Hevrêyê me Zinar li Babê li nava malbatekî welatparêz û dilsozê nirxên xwe yên cewherî ji dayik bû. Bi saya exlaq û perwerdeya ji malbata xwe wergirt, derfet dît ku di temenekî biçûk de Partiya me nas bike.
Rêbertiya me yê ku bi salan li Sûriye û Rojava ma, bi kedeke mezin hişmediya demokratîk di nava gelê me de ava kir û polîtîk kir. Hevrêyê me di nava hawirdoreke wiha ya di lêgerîna dijî pergalê de mezin bû û xwîna wî li tevgera me germ bû. Hevrêyê me yê ku demekî çû dibîstanên pergalê, ji bo ku tevkarî li aboriya malbata xwe bike dev ji dibîstanê berda û gelek karan kir. Hevrêyê me yê ku tevî temenê xwe yê ciwan tu astengiyan nas nekir û di zanebûna pîroziya kedê de bû, bi kesayeta xwe ya kedkar hat naskirin. Ji aliyê malbat û derdora xwe ve hat hezkirin. Hevrêyê me pir ji Şoreşa Rojava bandor bû ku bi kedên mezin ên Rêbertiya me û şehîdên me pêş ket. Bi taybet ji helwesta jiyan û şer ya şervanên azadiyê hêzekî mezin girt ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi ruhekî fedaî û bêyî dudilî şer kirin. Hevrêyê me yê ku ji pêvajoya şer bandor bû û xwest tevlî refên Tevgera me bibe, lêgerînên xwe kûrtir kir. Ji ber ku li Rojava projeya konfederalîzma demokratîk a Rêbertiya me jiyanî bû û ji bo hemû gelên bindest bû çavkaniya hêviyê, ev ji bo hevrêyê me bû derfeta tevlîbûna li nava Partiya me. Bi zanebûna ku tenê dikare bersiva hemû lêgerîn û nakokiyên xwe di refên têkoşînê de bibîne, biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me di demekî ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde bûn û di her qadê de êrîşî destkeftiyên gelê me dikir de cihê xwe di refên têkoşînê de girt.
Hevrêyê me yê ku di sala 2020’an de li ser Rojava tevlî refên têkoşînê bû, bi zanebûna mîsyona xwe erkekî çalak rêve bir. Hevrêyê me yê ku li qada Rojava gelek ked da, ji bo ku erkên xwe yên şoreşgerî li dijî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker xwest ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, bi cih bîne pêşniyar kir. Hevrêyê me yê ku li dijî planên tasfiyekirina Tevgera me û pasîfkirina gerîla bihestyar bû, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me di demeke kin de fêrî jiyana gerîla û şert û mercên zehmet ên çiya bû û bi tevlîbûna xwe ya bi coş bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêyê me yê ku ji bo di berxwedana destanî ya ku bi saya fedakariya mezin a gerîlayan pêş ket de cih bigre israr kir, li qada Zapê ku lê derbên mezin li dewleta Tirk a dagirker tê xistin, tevlî xebatên Partiyê bû. Dema di gelek xebatan de ked da, hewl da her xebata xwe li gorî pêwîstiyê bi cih bîne. Bi helwesta xwe ya li jiyanê û bi domandina perwerdeyên xwe bû yek ji hevrêyên me yên fedaî ku di şert û mercên herî zehmet de jî li ser xeta Apoyî meşiya. Hevrêyê me ji bo ku xeyalên hevrêyên xwe yên fedaî ku derbên giran li dagirkeran dan û şehîd bûn, pêk bîne li ser taktîkên demê lêhûrbûn bû. Hevrêyê me bi awayekî çalak di tîmên araziyê yên bi tevger de cih girt û bi tevlîbûna xwe ya bê dudilî hemû erkên xwe pêk anî. Wekî milîtanekî Apoyî her erka ku partiya me da, bêyî ku tawîzê bide li gorî pêwîstiyên pêvajoyê temam kir. Tu zehmetiyên demê qebûl nekir û têkneçûyîna îradeya Apoyî di şexsê xwe de şenber kir û bû xwedî têkoşînekî bênavber.
Hevrêyê me Zinar bi kesayeta xwe ya gihîşti, têkiliyên hevrêtiya bênavber û bi helwesta xwe ya zelal a di rêgezên Apoyî de, wê her tim were bibîranîn. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyê xwe ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanên şehîdan bû, bi serkeftinê tacîdar bikin. Em bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li hemberî bîranîna hemû şehîdên xwe ditewînin.
18’ê Avrêla 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





