Hevrêyê me Rêber li Amedê di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bû. Bi saya perwerde û exlaqa ku ji malbata xwe girt, li gorî cewhera xwe mezin bû.
Di zarokatiya xwe de derfet dît ku Tevgera me nas bike. Hevrêyê me yê ku di nava hawirdorekî welatparêz de mezin bû, di temenkî biçûk de sempatiya wî li hemberî Partiya me PKK’ê çêbû. Hevrêyê me ku 8 sal çû dibîstanên pergalê ku cihên asîmîlekirinê ne, di nava wê pêvajoyê de nakokiyan jiya. Bi taybet ji ber ku nekarî bi rehetî bi zimanê dayika xwe biaxive, fêm kir ku biyaniyê vê pergalê ye. Bertekên wî li hemberî dagirkerên ku ziman û çanda wî tune hesibandin, çêbû. Hevrêyê me yê ku şahidî ji hovîtiya dewletê ya li Kurdistanê kir, wekî her ciwanekî Kurd ê bi rûmet ji bo bersiva lêgerînên xwe bibîne xwest Tevgera me baştir nas bike. Pir ji pêvajoya Berxwedana Kobanê ya Tevgera me bandor bû ku ji gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê re bû çavkaniya hêviyê. Heyranê berxwedana şervanên azadiyê bû ku bi berdêlên mezin şer dikin. Hevrêyê me yê ku beşdarî bûyerên civakî yên di pêvajoya Berxwedana Kobanê de qewimî bû, ji bo demekî kin hate binçavkirin. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de şahidî ji bêtehamuliya dijmin ên li hemberî mafên herî rewa ên gelê me jî kir, têkoşîna heyî ji bo xwe bes nedît. Ji bo ku tevlî refên gerîla bibe ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, lêgerînên xwe zêdetir kir. Ji bo ku tevkarî li dabara malbata xwe bike di gelek xebatan de cih girt. Hevrêyê me yê ku di zanebûna pêkanînên dewletê ku dixwaze gelê Kurd neçarî xwe bike de bû, bi hişemdiya ku li vê pergala mêtîngeriyê nayê jiyankirin tevgeriya.
Hevrêyê me Rêber ku di sala 2021’an de li Amedê tevlî refên gerîla bû, hêzekî mezin ji suhbeta germ û jidil ên gerîlayan girt. Her ku ruhê hevpar a di têkiliyên hevrêtiyê ya gerîlayan de dît, îdiaya xwe mezin kir. Hevrêyê me yê ku xwest perwerdeya şervanên nû li qada Bakur bibîne, ji bo perwerdeya şervanên nû ku perwerdeya bingehîn a Partiya me ye, derbasî qadekî cuda bû. Hevrêyê me pêvajoya perwerdeyê baş nirxand û armanc kir ku bibe gerîlayekî pispor. Di her wateyê de pêşxistina xwe esas girt. Bi taybetî bi dersên îdeolojîk re hewl da Rêbertiya me baştir fêm bike û xwest di pêvajoya şer a heyî de rolekî çalak bigre. Bi saya daxwaza xwe ya şarezabûnê ya di dersên leşkerî de, di demeke kin de pêşketîn çêkir. Tevî ku şervanê nû bû jî bi pêşketina xwe bala hevrêyên xwe kişand. Bi tevlîbûn, jidilî û hevrêtiya xwe ya samîmî bû milîtanekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdeya xwe temam kir derbasî qadên pratîkî bû, di demeke kin de tecrube qezenc kir. Ji bo ku di çalakiyên li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe, armanc kir ku xwe di branşên leşkerî de pêş bixe. Hevrêyê me li gorî bendewariyên pêvajoyê tevgeriya û li ser pêşniyara xwe derbasî qada Zapê bû ku şer lê dijwar e û dewleta Tirk a dagirker lê şkestiye.
Hevrêyê me yê ku israr kir derfeta dîrokî ku bidestxist, baş binirxîne û taktîkên demê pêk bîne, di gelek xebatan de cih girt. Di demeke kin de li qada şer tecrube girt û bû xwedî pratîkekî serkeftî. Bi performansa xwe ya di tîmên bi tevger de, cihê xwe di gelek çalakiyên li dijî dagirkeran de girt. Hevrêyê me yê ku felsefeya jiyanê ya partiya me ya yek parî û yek xirqe di xwe de şenber kir û ji bo jiyanîkirina rêgezên Apoyî heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya, mîrateyekî mezin ji peyrewên xwe re hişt.
Hevrêyê me Rêber di êrîşa hewayî ya di Çileya 2025’an de tevlî karwanên nemiran bû. Hevrêyê me Rêber di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 4 salan de bû xwedî tevlîbûnekî fedaiyane û her erka xwe li gorî pêwîstiyê pêk anî. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ku hevrêyê me Rêber dewrî me kirî ku navê xwe li dîroka têkoşînê re nivîsand, bi serketinê li ba bikin.
18’ê Avrêla 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





