Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku hişmendiya Kurdewarî her tim lê nû û zindî ye, li dijî dagirkerî, mêtingerî û êrîşên qirkirinê yên bi dehan salan, bi berxwedaneke mezin çand, kevneşopî û taybetmendiyên neteweyî parastine.

Gelê me yê ku serîtewandina li ber dijmin weke guneh û sûcê herî mezin dibîne, rêxistina xwe afirand û kevneşopiya berxwedanê heta roja îro domand. Bi taybetî piştî ku gelê me yê Rojhilat rastiya partiya me PKKê û Rêber Apo nas kir, bawerî û hêviyên xwe yên ji bo azadî û serxwebûnê zêde kirine, zarokên xwe yên herî hêja bêyî têkevin dudiliyê şandine nava refên gerîla û ji her demê bêtir nêzîkî pêkanîna xeyala dehan salan a Kurdistana azad bûne. Gelê me yê Rojhilat tevî ku zarokên xwe yên herî hêja bedel bidin jî, di hesreta welatekî azad de ti carî tawîz neda, wekî mînaka herî berbiçav a welatparêziya Kurdistanê di dîroka azadiyê de cihê xwe girt.

Hevrêya me Mîtra ya ku zarokeke hêja ya ev gelê qehreman e, li bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata hevrêya me Mîtra pir girêdayî nirxên Kurdewarî bû, li gorî vê cehwerê mezin bû û vê taybetmendiyê bi serbilindiyek mezin parast. Tevî hemû êrîşên asîmîlasyon û qirkirinê jî, li gorî cewhera xwe jiya. Ji ber vê yekê, bi taybetî di serdema ciwaniya xwe de her tim nava lêgerîn û lêpirsînê debû. Hevrêya me ti carî şêwaza jiyanê ya ku ji aliyê dagirkeran ve hem wek jinek û hem jî wek Kurdek li ser wê hatibû ferzkirin qebûl nekir û her roj hişmendî û lêgerîna xwe ya azadiyê di dilê xwe de mezin dikir. Hevrê Mîtra di nava êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me de mezin bû. Tevî ku gelek rêxistin û partiyên ku îdia dikirin ku armanca wan azadiya gelê me ye, nas dikir jî qet bi wan re têkilî nedanî. Her tim kevneşopî û îdeolojiyên van rêxistin û partiyan kêm didît. Her çendî rastiya Partiya me PKK’ê û Rêber Apo nas nedikir jî, ew ji serhildana bi heybet a gelê me, bi taybetî li Rojhilat, Kurdistan û cîhanê ya di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya di sala 1999'an de li dijî Rêberê me pêş ket û li dora Rêberê me bû xelekek ji agir, pir bandor bû. Piştî vê pêvajoyê, eleqeya hevrêya me ya ji bo Partiya me û Rêber Apo roj bi roj zêde bû û ji bo têkoşîna me ji nêz ve nas bike kete nava lêgerînê. Hevrê Mîtra analîz û parêznameyên Rêbertî yên ku peyda kir xwend û bi taybetî jî ji felsefeya rizgariya jinê ya Rêber Apo bandor bû. Hevrêya me wek jineke ku di bin zexta giran a rejîm û rastiya civakî de dijî, ramanên Rêbertî wekî waheyek di çolê de nirxand û bi heyecan û xwestekek mezin hewl da ku van ramanan fam bike. Her ku hevrêya me Mîtra di felsefeya Rêbertiyê de kûr bû, jiyana heyî hîn bêtir di lêpirsînê de derbas kir û bi vê re her roj bêhtir jiyana bêwate ya sîstemê fêm kir. Hevrêya me digot ku jiyan tenê dema ku watedar be hêjayî jiyînê ye û di demek kurt de fêm kir ku ev yek di PKK’ê de teşe girtiye. Hevrêya me Mîtra li zanîngehê beşa îktîsadê xwend. Tevî ku gelek kes ji bo xwe bigihînin vê jiyana rehet pir hewl û ked dan jî, wê biryar da ku li pey evîna azadiyê ya ku di dilê xwe de hîs dikir de biçe. Hevrêya me Mîtra di wê baweriyê de bû ku ev yek