Hevrê Xebat li navçeya Dihê ya Sêrtê ku cihê yekemîn a çalakiya çekdarî ya bi pêşengiya fermandarê nemir Egîd – Mahsum Korkmaz bû, ji dayik bû.
Hevrê Xebat di hawîrdoreke ku girêdayî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê de mezin bû û ji ber vê di temenê xwe yê biçûk de derfeta naskirina Tevgera me bi dest xist. Hevrêyê me Xebat ku bi nirxên xurt ên ji malbatê wergirtî re mezin bû, di temenek biçûk de jiyana ku sîstem ji bo gelê me rewa dibîne ferq kir. Hevrêyê me, di salên dibistana seretayî de fêm kir ku dibistanên pergalê hêlînên asîmîlasyonê ne û berhema zihniyeta yekparêz in. Ji ber nedikarî bi rehetî bi zimanê dayika xwe biaxive, ev yek bû sedema ku nakokî bijî. Hevrêyê me ku heta dibistana navîn li gund perwerdeya xwe didomand, piştre derbasî navenda Sêrtê bû û dibistana xwe li vir dewam kir. Hevrêyê me her ku mezin dibû lêgerîn û nakokiyên wî zêde bû û hesasiyeta wî ya li hemberî şerê li Kurdistanê xurtir bû. Hevrêyê me ku hem li dibistanê dixwend û hem jî tevkarî li debara malbata xwe dikir, bi kesayetiya xwe ya kedkar, ji aliyê derdor ve hat hezkirin. Hevrêyê me jiyana ji manewiyetê dûr a ku sîstema kapîtalîst li ser civakê ferz dikir dît û girêdana wî bi demê re ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê zêdetir bû. Li ser vê bingehê hêrsa wî li hemberî polîtîkayên tinekirin û înkarê yên li ser gelê me tên meşandin mezin bû û ti carî wê jiyanê qebûn nekir. Dizanî jiyaneke azad mafê her ferdekî ye û li ser vê bingehê lêhûrbûnên kûr jiya. Hevrêyê me ket ferqa vê yekê ku jiyana bi wate li qadên ku ramanên Rêbertiya me lê bi jiyanî dibin, pêkan e. Di pêvajoya ku êrîşên DAÎŞ’ê zêde bûn û gelê me bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû mabûn de, di aliyê wijdanî de lêhûrbûnên kûr jiyan. Hevrêyê me Xebat bi hişmendiya ku divê jiyan bi rûmet be, di dema li Zanîngeha Dihê li Beşa Komputerê dixwend biryar da ku ji zanîngehê derkeve û tevlî partiya me PKK'ê bibe. Bi biryardariya ku jiyaneke azad û bi rûmet ancex dikare li nava refên gerîla be tevbigeriya û di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û cihê xwe di nava refên gerîla de girt.
Hevrêyê me Xebat ku li Bakûrê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me ji bo jiyana azad ku xeyala wê dikir gava ewil avêt û di nava demeke kurt de adapteyî jiyana gerîla û şert û mercên giran ên çiyê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û bi coş a di perwerdeya şervanên nû de guhertinên xurt çêkir. Hevrêyê me ku jiyana Apoyî ji xwe re esas girt û xwe ji bo her erkê amade kir, perwerdeya xwe bi awayekî serketî qedand. Hevrêyê me ku ji bo tiştên ku di pêvajoya perwerdeyê de hîn bûye bi jiyanî bike û tecrûbeya jiyana gerîla bi dest bixe derbasî qadên pratîkê bû. Tevî ku şervanek nû bû jî di demeke kurt de bi kesayetiya xwe ya gihîştî û qabiliyeta xwe ya leşkerî, karî di dilê her hevrêyek xwe de cih bigire. Hevrêyê me ku her kêliya jiyana gerîla weke perwerde digirt dest û li ser parêznameyên Rêbertiya me lêhûr dibû, li her qada ku lê bû karî bibe milîtanekî Apoyî ku jiyanê bi rê ve bibe. Hevrêyê me ku ji jiyana gerîla û jiyana komunal gelek bi bandor bû, bi hesasiyetek mezin nêzî erkên xwe dibû. Hevrêyê me ji bo erkên xwe yên şoreşgerî li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bi armanca tinekirina Tevgera me daye destpêkirin, bi cih bîne lêhûrbûnên kûr jiyan.
Hevrêyê me ku tevlîbûneke fedaiyane ji xwe re esas girt û xwest darbe li dijmin bixe, pêşniyar kir ku derbasî nava Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me ku biryardarî û îdîaya xwe ya têkoşînê roj bi roj mezintir kir, tevlî perwerdeya Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me bi perwerdehiyên îdeolojîk û leşkerî yên ku dîtî re lêhûrbûnên kûr jiya û hevalên me yên di xeta fedaîtiyê de nemir bûne ji xwe re esas girt. Hevrêyê me ku bi perwerdeyên dîtî re di gelek branşan de pêş ket û asteke îdeolojî bi dest xist, di asteke ku berpirsyarî hilde de cihê xwe di nava xebatan de girt. Hevrêyê me di nava xebatên ku hişyarî, baldarî û hesasiyetên mezin divê de cih girt û her erka ku girtiye ser milên xwe bi awayekî herî baş bi cih anî. Ewlehiya hevrêyên rêveberiya Tevgera me pêk anî, xebatên wan ji nêz ve şopand û xwe weke parçeyek wê dît û tecrûbe bi dest xist. Hevrêyê me Xebat ku di her kêliya jiyanê de mîna derwêşek jiya û ji bo gelê me bibe xwedî siberojeke bi rûmet têkoşiya, bi fedakariya xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt.
Xwest li dijî êrîşên dagirkeriyê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Zapê daye destpêkirin, erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne. Li ser vê bingehê hevrêyê me yê derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû, cihê xwe di nava tunelên şer de girt. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker, di êrîşan de bi gazên kîmyewî yên qedexekirî û teqemeniyên taktîkî yên nukleerî sûcên şer dikir jî, hevrêyê me weke milîtanek fedaî ji bo têkbirina dijmin roleke mezin lîst. Hevrêyê me Xebat, li dijî êrîşên dijmin berxwedaneke fedaiyane raber kir, di nava karên binesaziyê, tunelên şer û tîmên pispor ên li qadê cih girt û kedeke mezin da. Di pêvajoya ku êrîşên dijmin giran bû de, şerekî fedaiyane esas girt û fedaîbûn di kesayeta xwe de da rûnişkandin. Hevrêyê me ku di gelek çalakiyên serketî de cih girt û di taktîkên demê de xurt bû, mîrateyeke têkoşînê ya neyê jibîrkirin ji gel, ciwan û hevrêyên xwe yên li Kurdistanê re hişt.
Hevrêyê me tevî şert û mercên herî zehmet ên li qada ku lê bû jî, ti carî ji rêgezên jiyana Apoyî tawîz neda û heta nefesa xwe ya dawî girêdayî wê jiya. Hevrêyê me bi şêwaza xwe ya fedaîbûnê, erkên herî zehmet bi cih anî û bû mînak. Hevrêyê me Xebat di 12’ê Çileya 2025’an de gihîşt şehadetê û tevlî karwanê nemiran bû. Em soz didin ku em ê layiqî bîranîna hevrêyê xwe Xebat bin û fedekarî, wêrekiya wî ya di nava şer de, hevrêtiya wî ya germ û azweriya wî ya di îdeolojiyê de, di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
14’ê Avrêla 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





