Hevrêyê me Şervan li Helebê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên neteweyî ji dayik bû.

Ji ber welatparêziya malbatê û tevlîbûna derdora xwe ya nêz li nava refên gerîla, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir. Hevrêyê me bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû û ji xwe re kir armanc ku gerîla bibe. Lewma her roj hîn bêhtir bû heyranê tevgera me. Hevrêyê me pênc salan çû dibistanên sîstemê û di nava vê demê de li zextên mejiyê tekperest ê rejîmê rast hat, bi terikandina dibistanê nerazîbûna xwe li hemberî sîstemê nîşan da. Li gel temenê xwe yê ciwan bi sekna xwe ya ku serî li ber zextên rejîmê neditewand û helwesta xwe ya parastina cewhera xwe, li nava derdorê hate hezkirin. Ji bo karibe tevkariyê li aboriya malbata xwe bike di gelek karî de xebitî. Di kar de zehmetî kişandibe jî xwe bi keda xwe bi her kesî da qebûlkirin. Hevrêyê me ku rastiya kedê zû nas kir û pîrozmendiya kedê fêhm kir, bû xwedî kesayetekî têgihiştî. Her ku temenê wî zêde bû, weke her zarokên Kurd nakokiyên wî jî zêde bûn û xwest, têkoşîna destanî ya tevgera me hîn baştir nas bike. Di demekê de ku felsefeya Apoyî li Rojava belav bû û şoreşa Rojava bi pêş ket, li milîtanên Apoyî rast hat û ji wan gelekî bi bandor bû. Bi bandora ji jiyana sade û dilnizm a Apoyiyan a di nava jiyanê de, xwest tevlî vê jiyana derwîşane bibe. Ji pêngavên bi ruhê seferberiyê yên tevgera me ji bo parastina destketiyên gelê me yên li Rojava hate kirin û ji projeya neteweya demokratîk a Rêberê me hêzeke mezin wergirt. Ji lehengiyên berxwedana Kobanê û xeta fedaîtiyê bi bandor bû. Weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet xwest beşdarî vê berxwedana destanî bibe û wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Di demekê de ku êrîşên giran li ser gelê me û tevgera me hatin kirin, biryara tevlîbûnê da.

Hevrêyê me şervan ku sala 2014'an di dema Berxwedana Kobanê de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, perwerdeya xwe ya destpêkê ji ber şert û mercên şer di nava demeke kurt de temam kir û piştre berê xwe da qadên ji şerê giran. Bi saya israra xwe ya li ser taktîkên leşkerî yên demê û biryardariya lêdana li dijmin, di demeke kurt de bi pêş ket. Li gel ku şervanekî nû bû, zû hînî şert û mercên zehmet ên şer bû û barê hevrêyên xwe sivik kir. Bi fedakariya xwe ya di nava jiyanê de û bi tevlîbûna xwe ya bêteredût a li nava şer bû milîtanekî mînak. Tevlî gelek çalakiyên serketî yê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû û di pêngavan de wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anî. Weke milîtanekî Apoyî bicihanîna her wezîfeyê li gorî pîvanên partiyê ji xwe re kir armanc û di her karî de serketî bû. Bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk kete nava kûrbûnên mezin û xwest li warê pîroz ê gerîla li çiyê cih bigire. Li hemberî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo tasfiyekirina gerîla, ji bo karibe tevlî eniya berxwedanê bibe vê carê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Şervan di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû, bi israr xwest cihê xwe li qadên ji şerê giran bigire. Li gorî pêwîstiyên ruhê demê tevgeriya û xwe li gortî şert û mercên herî giran amade kir. Bi taybetî di çêkirina tunelên şer de bû xwedî kedeke mezin, di her karî de bi eşqeke mezin ked da û ji bo taktîkên demê bi cih bîne, gelekî hewl da. Hevrêyê me Şervan xwest tevlî nava Hêzên Taybet bibe û di nirxandineke xwe de gotibû, 'Ji bo karibim tevlî nava Hêzên Taybet bibim, piştî çalakiya şehîdên me yên fedaî Rûken û Sara ketim nava kûrbûneke mezin. Armanca min ew e ku weke Apoyiyekî fedaî li tunelan şer bikim, tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînim û azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bikim'. Bi vî rengî biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê anî ziman.

Li ser vê bingehê hevrêyê me Şervan derbasî Herêma Şehîd Delîl a li Rojavayê Zapê bû, heta kêliya dawî bêteredût û bi rengekî fedaî tevlî bû, beşdarî nava çalakiyên serketî yên li dijî cih bû. Hevrêyê me Şervan bi kesayetiya xwe ya durust, sade û têgihiştî di nava hevrêyên xwe de bû milîtanekî hezkirî û mînak. Hevrêyê me Şervan bû yek ji wan gerîlayên azadiyê ku dewleta Tirk a ku pîvanên şer binpê dike, têk birin. Bi vî rengî navê xwe li dîroka azadiyê ya Kurdistanê nivîsand. Bi fedakariyeke mezin û lehengiyê ji tunelên şer heta bi tîmên li qadê tevlî her karî bû û şopeke xurt li pey xwe hişt. Di 4'ê Sibata 2025'an de li gel fermandarê fedaî hevrê Gabar tevlî çalakiya êrîşê ya li dijî serdar û çawişên pispor ên dewleta Tirk a dagirker bû, 12 saetan sîng bi sîng şer kir û şehîd bû. Bîranîna hevrêyê me Şervan wê ji têkoşîna me re bibe ronahî û em bi hurmet û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdên xwe yên Kurdistanê diqewînin.

 

14’ê Avrêla 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me