tenê bi tevlîbûna refên gerîla pêkan e, di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêya me Mîtra ya ku jiyana gerîla weke cihê herî watedar ji bo vegera li xwe, ji bo xwebûn û azadiyê bi nav dikir, di demek kurt de hînî vê jiyanê bû. Hevrêya me Mîtra perwerdehiya xwe ya leşkerî û îdeolojîk bi serketî qedand û berê xwe da xebata pratîkî. Hevrêya me heyecana xwe wekî gavên pêşîn ên zarokekî nirxand, di tevahiya jiyan gerîlatiya xwe de vê heyecana parast. Hevrêya me anî ziman ku her kêliya gerîlatiyê nûjenî, xweafirandin, pêşxistin û gihîştina heqîqetê ye û di heman demê de gerîlatî şêwazek jiyanê ye. Ji bo vê ti carî ji coş û beşdariya xwe ya azwerî tawîz neda. Hevrê Mîtra yekem pratîka xwe ya gerîlatiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Hevrêya me dixwest ku tecrûbeyên li wir bi dest xistiye, li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên ku li dijî gelê me êrîşên qirkirinê pêk dianîn, bi kar bîne. Hevrêya me li ser vê bingehê beşdarî berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyan bû û heta sala 2018’an bi fedakarî û wêrekiyeke mezin şer kir. Hevrêya me bi beşdarbûna di gelek pêngavên li dijî çeteyan de erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Tevî ku carekê birîndar bû jî, ji ezîm û biryardariya xwe ya şerkirinê tiştek winda nekir. Berevajî vê, hewl da ku têkoşîna xwe hîn bêtir pêş bixe. Hevrêya me Mîtra piştî ku şerê xwe yê li dijî çeteyan bi serketî bi dawî kir, careke din berê xwe da çiyayên ku bêriya wan kiribû û xwest tecrûbeyên ku bi destxistiye bi hevrêyên xwe re parve bike û erka xwe ya hevrêtiyê bi cih bîne. Di heman demê de, pratîka xwe di ber çavan de derbas kir û hewl da ku kêmasiyên xwe yên leşkerî û îdeolojîk derbas bike. Hevrêya me ya ku beşdarî perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk bû, piştî ku bi serketî ev perwerde qedand, berê xwe da xebata pratîkî. Hevrêya me heta sala 2021'an li herêmên cuda yên Herêmên Parastina Medyayê tevlî xebatan bû, di vê pêvajoyê de beşdariyeke mînakî nîşan da.

Hevrê Mîtra ku dixwest li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger a ku di sala 2021'an de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, li kêleka hevalên xwe yên li qadên berxwedanê li ber xwe bide, bi biryardariyeke mezin li ser vê daxwaza xwe israr kir. Hevrêya me bi helwesta xwe ya milîtanî û asta biryardariya xwe ya gihîştî bawerî da hevrêyên xwe û derbasî qadên ku şer lê dijwar bû, bû. Hevrê Mîtra yek ji milîtanên Apoyî ku dijmin bi her cûre rêbazan, bi taybetî çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî nikarîbû îradeya wan bişkîne, bû. Hevrê Mîtra bi vê taybetmendiyê di nav hevalên me yên fedaî ku azad bûn û mirin têk birin de cihê xwe girt. Hevrêya me Mîtra di 11’ê Nîsana 2025’an de di êrîşa çekên kîmyewî ya dijmin a li dijî tunelên şer ên li Herêma Berxwedana Girê Cûdî de heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û ber bi şehadetê ve meşiya. Hevrêya me Mîtra wê her tim bi kesayetiya xwe ya durist, samîmî û fedakar were bîranîn û pêşengiya xwe ya têkoşîna me bidomîne.

 

30’ê Avrêla 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me