Gelê me yê Amedê ku ji jiyan û helwesta Rêber Apo û şehîdên me bandor bû, bi taybet bi berxwedana ku di pêvajoya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de pêşket re azadiyê hilbijart û bi welatparêziya xwe navê xwe li têkoşîna me nivîsand.
Bi hezaran zarokên xwe tevlî refên gerîla kir û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Amed ku di salên 90’î de bi li hemberî kuştinên kujer diyar û şewitandina gundan bi helwesta xwe ya berxwedanê pêşengî ji bo gelê Kurd kir, her tim bû tirsa dijmin. Hevrêyê me yê ku çavê xwe li hawirdorekî bi vî rengî berxwedêr û welatparêz vekir, bi hişmendiya zêde ya welatparêziyê û exlaqa Kurd mezin bû. Bi perwerdeya ku ji malbata xwe girt û bi kesayeta xwe ya ku di hawirdora welatparêz de qezenc kir, bû kesekî mînak. Hevrêyê me yê ku ji aliyê malbat û derdora xwe ve dihat hezkirin û kesayetekî gihîştî bû, her tim meraqa xizmên xwe yên nêz ên di refên gerîlayan de têdikoşin kir. Hevrêyê me yê ku di dibîstanên pergalê de heta amadeyî xwend, di tememê xwe yê ciwantiyê de berxwedana li Kurdistanê ji nêz ve nas kir û lêpirsîn kir. Hevrêyê me yê ku li amadeyî beşa kompûterê xwend, her roj baştir polîtîkayên asîmîlasyonê yên pergalê fêm kir. Ji ber ku bavê wî wefat kir, di temenekî biçûk de berpirsyarî girt. Ji bo ku tevkarî li dabara malbata xwe bike, dev ji dibîstana pergalê berda. Ji ber kesayeta xwe ya kedkar û fedakar, ji aliyê mirovan ve dihate guhdarkirin. Sempatiya wî li hemberî gerîlayan çêbû ku bi felsefe û îradeya Apoyî di şert û mercên herî zehmet de têdikoşin. Jiyana ku modernîteya kapîtalîst mirovan heps dike û cewhera mirov bi madiyatê ve girê dide, qebûl nekir. Hevrêyê me yê ku jiyanê û şerê li Kurdistanê diqewime lêpirsîn kir, bi zanebûna erkên xwe yên welatparêziyê tevgeriya. Ji bo ku cihê xwe di refên gerîlayan de bigre lêgerînên xwe zêde kir. Hevrêyê me yê ku rastî gerîlayan hat û pir bi heyecan bû, ji ber temenê xwe neçar ma vê xeyala xwe paşve bide. Piştre di pêvajoya Berxwedana Kobanê de ku li Rojava pêş ket û têkneçûyîna îradeya Apoyî ji tevahî cîhanê îspat kir, ji bo ku tevlî refên gerîla bibe tu astengî nas nekir. Di pêvajoya şer de bi zanebûna erkên dîrokî berê xwe da çiyayên azad.
Hevrêyê me yê ku di sala 2014’an de tevlî refên partiya me PKK’ê bû, beşdarî perwerdeyên şervanên nû bû. Pir ji têkiliiyên hevrêtiyê yên gerîla û heybeta çiyayên Kurdistanê bandor bû. Her ku jidilbûna têkîliyên hevrêtiyê ku yek ji rêgezên partiya me ye, bandor bû bi biryara xwe kêfxweş bû. Hevrêyê me ku ji pêvajoyekî tijî ya perwerdehiyê derbas bû, hem di perwerdeyên leşkerî û hem jî îdeolojîk de analîzên kûr di kesayeta xwe de kir. Her ku xwe nas kir, zêdetir girîngî da perwerdeyan. Bi tevlîbûna xwe ya moral ya ji bo perwerdeyê û daxwaza ya fêrbûnê, pêşengî kir. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir û derbasî qadên pratîkî bû, di demekî kin de li qada ku lê bû gihişt asta ku berpirsyarî bigre. Ji bo ku di hemû hirgûliyên derbarê jiyana gerîla de serwer bibe û erkên xwe li gorî pêwîstiyê bi cih bîne hewldanekî mezin da. Hevrêyê me yê ku di her mijarê de alîkarî da hevrêyên xwe û di lêgerîna xistina darbeyên mezin li dijî dijmin de bû, hevrêyên me yên fedaî ji bo xwe mînak girt. Hevrêyê me yê ku asta beşdarbûnekî fedaî raber kir û di zanebûna bendewariyên pêvajoyê de bû, pêşniyar kir ku di binesaziya Hêzên Taybet de beşdarî xebatan bibe. Hevrêyê me yê ku dizanîbû di pêvajoyekî ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî topyekûn dest bi êrîşan kir de divê bi tarzê fedaî beşdar bûn were kirin, ji pêvajoyekî dijwar a perwerdehiyê derbas bû. Tecrubeyên mezin ji hevrêyên xwe yên fedaî ku di pêvajoya perwerdeyê de nas kir û bi çalakiyên xwe yên fedaî bûne xewna tirsnak a dewleta Tirk, girt. Hevrêyê me bi zanebûna ku fedayîbûn cewherê PKK’ê ye, her kêliya jiyanê helwesta xwe ya îdeolojîk raber kir. Piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, di gelek xebatên binesaziya Hêzên Taybet de ked da. Bi hesasiyeta xwe ya di her xebatên xwe de bû xwedî pratîkekî serkeftî. Ji bo ku li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne û tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne, pêşniyar kir ku biçe qada Zapê ku şer lê giran e.
Hevrêyê me Heqî ku ji tunelên şer heta tîmên araziyan her erka xwe li gorî pêwîstiyê bi cih anî, bi pêşengiya xwe ya di şer û jiyanê de bû yek ji milîtanên fedaî ku navê xwe li têkoşîna me nivîsand. Bi tarzê jiyana xwe ya sade û dilnizim, di şert û mercên herî zehmet de bû yek ji milîtanên têkneçûyî ya xeta Apoyî. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ku hevrêyê xwe Heqî yê ji me re hiştiye bigihînin serkeftinê ku Çileya 2025’an di êrîşa dijmin de şehîd bû.
18’ê Avrêla 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





