û israrek mezin pêşniyar kir ku bi hevrêyên xwe yên di tunelên berxwedanê de û li araziyê li ber xwe didin re be.

Piştî vê hevrêyê me Gabar derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû û tevlî berxwedana destanî ya li vir bû. Hevrêyê me ku mîna hevrêyên xwe yên din ruhê azadiya Apoyî di pratîka xwe de nîşan da, li hemberî hemû êrîşên dijmin yên li dijî mirovahiyê, sekneke bi îrade raber kir. Hevrêyê me Gabar ku di astên cuda de fermandarî kir, nêzîkatiya fermandariyê ya PKK'ê ya li ser bingeha ked, fedakarî û afirîneriyê bi rengekî herî rast bi rê ve bir. Bi vê taybetmendiyê re ne tenê hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist, di heman demê de ji bo wan bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me ku li herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê li gelek qadan xebat dimeşandin, herî dawî derbasî Herêma Berxwedanê ya Girê FM bû û fermandarî li vê herêmê kir. Hevrêyê me ku di dema mayîna xwe ya li vir de bi moral, îdîa û sekna xwe ya biryardar bandor li hevrêyên xwe kir, tevî hemû êrîşên dijmin jî gavekê jî bi paş ve neavêt. Hevrêyê me li eniya Şehîd Mûnzûr a li herêma Berxwedanê ya Girê FM berxwedaneke mezin raber kir û vîna Apoyî û azweriya azadiyê di asta herî jor de jiya. Şer bi îrade, aqil û teknîka leşkerî ya herî mezin da meşandin. Bi çalakiyên ku pêş xistin nehiştin ku dijmin pêş de biçe. Hevrêyê me Gabar li hemberî hemû êrîşên dijmin ên li vir çalakiyên bi bandor pêş xist û qada ku lê bû veguherand keleha berxwedanê. Ev berxwedan di dîroka azadiya gelê me de cih girt. Hevrêyê me Gabar di pêvajoya ku pêşengiyê ji berxwedanê re dikir de, tevî êrîşên herî hov û namerdî yên dijmin jî hemû hevrêyên xwe yên li Eniya Şehîd Mûnzûr parast û nehiştiye hevrêyekî bi tenê jî ji ber êrîşên dijmin ên li tunelan zerarê bibîne. Şêwaza fermandariyê ya hevrê Gabar, ruhê komê û yekîtiya bi hevrêyên xwe re, bû faktorên bingehîn ku ev berxwedan bi ser xist.

Hevrê Gabar, karî bi salan zanebûna xwe ya teknîkî û taktîkî, tecrûbe û aqilê xwe yê pratîkî, bi awayekî pisporî bikar bîne û hemû êrîşên dijmin bişikîne. Di doktrîna me ya şerê şoreşgerî de karî bibe fermandarê mînak. Hevrê Gabar bi sekna xwe fedaiyek mînak bû, bi cesareta xwe di şer de pêşeng bû, bi dilgermbûna xwe hevrêyekî rasteqîn bû, bi pratîka xwe fermandarekî mînak bû û bi gerîlatiya xwe ya profesyonel, hostayekî afirîner ê şer bû. Bi vê sekn û pratîkê wezîfeya xwe ya endamê Fermandariya Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku heq kiriye, bi layiqî cih anî.

Hevrêyê me Gabar ji bo ku berxwedana li Eniya Şehîd Mûnzûr ku 3 salan bi vîna fedaî ya Apoyî dihat berdewam kirin, dirêjtir bike ket nava tevgerê, bi dijmin re peywendiyek çêkir. Di vê têkiliyê de dijmin kiriye hedef û bi ruhekî bilind ê êrîşê derbe li dijmin daye. Di encama vê çalakiya wî de serdarek pispor, çawîşek pispor hat ceza kirin û 3 çawîşên pispor jî birîndar bûn. Hevrêyê me ji bo parastina xaka Kurdistanê, hemû cebilxaneyên li ser xwe û hêza di bedena xwe de li dijî dijmin bi kar anî û heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me ruhê fedaî yê Apoyî heta hucreyên xwe jiya û xwe fedayê têkoşîna azadiya gelê me kir. Em ê ala ku hevrêyê me Gabar dewrî me kiriye li ba bikin û bi hişmendiya ku em di şexsê wî de layiqê hemû şehîdên xwe derkevin tevbigerin.

14’ê Avrêla 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me