Hevrêyê me Welat li Amedê ku bajarê pêşeng ê Kurdistanê ye û welatparêziya wê bûye sembol, hate dinê. Hevrêyê me bi çanda berxwedanê û exlaqê Kurdî mezin bû û di temenekî zû de şans dît ku têkoşîna me nas bike.

Hevrêyê me demek kurt çû dibistanên sîstemê û rû bi rûyê zihniyeta yekperest a netew dewletê ma. Nirxên xwe yên cewherî her tim parast. Hevrêyê me heya dibistana seretayî çû dibistanên sîstemê. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, dibistan terikand. Hevrêyê me di temenekî zû de ked nas kir û bi keda xwe şert û mercên zehmet ên jiyanê jiyan kir. Ji bo alîkariyê bide malbata xwe, di nava gelek xebatan de cih girt. Bi kesayeta xwe ya gihiştî û kedkar, hurmeta her kesê li derdora xwe qezenc kir. Hevrêyê me hingî ku mezin bû, bandora şerê li Kurdistanê hîn zêdetir hîs kir û ket nava lêpirsînên kûr. Gerîla berdêlên mezin dan, gelê me parast û rê neda dagirkeran. Ew jî mîna her ciwanek Kurd jiyana heyî qebûl nekir. Hevrêyê me fêm kir ku sîstem kes bêîrade dihêle û ji lêgerînên wî re nabe bersiv. Her roja borî heyrantiya wî ya li hemberî Tevgera me mezin bû. Li dijî dewleta Tirk dagirker a ku di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi komkujiyan bersiva daxwazên herî xwezayî yên gelê me da, hêrsa xwe zêde kir. Ji berxwedana destanî ya ku bi pêşengiya Fermandarê Mezin Çiyager Hêvî – Cîhat Turkan li Sûrê hatî raberkirin, bandor bû. Tevî hemû bêîmkaniyên milîtanên Apoyî, 105 rojan rê neda dagirkeran. Li hemberî vê yekê muhasebeya wijdanî pêk anî. Berxwedana Rêveberiya Xweser û Berxwedana Kobanê bû sedem ku hevrêyê me êdî biryarekê bide û di pêvajoya dîrokî ya diqewime de mîsyon bigire. Di pêvajoyeke welê de ku artêşa Tirk bi konsepta tasfiyekirina Tevgera me, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonên xwe zêde kirin, biryara tevlîbûnê da.

Hevrêyê me sala 2015’an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Piştî ku di nava demek kurt de motîveyî jiyana gerîla bû, beşdarî perwerdeyên şervanên nû bû. Bi perwerdeyên dîtî re, di kesayeta xwe de guhertinên bi kok pêk anî. Bi xwesteka fêrbûnê û tevlîbûna xwe ya bi kelecan, hevrêyê me bi lez pêş ket û ji bo qadên pratîk xwe amade kir. Hevrêyê me bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand û ji bo hin xebatên stratejîk car din berê xwe da qada Bakur. Wezîfeyên ku girtine ser xwe ji ber ku hesasiyetê dixwaze, hevrêyê me di warê rêxistinî de di nava demek kurt de tecrubeyên xurt qezenc kir. Tevî hemû lîstokên şerê taybet û psikolojik ên sîstemê, kêliyekê jî ji sekna şoreşgerî tawîz neda û her xebat bi layiqî bi cih anî. Li her devera ku xebat lê meşandî, bi tarzê jiyana Apoyî bandorên kûr hişt. Hevrêyê me hesreta çiyayên azad dikişand, xeyala rojên ku bigihije jiyana gerîla kir. Hevrêyê me dîl kete destê dewleta Tirk a dagirker, hem di pêvajoya binçavkirinê hem jî zindanê de bi sekna Apoyî bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me pêvajoya zindanê veguherand firsendê û piştî materyalên xwendî, ket nava lêhêrbûnên kûr û ji bo wan rojên ku bigihije warên azad xwe amade kir. Hevrêyê me çawa ji zindanê derket, ji bo bigihije warên pîroz ên gerîla gelek rê ceriband û gihişt refên têkoşînê. Hevrêyê me di warê rêxistinî de tecrubeyên mezin qezenc kir, di gelek mijaran de ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Hevrêyê me xwest bendewariyên pêvajoya şerê heyî pêşwazî bike û li ser xeta fedayîtiyê ber bi pêş biçe. Ji bo di bunyeya Hêzên Taybet de beşdarî xebatan bibe, pêşniyar kir. Ji bo têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd mezin bike û pêdiviyên ruhê demê bi cih bîne, lêhêrbûnên kûr jiyan kir. Di pêvajoyeke perwerdeyê ya zehmet re derbas bû. Hevrêyê me hem di warê îdeolojîk hem jî leşkerî de xwe xurt kir û di qada teknîkê de jî tecrube bi dest xist. Bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand. Ji bo derbasî qadên ku şer lê dijware bibe, pêşniyar kir. Dizanî ku şer mamoste ye û di gelek çalakiyan de bi rengekî aktîf rol lîst. Dagirker tevî her cure hewldanên xwe, li qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê têkçûneke mezin jiyan kir. Li vê qadê armanc kir ku barê hevrêyên xwe sivik bike.

Hevrêyê me Welat ê ku bi hevrêtiya xwe ya sade, gihiştî, dilnizm û xurt di dilê hevrêyên xwe de cih girt, di 27’ê Gulana 2025’an de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna hevrêyê xwe Welat li Kurdistana azad bidin jiyîn, li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.

 

11’ê Pûşperê 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me